Ronahî Sadûn/Qamişlo
Mamosteya zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen diyar kir ku hikumeta demkî zimanê Kurdî wekî zimanê niştîmanî destnîşan kiriye, lê zimanê niştîmanî piştgiriyeke çandî hildigire, lê tu piştgiriyek yan berpirsyariyeke destûrî hilnagire û got, “Pêwîst e zimanê Kurdî mîna Erebî zimanê hikumet, bazar, diplomasî, perwerde … yê welat be.”
Girîngiya ziman ji bo mirovan
Di jiyana gelan de ziman xwediyê girîngiyeke gelemperî ya seranseriya dîrokê ye. Di hundirê zimanê gelekî de mirov dikare bi lêkolînî hemû serpêhatiyên wî gelî yên di tevahiya dîroka xwe de jiya ye lêbikole û bibîne. Ziman xwe bi riya axaftinê û nivîsandinê derdixe der, lê cureyên xwebilêvkirina wê hene. Bi riya stran, çîrok, roman, helbest, şano, sînema, alavên ragihandinê, wêneyan û bi gelek cureyên din ziman dikare xwe bilêv bike ango derxîne der. Ji awayê derketina der a ziman re, bi awayekî giştî mirov dikare bêje nirxên çandî yên gelekî; ji ber ku ziman hişkeber bi çandê ve wekî goşt û neynûkê girêdayî ye. Her wiha çand jî bingehê xwe dispêre dîroka wî gelî. Bi vê sedemê dema mirov li ser zimanê gelekî lêkolîn bike, tê de dikare dîrok, çand, nirxên gelêrî, awayê jiyana wî gelî, ê, azar û kêfxweşî, şîn û şahiyên wî gelî bi hêsanî bibîne. Girîngiya bikaranîna ziman ji vir tê. Dema ku gelek nikaribe zimanê xwe bikar bîne, ji gihiştin û tamkirina van berheman tevan bêpar dimîne. Ji ber ku ew kesên zimanê xwe bikar neynin, bêguman pêwîstî bikaranîna zimanê gelekî din dibin. Di hundirê zimanê gelekî din de jî nikarin nirxên xwe bibînin û xwe xwediyê nirxê zimanê gelê din dibîne. Bi vî rengî jî çand, dîrok, jiyan û zimanê xwe ji bîr dike û winda dike. Gelê Kurd ji bi sedsalan rastî vê yekê hatin, lê wan têkoşîn kirin û bi devokî zimanê parastin, ta ku bighînin roja îro.
Înkarkirina zimanê kurdî li Sûriyê
Bi parçekirina Kurdistanê di nava 2 beşan, piştre 4 beşan de jî, Kurd hatin desteserkirin û rastî asmîlasyonê li ser her tiştî hatin, bi taybet ziman. Ji ber ku her tim dewletên desthilatdar rê li ber zimanê Kurdî digirtin û nedihiş Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê rejîma Baasê di nava 60 saliya xwe de tu caran, ne Kurd û ne jî zimanê wan qebûl nedikir. Înkarkirina zimanê kurdî li Sûriyê, bi taybetî di bin desthilatdariya partiya Baasê de, wekî beşek ji polîtîkaya asîmîlasyonê ya berfireh dihat dîtin ku hebûna nasnameya Kurdî û zimanê wan tune dihesiband. Bi salan kurdên Sûriyê di perwerdehiya fermî, saziyên dewletê û çapemeniyê de rastî astengiyan hatin û zimanê kurdî wekî zimanekî qedexekirî di jiyana giştî de dihat binavkirin. Herwiha ji ber ku zimanê kurdî li dibistanan nedihat xwendin û di saziyên dewletê de nedihat bikaranîn, ev jî hişt ku nifşên wê demê ji zimanê xwe dûr bikevin. Rejîma Baasê di bin dirûşmeya yek netewe û yek ziman de, hewl da ku pirrengiya çandî û zimanî ya kurdan tune bike. Lewra bi destpêkirina krîza Sûriyê re, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava), perwerdehiya bi zimanê Kurdî dest pê kir û zimanê Kurdî bû zimanê fermî, ev yek jî wekî pêngavek ji bo şikandina wê înkarkirinê bû. Lê piştî 8’ê Kanûna 2024’an rewş li Sûriyê hat guhertin û hikumeteke nû hat avakirin. Tevî vê pêşketinê, siberoja zimanê Kurdî hîn jî mijareke stratejîk e di danûstandinên siyasî de, bi taybet di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de.
Hikumeta demkî hilandinê dixwaze
Xalên Peymana 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî ya Sûriyê de, bi garantiyên navneteweyî, pêk hat. Li gorî vê peymanê jî wê xebat li ser bingeha entegrasyona demokratîk bên kirin, lê hikumeta demkî ya Sûriyê dixwaze her tiştî bi awayê hilandinê bigre dest û hemû destkeftiyên “Şoreşê Rojava” têk bibe û ji holê rake. Bi taybet mijara zimanê Kurdî ku hikumeta demkî ya Sûriyê wê napijrîne weke zimanekî ferîmî ne yê perwedeyê û ne jî yê welat. Lê her kes jî ji pisporiya bilind a derçûnên Zanîngeha Rojava û zanîngehên din ên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve di 16 salên şer de hatine damezrandin zanin ku ev zanîngeh bûn wekî alternatîfek ji zanîngehên hikumeta têkçûyî re. Ji ber ku rejîma Baasê deriyê zanîngehê xwe ji xwendekarên li herêmê re girtin. Lewra zanîngehên Rêveberiya Xweser ji bo van xwedekaran bû piştgirî û garantiyek ji bo pêşeroja wan. Di heman demê de zanîngehên Rêveberiya Xweser bi sazî, zanîngeh û akadmiyên biyanî re peyman û hevakî çêkirin û danîne, da ku ev yek pisporiyê biguherînin û ji bo bernameyên xwe nasnameyek qismî bi dest bixin. Ji ber ku zanîngehên li Rojava fakulteyên cihêreng ên wekî bijîşkiya mirovan, endezyarî ya (petrol, mîmarî û çandinî), hiqûq, ziman û zanistên perwerdehiyê vedihewîne. Di heman demê de bi salan li dibistanên Rêveberiya Xweser nasnameya zimanê hemû pêkhateyan tê parastin ku hemû zarok bi zimanê fêr dibin. Niha jî hikumeta demkî ji bo zimanê Kurdî mersûmek derxistiye, lê ew mersûm tu garantiyê ji bo parastina mafê ziman nade, hem jî ew bi xwe zimanê Kurdî qebûl nake.
Derbarê neqebûlkirina hikumeta demkî ya Sûriyê ji zimanê Kurdî re weke zimanekî fermî, mamosteya Zimanê Kurdî li Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen ji Rojnameya me re axivî.

‘Perwedeya bi zimanê dayikê mafê rewa yê mirov e’
Mizgîn Hesen di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirov ê xwezayî ye û wiha got: “Ziman sîstemeke pêwendîyê di navbera du alîyan de ye, sîstemeke pevguherîna hest û hiziran di navbera mirovan de ye. Di heman demê de ew wesîleya derbirîna pêdivî, nêrîn û rastiyan di navbera mirovan de ye. Her wiha ew sîstemeke arezûmendane ye, ji bo sembolên deng ku ji bo pevguherîna hest û hiziran di navbera endamên komekê ziman a hevgirtî de, bi kar tê. Ji dema ku zarok ji dayik dibe heta ku digihêje temenê dibistanê; temenê ku hînî ziman bibe, di pêvajoya wergirtina ziman re derbas dibe. Zarokê çi ziman wergirt, dema ku di dibistanê de heman zimanî hîn nebe ji nû ve fêrî peyvine nû û hevtevnine nû dibe, ev yek dibe bargiranî û dike ku zarok ji xwendinê bireve lewre perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî mirov ê xwezayî ye ji ber ku ziman pêkhateyeke navendî ya xwezaya mirov û çanda wî ye, mafên ziman jî ew rêzeberpirsyarî ne ku dikevin ser milên dewletan. Mafê mirov ê ku bi ziman ve girêdayî ye, hejmarek ji daxwazên destûrî ne ku ev daxwaz di hevpeymanên navdewletî yên mafên mirovan de hatine sepandin. Mafê ziman di qanûna navdewletî ya mafê mirovan de hatiye amajekirin. Mînak: qedexekirina newekheviyê, mafê derbirîna azad, mafê jiyana taybet û mafê hînbûna bi zimanê dayikê.”
‘Hikuemta demkî hewl dide dewleteke yekzimanî ava bike’
Mizgîn Hesen eşkere kir ku hikumeta demkî ya Sûriyê ne tenê zimanê Kurdî napijrîne, lê hewl dide nimûneya pirzimaniyê ya Rêveberiya Xweser têk bibe, ji bo ku dewleteke yekzimanî ava bike û wiha domand: “Ji ber ku erdnîgariya Rêveberiya Xweser berfireh bû, ew jî ji ber berxwedana li hember DAIŞ’ê, êdî pêwîstî çêbû ku di Hevpeymana Rêveberiya Xweser de amaje bi pirzimaniyê; zimanê gelên herêmê bibe û zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî bibin zimanên fermî yên herêmê. Lê niha jî hikumeta Demkî ya Sûriyê hewl dide vê nimûneya pirzimaniyê têk bibe, da ku dîsa dewleteke yekzimanî ava bike. Ev hewldanên han, hewldanên pûç in û bingeha wan ji hişmendiya netewperestî û navendîbûnê tê.”
‘Divê zimanê Kurdî mîna Erebî zimanê hikumet, bazar, diplomasî, perwerde … yê welat be’
Mizgîn Hesen anî ziman ku hikumeta demkî zimanê Kurdî wekî zimanê niştîmanî destnîşan kiriye, lê zimanê niştîmanî piştgiriyeke çandî hildigire, lê tu piştgiriyekê yan berpirsyariyeke destûrî hilnagire û wiha pê de çû: “Serokê hikumeta demkî Ehmed El-Şeri di madeya sêyem a mersûma 13’em de, amaje bi zimanê Kurdî kir ku Kurdî zimanekî niştîmanî ye. Ev made ji aliyekî ve erênî ye, lê bi tu awayî têrê nake. Ji ber ku zimanê niştîmanî piştgiriyeke çandî hildigire, lê tu piştgiriyekê yan berpirsyariyeke destûrî hilnagire. Ji ber wê ev made gaveke erênî ye, lê belê neyînî ye jî. Ji ber ku rê li ber Kurdî digire ku bibe zimanekî fermî û hevseng be, bi zimanê Erebî re. Ji bo wê pêwîst e zimanê Kurdî mîna Erebî zimanê hikumet, bazar, diplomasî, perwerde … yê welat be.”
‘Em rê nadin ku zimanê me qels bibe’
Mizgîn Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Em wek xebatkarên ziman Kurdî bi salan e karê xwe dikin, perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam dikin û bi tu awayî rê nadin ku zimanê me qels bibe û nebe zimanê perwerdeyê, lê heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê Sûriyê û bibe zimanê dewletê. Pêwîstî bi têkoşîneke pir mezin heye. Çiqasî asta têkoşînê bilind be, ewqasî armanc pêk tên.”






