Hemza Sêvo/ Qamişlo
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê salek derbas kir, ji encama konferansê belgenameyek hat nivîsandin û şandeyek hat avakirin. Tevî gelek hewldanên domandina kar û xebatê jî, lê hîna negihiştiye armancên xwe, di nava geşedanên heyî de ji bo vejandina ruhê konferansê û bidestxistina mafên gelê Kurd, erka partiyên Kurdî çi ye?
Lidarxistin Konferansê û beşdarvanên Kurdistanî
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo di 26’ê Nîsana 2025’an de bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê hat lidarxisin. Bi amadebûna 400 delegeyî konferans bi rê ve çû. Ji Bakurê Kurdistanê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir, Parlamenterên Amedê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren û Mehmet Kamaç, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayigit beşdarî konferansê bûn. Herweha ji Başûrê Kurdistanê Nûnerê serok Mesûd Berzanî Dr. Hemîd Derbendî, berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Scott Boles, berdevkên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî li konferansê amade bûn. Konferansa Kurdî ji girîngtirîn gavên dîrokî bû ku hat lidarxisin, ne tenê hêviya gelê Kurd li Rojava ji bo bidestxistina mafê Kurd ji hemû aliyê ve pêkan bû, lê belê hêviya yekrêziya gelê Kurd hem jî partiyên siyasî li ser asta Rojava û tevahiya Kurdistanê xurtir bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêviyeke mezin li cem gelê Kurd ava bû ku piştî Konferansa Kurdî li dar ket, ew ê kongreya netewî ya yekbûna Kurdan bê lidarxistin.
Derencama konferansê
Daxuyaniya dawiyê ya konferansê bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurdî ji Rojavayê Kurdistanê, encamên konferansê di konferanseke rojnamevanî de hatin ragihandin: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê 2025’an de li bajarê Qamişlo piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayan ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeke nû û beşdarbûna di teşedana paşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyê de, piştî hilweşîna rejîma zordar li Şamê di 8’ê Kanûna Pêşîn a 2024’an de, ev rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî binpê kir, û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyê wêran kir, û bi mîlyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin, û her çend gelê Sûriyê ji bo hilweşandina wê rêjîmê û bidawîkirina zordariya wê, û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîdan dan. Gelê Kurd bi dehan salan têkoşîn kir, da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya niştimanî ve girê da ji bo avakirina sîstemek demokratîk a piralî li Sûriyê. Li ser bingeha berpirsiyariya dîrokî û bersivdayîna ji pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîf û projeyek rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyê wekî dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide. Beşdarên konferansê “dîtina hevbeş a Kurd” wekî belgeyeke bingehîn pejirandin. Ev dîtin îradeya kolektîf a Kurdan nîşan dide û rêyek rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh a pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de pêşniyar Divê ev Sûriyeya yekgirtî xwedî nasnameyeke pir-etnîkî, pir-olî, pir-çandî û pir-neteweyî Destûra Sûriyê divê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî bike, pabendî peymanên navneteweyî yên mafên mirovan be, û azadî û mafên jinan biparêze û beşdariya wan a bi bandor di hemû saziyan de (siyasî, civakî, leşkerî) misoger bike.: Konferans daxwaz dike ku ev dîtina hevbeş bibe bingehek ji bo diyaloga neteweyî, di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de. Konferans daxwaz dike ku ev dîtina hevbeş bibe bingehek di navbera wan û rêveberiya nû ya Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyê de.: Ev diyalog divê bibe alîkar ji bo avakirina Sûriyeke nû ku hemû gelê xwe hembêz bike, ti pêkhateyekê paşguh neke yan ji holê rake, dûrî zihniyeta yekalî be, rûmet û mafên welatiyan bi destûrî bê cudahî biparêze, û bibe faktorek aramî û ewlehiyê li herêmê bi rêzgirtina li têkiliyên xwe yên navneteweyî. Konferansê biryar da ku di demek nêzîk de şandeyeke hevbeş a Kurdî were avakirin. Erka vê şandeyê ew e ku ji bo pêkanîna vê dîtinê di warê siyasî de bixebite û bi aliyên peywendîdar re danûstandin û diyalogê bike da ku naveroka wê misoger bike. Armanc ji vê konferansê ragihandina yekhelwestiya Kurd û avakirina şandeyeke hevpar a Kurdî ye, ji bo danûstandina li gel hikûmeta nû ya Sûriyê û misogerkirina mafên gelê Kurd.
Şandeya Kurdî
Avakirina Şandeya Kurdî armanc jê bû ku kesayet û nûnerên partiyên siyasî bi hev re kom bibin û bi yekdengî li ser bingeha belgenameya Konferansa Kurdî biçin Şamê û doza mafê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin. Navên endamên Şandeya Kurdî ya ku dê bi Hikumeta Sûriyê re li ser mafên Kurdan dan û standinan bike di 5’ê Hizêrana 2025’an de hatin eşkerekirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê Şandeya Kurdî daxuyaniyek belav kir. Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de anî ziman: “Avakirina Şandeya Kurdî di çarçoveya bicîhanîna peymana 10’ê Adarê de ye ku tekezî li ser parastina mafên gelê Kurd bi destûrî li Sûriyeke yekgirtî kiriye. Em bawer dikin ku naskirina mafên pêkhateyan bingeha avakirina Sûriyeke Demokratîk û dadmend e ku hemû alî tê de beşdar bin. Her du şande, Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şandeya Kurdî hev temam dikin, pêbendbûna me bi diyaloga niştimanî wekî vebijarkeke stratejîk ber bi paşerojeke dadperwerane û wekhevî nîşan dide.” Hevserokatiya Şandeya Kurdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Endamên Şandeya Kurdî ya ku piştî “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê” hat avakirin bi daxuyaniyeke nivîskî hat eşkerekirin. Navên endamên Şandeya Kurdî ya “hevdîtinên bi Hikumeta Sûriyê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re” hatin eşkerekirin. Hat diyarkirin ku Şandeya Kurdî dê di çend rojên pêş de dest bi hevdîtinên xwe bike. Li gorî daxuyaniyê, Şandeyê civîna xwe ya damezirandinê 4ê Hezîranê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê û endama Dîwana Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê li dar xist. Hevserokatiya Şandeya Kurdî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Piştî şêwirên di navbera aliyên beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de bûne ku 26ê Nîsana îsal hat lidarxistin û li gorî biryara konferansê ya pêwîstiya avakirina şandeyeke hevbeş a Kurdî ji bo diyalogê bi hikûmeta Şamê, aliyên navneteweyî û Kurdistanî re li gorî nêrîna hevbeş a Kurdî ya derbarê Sûriyê û doza Kurdî de, şandeyê civîna xwe ya damezirîner 4ê Hezîranê li dar xist. Di civînê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn, endama Dîwana Konferansê Îlham Ehmed amade bûn û Şande dê di çend rojên bê de yekser dest bi erkên xwe bike.” Hevserokatiya Şandeya Kurdî navên endaman eşkere kir: “Perwîn Yûsif û Mihemed Îsmaîl wekî hevserokên şandeyê hatin destnîşankirin. Aldar Xelîl, Rîhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif jî wekî endamên şandeyê hatin diyarkirin.” Ji wê demê heya roja îro hîna şande serdana Şamê nekir, sedem jî riyên diyalogê di navbera şandeyê û hikumeta demkî de nehatin vekirin, herwiha hikumet ket bin bandora siyaseta dewleta Tirk a ku nedixwest bi tu rengan ev hevdîtin çêbibin.
Konferansê salek li pişt xwe hişt, divê partiyên Kurdî çi bikin?
Konferansa ku beriya salekê hat lidarxistin di dîroka gelê Kurd de destkeftiyeke pir mezin bû, ji ber ku yekem car partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi piştgirya partiyên Kurdistanî, li hev kom dibin, li ser nêrînekê, armancekê û helwestekê doza Kurdî nîqaş dikin û li hev dikin. Piştî van geşedan û êrişên ku Rojava tê re derbas bû, herwiha entegirasyona ku tê meşandin, divê laşekî siyasî û lêvegereke Kurdî ya siyasî çêbibe. Lêveger û laşê siyasî ji hemû partiyan bi tevkariya hemû rêxistên civaka sivîl, saziyên rewşenbîrî û kesayetên xwedî bandor çêbibe. Divê ruhê konferansê were vejandin, bibe çekeke siyasî û parastina mafê Kurdan bike. Di demeke wiha de ku guhertinên mezin di Rojhilata Navîn de rûdidin, çeka Kurdan ne çekên leşkerî ne, yekrêzî, siyaset û xebata diplomatîk e. Lewma hevgirtina partiyên Kurdî li Rojava ji bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibe çekekî bêhempa. Bi boneya derbasbûna vê konferansê divê hemû partiyên ku li ser belgenameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî îmze kiribûn bi yekhelwestê daxuyaniyekê bi hev re bidin, tê de tekez bikin ku partiyên Kurdî hîna xwedî helwesteke tekane ne, berjewendiya wan gelê Kurd e û bibêjin em ê laşekî siyasî ji bo parastina mafê Kurdan û hebûna gelê Kurd ava bikin.






