İsyan Karadeniz
Ji destpêka mirovahiyê ve, herdem pirsek hebû, ew pirs di nava demê de zivirî lêpirsînan û lêpirsîn jî dan li pey lêgerînan… Jiyan! Ji mîtolojiyan heta olan, ji felsefê heta zanistan, hemû rêbazên fikirandinê dan pey wê pirsê û li gorî fêmkirina xwe şîroveyan pêşxistin. Hinekan gotin ax, hinekan gotin av, hinekan gotin madde, hinekan gotin enerjî, hinekan gotin xweza, û hinekan jî gotin Xweda… Ew lêgerînane, lêgervanên heqîqetê di nava deryayên zanabûn û îmtîhanan de gerandin lê di dawî de herdem bersiveke derket pêşberî wan, ‘’Tu li çi digerî, di xwe de bigere û bizivire cewhera xwe.’’
Lê cewher li ku bû? Ew hebûna bêhempa ya mirovahiyê çawa pêşket, li ku derê mezin bû, li ku derê serkeftinên jiyanî qezenc kir û kengê-li ku derê wenda kir. Heta ku ew pirsana rast neyên bersivandin, lêgerîna heqîqetê jî dê nîvî bimîne. Ji bo lêgerîneke rast, berê xwe zivirandina hebûna kok pir girîng e. Em qasî ku şaneya kok fêm bikin, ewqasî dikarin dîroka xwe, îroya xwe û pêşeroja xwe fêm bikin, tehlîl bikin, pêşbînî bikin.
Dema ku em nav li tiştekî dikin; ev nav dimîne jî dîrokê re, ev dibe nasname, çand û hebûn. Dema nav dibe sembol, dibe rênişan; êdi bi vê awayî tê nasîn, teşe digre dibe xwedî can û rih. Di dîrokê de gelek têgîn û têgeh hene ku pêwîst e ji nû ve were destgirtin û şirovekirin.
Di rastiyê de kîjan peyv temîlê me dike; kijan li ser me hatine ferzkirin? Yê eslî/ xwezayî û yê çêkirî/ne xwezayî çi ne; em çawa dikarin wana ji hev derxin? Di vê aliyê de heger niyetek me ya lêgerîna heqîqetê hebe pewîst e em vegerin dirokê û şaristanî wek şeklê hatiye nivisandin na; bilaksê vê binerin; rastiyan di tersê şaristaniyê de bibînin da ku yê rast û derew karibin ji hev derbixin. Heger em biçin dîrokê jî destpeka mirovahî heta niha çi tişt bi çi awayî dest guhertiye; em di mitolojiyan de, di çîroka her peyvekî de dikarin bibînin. Werin em bi hev re hin analizên bi çavê Jineolojiyê bikin.
Civakbûna yekem a bi şêwaza kilan jiyankirina mirov li dora jin-dayikê pêş ket. Gelo çi hebû di nava vê civakê de, jiyan çawa diherikiya? Peyva yekem, stran, nivis, amûrên destpêke ji bo çi, bi çi awayî derketin holê? Sedema ku mirov gelek zindiyan cudatir dike lêgerên xwe ya wateye ku bûye rênîşana jiyana mirovahiyê. Dema ku em rûpelên dîrokê dinerin tiştên hatiye nivîsandin de kêmbûyînek hîs dikin, tiştên ku hatine xêzkirin têrê nake û em dikevin nava lêpirsînê ku çi kêm e. Gelo çi kêm e?
Destgirtina dîrokê wek xetekî duz tenê ji bo xapandina mirovan hatiyeçêkirin. Çima? Ji ber ku heger tu girêdanbûna xwe ya bi hezar salên berê di hişê xwe de zindî bihêle; koletiya ku were ferzkirin tuyê ti caran qebûl nekê. Di kêliyê de asêkirina mirovan bi armanca xizmetkirina pergalê ye. Yên ku xwestine vê rastiyê derbixin holê jî ji aliyê qetilên qastik ve bi şewazên hovane hatine qetilkirin wekê Hypatia, Bruno, Hallac-ı Mansur; da ku yên din bidin tirsandin. An jî hatine reşkirin da ku kesek nebe şopdarên wan. Mina Manî ku îro peyva manyak (bi Kurdî dibe yên ne xwedî hîş/kêm aqil) carna ev jî têr nekir jî dîrokê hatine mesihandin mîna gelek jinên şifager, zana û jinên pêşeng…
Niha gelek peyv hene ku wateyên wan di xwezaya civakî de bi şêwazekî dihat destgirtin lê niha bi şêwazekî din tê nirxandin. Em dikarin mînakekî bidin, di xwezaya civakê de dayik ne tenê jinê ku zarok aniye dinyayê ye; ev tenê aliyê vê ya biyolojîk e. Dayiktî heman demê çavkaniya xweza, afirandin û berhemdayînî ye. Gelo tesadufe ku peyva Amargi jî cara yekem di tabletên Sumeran de şûna azadî di nexşendina xwe de jî wek jin- çiya- jinên di kabileyên çiyayî hatiye xêzkirin û di wateya xwe de jî wek vegera dayik hatiye pênasekirin? Durketina ji dayikê durketina ji xweza, xwebûn, mirovbûne ku îro herî zêde bûye sedema aloziyên civakî.






