Ronahî Sadûn/Qamişlo
Entegrasyona demokratîk, civakî, siyasî û leşkerî girîng in ku li ser bingeha demokrasî, wekhevî û rêzgirtina cihêrengiyên çandî, ziman û bawerî ava dibin. Ev entegrasyon armanc dikin ku hemû kes û kom bi awayekî azad di jiyana civakî, leşkerî, siyasî û aborî de beşdar bibin. Entegrasyon diyalog û lihevhatinê xurt dike, pevçûnê kêm dike û rê li ber avakirina civakeke aştî, yekgirtî û dadmend vedike.
Têgeha “entegrasyon” bi taybetî ji serdema piştî kolonyalîzmê (istimar) heta îro, hem di stratejiyên siyasî yên dewlet-netewan de, hem jî di têkoşînên azadiyê yên gelan de bi awayeke pirrengî hatiye bikaranîn. Têgeha “entegrasyonê” bi gelemperî behsa beşdarbûna civateke an kesekî-ê di pergaleke heyî de dike. Di bingeha wê de ahengeke civakî, ji cudahiyên hev re rêzgirtin, hevdu qebûlkirin û fikra bi hev re jiyanê, heye. Ev têgeh ji hêla Rêberê Apo ve wekî rêya çareseriyê ya bingehîn di dema Pêvajoya Aştiyê de hatiye destnîşankirin û wekî modelekê tê nîqaşkirin ku armanc dike nasnameyên cihêreng, bi taybetî Kurd, di nav avahiya netewedewletê de li ser bingeha wekhevî û xwebûnê entegre bike.
Entegrasyona Demokratîk çi ye?
Li gorî pênaseya Rêberê Apo, entegrasyona demokratîk tê wateya yekbûna civakeke demokratîk bi dewletekê re. Ev tê vê wateyê ku li şûna civakek xwe wekî dewleteke cuda birêxistin bike û bi dewleteke din ve girêdayî be, civak wekî civakeke demokratîk tevlî komara demokratîk dibe.
Çend rêgezên bingehîn ên entegrasyona demokratîk:
1-Entegrasyona demokratîk wekheviyê dihewîne û bi rêya muzakereya demokratîk pêkan e. Muzakereya demokratîk yekbûna civaka demokratîk û dewleta neteweyî misoger dike.
2-Entegrasyona demokratîk dijberî asîmilasyonê ye. Têgeha entegrasyona demokratîk ahengeke li gor vîna civakan,
mînak jiyaneke ku gel bi çand, ziman, nasname û baweriyên xwe bijî û van nirxên xwe biparêze esas digre.
3-Entegrasyona Demokratîk ew formula çareseriyê ye ku gel beyî dewleteke neteweyî avabikin, bi deweletên di nav sînorên wan de dijîn re li ser rêgezên wekhevî û demokrasiye li hev bikin û hevdu qebûl bikin.
Rêber Apo li ser entegrasyona demokratîk çi dibêje?
Rêberê Apo di nirxandinên xwe de şertû mercên entegrasyonê lêpirsîn dike û di derheqê entegrasyona demokratîk de wiha dibêje: “Siyaseta demokratîk di komareke demokratîk de pêkan e. Ger komar demokratîk nebe entegrasyon pêk nayê, entegrasyon bi komara faşîst re çênabe. Ji ber vê yekê, hevwateya siyaseta demokratîk, Komara Demokratîk e û entegrasyon pê re tê çêkirin.
Ji bo pêkanîna entegrasyonê hişmediya pêwîst
Bêguman ji bo ku entegrasyon pêk were, destpêkê pêwîstî bi guhertina hişmendiya dewletê heye. Divê dewlet gelên di hundirê sînorê xwe de qebûl bike, ol û baweriyê cuda ji bo hebûna netewedewletê wek tahlûke nebine, lê wek dewlemendiyeke civakî bibîne û bigre dest. Di heman demê de divê dewlet daxwazên civakên cuda qebûl bike, da ku ew civak bi awayekî azad jiyan bikin. Lewra hişmendiya ku di pêşiya van daxwazan de asteng e, divê dewlet biguhere û li dij van mafên bingehîn yên însanî hestiyar be.
Qanûnên entegrasyona demokratîk
Bêguman ji bo ku entegrasyona demokratîk pêk were û mayînde bibe, li gel hişmendiyeke demokratîk û pirreng pêwîstî bi guhertinên qanûnî jî hene. Ji bo vê jî divê dewlet qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê derxe. Divê ev qanûn mafên hemû nasnameyên cuda yên xwe bi awayekî azad îfadekirinê, bi çand, ziman û tarzê jiyana xwe xwe rêxistinkirinê erê bikin û bi destûkra bingehîn misoger bikin.
Xurtkirina rêveberiyên xwecihî
Rêgeza bingehîn a rêveberiyên xwecihî ew e ku erk û berpirsyariya meşandina kar û barên civakî, ji bo pêkanîna van erkan mekanizmaya biryargirtinê ne di destê hukumeta navendî, di destê rêveberiyên xwecihî de be ye. Ev rêgez çanda demokratîkbûnê û polîtîkbûna civakê xurtir dike. Kar û barê hikumeta navendî siviktir dike. Pirsgirêk û pêwistiyên civakê zûtir çareser dike. Rêveberiyên xwecihî polîtîkayên ku pêdiviyên civakan yên manewî, nirxên neteweyî xurt bikin baştir dimeşînin. Ji hikumeta navendî baştir dikarin polîtikayên aboriyê biafirînin, ji bo civakê qadên kar û xebatê avabikin. Bi vî awayî jiyan û civakeke bêtir aram û serkeftî dikare bê avakirin.
Entegrasyona civakî çi ye?
Entegrasyona civakî pêvajoyeke berfireh e ku armanc dike beşdariya hemû kesan, bi taybetî komên paşguhkirî an koçberan, di jiyana aborî, civakî û çandî ya civakê de pêş bixe û mafên wan ên wekhev misoger bike.
Girîngiya entegrasasyona civakî:
Bidestxistina hevgirtina civakî û kêmkirina xizaniyê. Hemû kes hezkirina hev du qecen dike û bi vê yekê dighêjin çavkaniyên derbara xwe. Herwiha entegrasyona civakî ji bo pêşxistina aramiya civakî û aborî jî girîng e. Di heman demê de di çarçoveya entegrasyona civakî de mafê wekhev ên her du zanyînan tê misogerkirin.
‘Entegrasyona civakî veguherînek bo avakirina neteweyek demokratîk e’
Li gorî Rêber Apo entegrasyona civakî an entegrasyona demokratîk veguherînek ji şerê çekdarî bo avakirina “neteweyek demokratîk” e ku tê de nasname, çand û bawerî di nav yekîtîya dewletê de bi azadî dijîn, bi rêya lihevkirina siyasî, hemwelatîbûna wekhev û avakirina civakê.
Prensîbên sereke yên entegrasasyona civakî li gorî Rêber Apo wiha ne:
Entegrasyona demokratîk, ne yekîtiya bi zorê: Rêber Apo veqetandinê red dike û banga entegrekirinê di çarçoveya “komara demokratîk” de dike ku mafên hemûyan garantî bike.
Neteweya demokratîk: Têgeheke berfireh e ku ji sînorên etnîkî û olî derbas dibe ku hemû gel û bawerî li ser bingeha wekheviyê beşdarî birêvebirina jiyana xwe dibin.
Hemwelatîbûna Azad: Prensîba bingehîn e ku azadiya takekes û nasnameya wî ya çandî û olî di çarçoveya yekîtîya dewletê de garantî dike.
Qanûnên aştiyê: Tê tekez kirin ku veguherîna bo vê entegrasyonê çarçoveyek qanûnî hewce dike ku aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî dihewîne, da ku qonaxên pevçûna neyînî bi dawî bibin.
Diyalog û avakirin: Li şûna rûbirûbûna leşkerî qonaxek avakirina siyasî û civakî ya erênî.
Entegrasyona siyasî çi ye?
Entegrasyona siyasî pêvajoya yekkirina du an zêdetir saziyên siyasî an îdarî di yek dezgehê de ye (wek yekkirina partî an herêman), yan jî ew pêvajoyek demdirêj e ku armanc dike beşdariya hemû pêkhateyên civakê di jiyana siyasî û civakî de li ser bingeha wekhevî û pirrengiyê misoger bike. Armanca wê xurtkirina wefadariya neteweyî, yekkirina avahiyên siyasî, an lihevhatina civak û dewletê ye.
Cure û têgehên entegrasyona siyasî:
Yekbûna partiyan: Yekbûna du an zêdetir partiyên siyasî bo partiyeke nû.
Entegrasyona demokratîk: projeyek mirovî-civakî li ser bingeha jiyana bi hev re ya dilxwazî, wekhevî û cihêrengiya çandî, dûrî helandina nasnameyan.
Entegrasyona neteweyî (entegrasyona civakî û siyasî): Pêvajoya xurtkirina wefadariya neteweyî li ser wefadariyên binî.
Entegrasyona saziyî: Yekbûna saziyên îdarî (şaredarî, parêzgeh) di nav yek dewletê de.
Cûdahiya di navbera entegrasyon û hevgirtinê (entegrasyona bi zorê) de:
Entegrasyona demokratîk: Di heman demê de beşdarbûn û jiyana hevbeş pêk tîne dema ku nasnameya çandî û pirrengiyê diparêze.
Siyaseta asîmîlasyonê: Pir caran behsa hewldanên “helandin” an jî jihevdexistina nasnameyên kêmneteweyan an koman di nav nasnameya piraniya serdest de dike.
Armancên entegrasyona siyasî:
Beşdarbûna wekhev, bidestxistina aramiyê û xurtkirina rawabûnê.
Xalên sereke yên entegrebûna siyasî li gorî Rêber Apo:
Veguhestina stratejîk: Derbasbûna ji qonaxa tundûtûjî û pevçûna neyînî ber bi “qonaxa avakirina erênî.”
Komara Demokratîk: Pejirandina “Komara Demokratîk” wekî çarçoveyek referansê, garantîkirina yekîtîya dewletê di heman demê de naskirina azadiya nasnameyan.
Hemwelatîbûna azad: Balkişandina ser “hemwelatiyê azad” wekî kevirê bingehîn ê pêvajoya siyasî.
Qanûnên aştiyê: Veguhêz bi tenê bi bêçekkirinê ve sînordar nîne, lê “qanûnên aştiyê” hewce dike ku aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî di nav xwe de bigirin.
Diyalog û siyaset: Li şûna operasyonên leşkerî, pjirandina diyalog û siyasetê wekî rêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Çareseriyeke demokratîk a berfireh: Entegrasyon nayê wateya parçebûnê, lê belê ew çareseriyek ji bo pirsgirêka jiyana hevbeş di çarçoveyeke demokratîk de ye.
Entegrasyona leşkerî çi ye?
Entegrasyona leşkerî, pêvajoya yekkirin û lihevhatin an jî xistina hêzê cuda di bin banekî fermî de. Armanc ew e ku hêzên herêmî tevlî saziyên leşkerî yên dewletê bibin, hevgirtinekê ava bikin û pirsgirêkên ewlekariyê bi diyalogê çareser bikin. Di heman demê de entegrasyona leşkerî hewldanek e ji bo çareserkirina nakokiyan û avakirina saziyeke leşkerî ya yekbûyî ye.
Taybetmendiyên Entegrasyona Leşkerî:
Yekkirina hêzan bû xurtkirina parastinê, ne ku vîna hêzekê her û ya din bimîne, lê pêwîst e her du hêz bi hev re bixebitin û tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin.
Diyaloga siyasî û leşkerî ku bi rêya diyalogê mekanîzmeya karê leşkerî bê nîqaşkirin û pêşxistin li ser wê bingehê ava dibe.
Entegrasyona demokratîk ew bingehê entegrasyona leşkerî ye ji ber ku enterasyona demokratîk nebe, wê ne bi awayekî birêk û pêk entegrasyona leşkerî jî pêk bê.
Li Bakur û Rojava entegrasyon tê kirin
Di vê çarçoveya de niha pêvajoya entegrasyona demokatîk li Bakur û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya entegrasyonê bi banga Aştiyê ya Rêber Apo re hat destpêkirin. Armanc jê ew e ku çek hatin rawestandin, siyaseta demokratîk dest pê bû. lê heta ku entegrasyona demokratîk li Bakurê Kurdistanê pêkan bibe, girêdayî gelek şer û mercan e. Di serî de Rêberê Aştî û muzakereyê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, guhertina qanûna bê kirin, komar demokratîk bibe û gelek tiştên din tê xwestin heta entegrasyon pêk bê. Di heman demê de divê şert û mercên azad li pêşiya Gêrilayên azadiyê bên vekirin ku ev derbasî xebatên siyasî û civakî li Bakur bibin, beyî ku bêne binçavkirin û desteserkirin. Lê heya niha ji bo van hemû şertan tu guhertin nehatiye kirin û gav nehatiye avêtin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî peymana 29’ê Çileyê di navbera QSD’ê û hikumeta demkî hat îmzekirin, entegrasyona hat destpêkirin. Di nava wê entegrasyonê de kar li ser xebatên, leşkerî, siyasî û civakî tê kirin, herwiha gelek fermandarên QSD’ê di nava hikumeta demkî de hatin erkdarkirin, lê kêlek wê jî xebat tê kirin ku lîwai lêwai ya QSD’ê di nava hikumtê de bê avakirin. Herwiha dosyayên cuda cuda jî di nava nîqaş û pêkanînê de ne. Parzgarê Hesekê diyar bû, vegera koçberên Efrînê bi awayê girop girop dest pê bû. Bi van bendan re girêdayî bendê dîlgiritiyan û dorpêça li ser bajarê Kobanê heya niha tê astengkirin û pêkanîna wê tam ji aliyê hikumetê ve pêk nayê.






