Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di herikîna dîrokê de rastiya pêşengtiya jinên Kurd (1)

26/04/2026
in JIN
A A
Di herikîna dîrokê de rastiya pêşengtiya jinên Kurd (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa

Ji dayikekê ta meydanên şer, ji qadên siyaset, dîplomasî, zanist û edebiyatê heyanî qada huner û dengbêjiyê; Jinên Kurd bi sekna xwe ya bi hêza pêşengî ji civak û serdeman re kirine.

Dîroka ku bi destê zilam û dewletê hatiye nivîsandin wê rastiya hêz û qehremantiya jinan di cîhanê de nede nivîsandin. Efsûne, qehremantî û pêşketinên ku bi herikîna dîrokê re hatine kirin, wê bi dest û keda xwe bidin îfadekirin. Helbet ev ne tesbîtekî ji rêzê ye lê belê rastiyeke ku bi hezaran salan hatiye jiyankirin û di serdema heyî de hatiye eşkerekirin. Hebûn û rola jinan a xwezayî ku di civakan de hebûn. Her wiha weke cinsekê ku hatiye ser rûyê erdê da ku gerdûn temam bibe, û xwezaya mirovahiyê bê domandin, jin hebûn, hêz û îradeyeke ku pêwîstiya jiyan û gerdûnê pê heye. Tunekirina rola wê bi herikîna dîrokê re, helbet ev ne normal e û di serdema heyî de paşguhkirina jina ku weke îradeyekê di jiyanê de temsîl dike, nayê qebûlkirin.

Bi zemên re jin bi zilmên malbatan, hişmendiya welatên kapîtalîst û feodal re rû bi rû mane. Lê di kesayetiya jinê de ev taybetî heye ku baweriya wê ji tiştekî bê, di wê oxirê de heta dawiya jiyana xwe, bi biryarî têkoşîn dike.

Jina Kurd jî di dîroka xwe ya ji hezar salan ve her bûye pêşenga civaka xwe û di dîroka jinên pêşeng ên cîhanê de muhra xwe hêştiye. Ev pêşengtî her çiqasî di bin siya kevneşopiyên civakî, malbatî û zihnietê de rû bi rûyê zehmetiyan û tepisandinê hatibe jî lê ji va taybetmendiya xwe dest berneda ye. Dîroka gelê Kurd bi serhildan, şer û pevçûnên demdirêj yên di navber emperatoriyan, dewlet û desthilatdariyan tijî ye. Di nava van serhildan û şoreşan de bi hezran gelê Kurd ji bo maf û parastina xwe bûne qurbanî. Ev rastiya Kurd û Kurdistanê her çiqas li hember jinê hatibe sekinandin jî, lê nebû hêza tunekirina rola jinê di hemû van geşednan de. Di dîroka gelê Kurd li Cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn jinan bûn hêza birêvebirina serhildan, şer û civakan.

Ji meydanên şer heya xebatênn civakî, ji siyasetê heyanî dîplomasiyê û ji şerkerkê heyanî dayikeke ku parastina mal û zarokên xwe dike. Ji qada zanist û edebiyatê heyanî qada huner û dengbêjiyê; jinên Kurd bi sekna xwe ya bi hêza pêşengî ji civak û serdeman re kirine.

Ger rastiya jinên Kurd yên qehreman bi demê re hatiye ji bîr kirin, wê demê dîrokê ji bîr nekiriye. Em ê careke din balê bikşînin ser jinên pêşengtî ji civak û serdeman re kirine. Ji çar perçeyên Kurdistanê çend mînakên di dîrokê de heyanî şoreşa ku bi Silogana Jin, Jiyan, Azadî hatiye destpêkirin û bûye yekemîn Şoreşa Jin ya Rojavayê Kurdistanê.

Ji Bakurê Kurditanê

Besê

Di serhildana Dersimê de Besê weke efsaneyek derdikeve pêş. Ji eşîra Alan e ya ku Dersîmê de herî bi nav û deng û hevjîna Seyit Riza ye. Bi welatparêzî, şerkerî û lehengiya xwe bandoreke pir mezin çêdike û li hember dijmin şereke pir dijwar dide. Dibin bombebarana balafiran de heyanê cebilxanya xwe bi dawî dike berxwe dide. Dema ku cebilxaneya wê xilas dibe bi keviran berxwe dide û pişt re ji bona ne keve destê dijmin xwe ji zinaran de diavêje. Serhildana Dersîmê de gelek jinên mîna Besê qehreman derdikevin. Tê gotin ku serhildana Dersîmê de nêzî 1500 jinên Kurd ji bona nekevin destê dijmin de weke Besê xwe ji zinaran de diavêjin yan jî xwe bi çeman de berdidin.

Gûlnaz Xanim

Di dîroka agîdiya jinên Kurdan de mînaka din a balkêş jî Gûlnaz Xanim e. Gûlnaz Xanim, serhildana Agîrî de di rêza herî pêş te nava serhildaran de cihê xwe digire. Ji bo parastina sivîlan bi artêşa Tirkan re ketiya nava şerên dijwar de. Tê gotin ku ” dibe tirsa dilê fermandarên Tirk”. Pişt re dîl dikeve destê dijmin. Dema ku bira û kurê wê tên kuştin, dewleta Tirk serî wan û serhildêrek din jê dikin û tîne nîşanî Gulnaz Xanim dikin. Jê dipirsin; “Ka bibîne tu vana nasdikî yan na!”. Gulnaz Xanim biserbilindî nêzî seriyan dibe; Bi lingê xwe serê Îzzed Beg nîşan dide û tenê dibêje “Ev serê birayê min e”. Piştre serê duyemîn nîşan dide û dibêje “Ev jî serê lawê min e”.  Dema ku tê ber serê sêyemîn bi dileke xemgîn dibêje “Heyfa viya bû, pêşmergeyekî xizmetkar û çalak bû”. Ew sekna Gûlnaz Xanim matmayî û bêdengiyeke kur li ser fermandarên Tirk dide çêkirin. Piştre vedigere fermandaran û wiha dibêje; “Berxê nêr ji bo kêr e!”.  Gulnaz Xanim 3 sal di zîndana Milazgir, Mûş û di wargehên leşkeran de dîl digirin û didin xebitandinê. Piştî 3 sal şûnde îdam dikin.

Mayan Xatûn

Di sedsala 19’an de jiyan kiriyê û keça mîreke Êzîdiye. Malbata Mayan Xatûn, êş û komkujiyên ku Êzîdî jiber bawariya xwe rûbirû mane têw jê re dibêjin. Mayan Xatûn bi çanda olê Yêzîdî tê mezinkirin. Li gorî wê çandê Meleka Tawus a ku jiber zanyariya xwe li hember xwedî serî radike ya rastî ji milê xwedî ve meleka herî zêde tê heskirine. Jiber ku xwedî zanyar û azadîxwaze. Ango Êzîdî xwedî çandeke zanyarî, azadîxwaz û serhildêrin. Jiber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastine. Mayan Xatûn jineke polîtîk, xwedî hêzeke ramanî bû. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Mayan Xatûn dibe rêvebera eşîra Êzîdiyan. Mayan Xatûn bi rêveberiya xwe ya bi adalet bandoreke pir mezin li ser gelê heremê dide çêkirin. Demekî kin de Mayan Xatûn rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê digire serxwe. Bi kesayeta xwe ya bihêz li ser rêveberên Tirk û Osmaniyan bandoreke pir mezin dide çêkirin. Mayan Xatûn di dîrokê de yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêweberiya heremekê dike. Jiber ku nava Êzîdiyan de statûya jinê pir jêre.

Ji Başûrê Kurdistanê

Hafse Xana Neqîp

Di 1891’ê de li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di salên şer de, nasnameyek girîng a jinekî bi zanabûna xwe jinên kurd rêxistin kirî û di jiyana civakî de bi bandor e.  Jinên ji ber xizanî û çewisandinê tengaviyê dijîn, xwe dispêrin Hafse Xanê. Ew, di aliyê civakî de rêvebera jinan bû. Xebatên xwe yên jin û Kurdistanê yên wê dihizirî ku pir dişibin hev, bi hevre dan meşandin. Di 1930’ê de, di derbarê mafên netewî yên kurdan de nameyekê dinivîse û ji bo Cemiyeta Miletan (NY) dişîne. Ev bi navê Kurdan destpêk bû. Hafse Xan, ji bo zanabûna jinên kurd pir zêde xebitî. Di damezirandina rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de cih girt û jê re serokatî kir. Her wiha dibistanekî şevê ya ji bo jinan xweser vekir. Ev, yekem dibistana Jinên Kurd bû. Ji bo alîkariya Komara Mihabadê ya di 1946’ê de hatî damezirandin xebitî. Paşê neçar bû biçe Îranê. Hafse Xana Neqîp her tim bawer kir ku, mirovatî di xetekî mirovperwerde dikare biguhere-veguhere. Hafse Xana Neqîp, yek ji nûnera çanda jinê ya dema xwe bû. Ji bo nasnameya xwe ya cins û nîjadî têkoşîn dida, bawer dikir ku divê hemû mirov li gor mafên xwe yên gerdûnî yên ji dayîkbûnê ve tên bijîn, wekhev nêzî mirovên ji her gelî dihatin dibû. Hafse Xana Neqîp ji ber nexweşiya penceşêrê, di 15’ê Nîsana 1953’ân de jiyana xwe ji dest da.

Ji Rojhilatê Kurdistanê

Qedem Xêr jinek e dilawer, xweşik û têgihiştî bû. Di şerên qebîleyan de ji zilamên qebîleya xwe re pêşeng û piştevanî dikir. Dem bi dem, dema ku qebîleya wan rastê êrîş û dorpêça dijmin dihat, ew Qedem Xêr bû ku bê tirs di nav agir û dengê tifingên dijmin de ji bo rizgar kirina qebîleya xwe erzaq û alavên leşkerî digihand û gelek caran jî ev tevgera wê ya wêrek dibû sedem ku herkes jê hêz bigire.

Qedem Xêr yek ji wan jinane ku di rêveberiya dewletê de cih digire û xwedî rol û mîsyoneke girîng e. Li Loristana ku dikeve bakurê Kurdistana rojhelat di demeke kin de nav û dengê wê bi dilawerî, wêrektî û cengawertiyê belav dibe. Qedem Xêr cihê birayê xwe digire û ji bo ku li dijî Şahê Iranê şerê azadîxwaziyê bide meşandin, ji artêşê re rêbertî dike. Weke vî şerî di gelek şeran de serkeftinên mezin bidest dixe. Didome…

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.