Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê 9’emîn salvegera êrişa li ser Çiyayê Qereçox û şehadeta şervanên YPG û YPJ’ê bibîr anîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê li ser Çiyayê Qereçox, 9’emîn salvegera êrişa li ser Qereçox û şehadeta şervanên YPG û YPJ’ê bi bîr anîn. Di bîranînê de hemû şêniyên bajêr û gundewarên girêdayî wê amade bûn.

Bîranîn bi xulek bêdeng li ser giyanê şehîdan dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd axivî û wiha got: “Gelê hêja û birûmet hazirbûna we li vir nîşana girêdana we bi nirxê herî pîroz re ye, nirxê şehîdan. Berî 9 salan dagirkeriya Tirk bi 10 balefiran êrişek hovane li vê navendê pêk anîn. Serweriya dewletekî binpê kirin, heya ku em nas bikin sedema vê binpêkirinê çi ye pêwîste em li dîrokê vegerin. Wek em dizanin Rojhilata Navîn bi giştî û xaka Mezopotameya bi taybet ji hezarên salan ve dergûşa şaristaniyê bû, gelek netewan li ser vê axê jiyan dikirin. Dewleta Tirk û hevalbendên wê yên ku berjewendiyên wan li ser vê xakê hene hêzeke herî qirêj dan avakirin û berê wan dan Sûriyê, seranserî cîhanê tu kesî nedikarî DAIŞê bişkîne, lê li Kobanê gelê Kurd bi lehengî û qehremaniyeke mezin hêza gelê kurd isbat kirin.”
Mihemed Seîd wiha bidawî kir: “Piştî serkeftinên ku li darketin û dawî li DAIŞ anîn navê YPG û YPJ’ê bû sembola şerê li dijî DAIŞ. Dewleta Tirk dît ku xeteriyeke mezin li ser berjewendiyên wê hene lewma hemû dewletên desthilatdar destek danê da ku êrişeke hovane li ser gelê Kurd pêk bîne. Ji ber ku çiyayê Qereçox navenda rêveberbûna şerê li dijî DAIŞ bû, çiyayê Qereçox bang li Çiyayê Qendîl, şengal û Sincar dikir ku ew heye û xwedî hêze, ev yek metirsiyeke li ser berjewendiyên dewletên desthilatdar çêdikir. Bila dewleta Tirk baş bizanibe çiqasî êrişî gelê kurd bike jî lê gelê kurd tune nabe û her wê li ser doza xwe be.”

Di berdewamiya bîranînê de jî li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Hediya Yûsiv axivî û wiha got: “Di şexsê şehîdên çiyayê Qereçoxê em hemû şehîdên şoreşa azadiya gelê kurd bi bîrtînin. Em rojeke pir bi êş bibîr tînin ji ber ku dagirkeran xwestin ku li mejiyê berxwedaniya me bixin. Ji ber ku ê şoreşa birêve dibe, berxwedanê bilind dike û serkeftin misoger dike mejiyê tekoşînê ye û çiyayê Qereçox jî ev rol lîst û şoreş gihand astekî herî bilind a berxwedanê. Lewma xwestin vî dengê vemrînin û îrade û moralê gelê me bişkînin, lê me di Rojavayê Kurdistanê de ji herkesî re isbat kir ku çiqasî em xwînê dirjînin jî lê li beramberî wan deha zêdetir em xwedî li şehîd û destkeftiyên xwe derdikevin. Em di qonaxeke nû re derbas dibin pêwîste em baş bizanibin birêve bibin, bi saya van şehîd û pekrewanan me karî em birsgirêka sereke çareser bikin, ew jî pirsgirêka hebûnê bû. Ji ber ku siyaseta qirkirin û tunekirinê ev sed sala li ser me tê ferzkirin bi saya vê berxwedanê me karî em vê yekê derbas bikin. Lê niha em têkoşîna azadiyê dikin, niha qonanxa em têde ji qonaxên din zehmettire. Em dixwazin rê li pêşiya şer bigirin, lê di her milî zextên ku şer careka din bînin meydanê hene.”
Bîranîn bi siloganên ‘Berxwedan Jiyane’ bidawî bû.






