Navenda Nûçeyan
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) raporeke nû derbarê êrîşên di pêvajoya şerê DYE-Îsraîl û Îranê de li ser Herêma Kurdistanê pêkhatine, belav kir. Di encama van êrişana de 22 kes jiyana xwe ji destdan û 101 kesên din birîndar bûn.
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) raporeke nû derbarê êrîşên di pêvajoya şerê DYE-Îsraîl û Îranê de li ser Herêma Kurdistanê pêkhatine, di 24’ê Nîsanê de belav kir.
Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê, bîlançoya êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi raporekê eşkere kir, naveroka raporê wiha bû: “Di nava 40 rojan de, artêşa Pasdarên Îranê û komên hevpeymanên wê li Iraqê 647 êrîş pêkanîne û di van êrîşan de 123 kes li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî, 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kesên din jî birîndar bûne, ji vê hejmarê giştî 24 kes welatiyên sivîl bûn. Piştî di 28’ê Sibata 2026’an de destpêkirina şer û êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Pasdarên Îranê û komên ser bi Îranê yên li Iraqê, rastî bi sedan êrîşên balafirên bê mirov û mûşekan hat. Ango ji destpêka şer heta ragihandina agirbestê di 7’ê Nîsanê de, 647 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin. Tevî ragihandina agirbestê jî, Îran û komên girêdayî wê li Iraqê êrîşên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kirin û ji 8’ê Nîsanê heta 24’ê Nîsanê, 48 êrîşên din pêkanîn. Bi vî awayî ji destpêka şer heta niha 695 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Di dema agirbestê de, kamp û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Iraqê armancên sereke yên êrîşan bûn. Li gorî beriya agirbestê, piraniya êrîşên niha rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Êrîşên ji 28’ê Sibatê heta ragihandina agirbestê (8’ê Nîsanê):
Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê, di nav çil rojên şer de (ji 28’ê Sibatê heta 8’ê Nîsanê), 647 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Piraniya êrîşan li ser konsolxane û baregehên leşkerî yên Amerîkayê bûn ku 277 caran êrîş hate kirin. Baregehên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihên sivîl, zeviyên neftê û parzûngeh, kompanyayên ragihandinê, saziyên sivîl û leşkerî yên ku beşdarî şer nebûne, di rêza duyem de bûn û 224 caran bûn armanc. Kamp û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilat li Herêma Kurdistanê di rêza sêyem de bûn û 146 caran bûn armanca êrîşan. Artêşa Pasdaran berpirsyarê ji sedan 31.8’ê van êrîşane û komên girêdayî wê jî ji sedan 68.2’ê êrîşan pêkanîne. Herwiha ji sedan 42.8’ê êrîşan li ser saziyên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bûn.
Êrîşên di dema agirbestê de (8 Nîsanê heta 24’ê Nîsanê):
Piştî ku di 8’ê Nîsanê de her du aliyên şer agirbest ragihandin û danûstandinên li Îslamabadê destpê kirin, dihat hêvîkirin ku êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê jî bisekinin û agirbest Herêma Kurdistanê jî bigire nav xwe. Lê Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê li Iraqê êrîşên xwe berdewam kirin. Di dema agirbestê de, Herêma Kurdistanê rastî 48 êrîşan hatiye. Ji vê hejmarê, Artêşa Pasdaran ji sedan 75’ê êrîşan pêkaniye û komên girêdayî wê yên li Iraqê jî ji sedan 25’ê êrîşên di dema agirbestê de pêkanîne. Ev yek nîşan dide ku li gorî beriya ragihandina agirbestê, piraniya êrîşan rasterast ji aliyê Artêşa Pasdaran ve hatine kirin. Di dema agirbestê de, piraniya êrîşan li ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilat bûn ku 37 êrîş hatin pêkanîn û ev jî ji sedan 77.1’ê tevahiya êrîşan pêktîne. Baregehên Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihên sivîl 7 caran hatine bombebaran kirin ku ev jî ji sedan 14.6’ê êrîşan bû. Di dema agirbestê de, herî kêm êrîş li ser saziyên dîplomatîk û serbazî yên Amerîkayê hatine kirin ku tenê 4 êrîş bûn û ji sedan 8.3’ê tevahiya êrîşan pêktîne. Ev jî wê rastiyê derdixe holê ku baldariya leşkerî ya Artêşa Pasdaran di dema agirbestê de, ji armanc girtina saziyên Amerîkayê guheriye ber bi armanc girtina baregeh û kampên partiyên Kurd ên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê. Her wiha agirbest û rawestandina şer a di navbera Amerîka û Îranê de, nebûye garantiyek ji bo rawestandina êrîşên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê.
Tevahiya êrîşan (28’ê Sibatê heta 24’ê Nîsanê):
Ji destpêka destpêkirina şer heta niha, 695 êrîş li ser Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn. Ji van êrîşan, ji sedan 34.8 rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin û komên girêdayî Îranê yên li Iraqê jî berpirsê ji sedan 65.2’ê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ne. Ji ber hebûna Konsolosxaneya Giştî û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Hewlêrê û herwiha hebûna herî zêde ya kamp û baregehên leşkerî yên partiyên Kurd ên Rojhilat, piraniya êrîşan li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê bûn. Parêzgehên Silêmanî, Dihok û Helebceyê, di warê rêjeya armanc girtinê de di rêzên duyem, sêyem û çarem de bûn.
Hejmar û rêjeya êrîşan li gorî sînorê parêzgehan:
-Hewlêr: 544 êrîş – ji sedan 78.3
-Silêmanî: 123 êrîş – ji sedan 17.7
-Dihok: 22 êrîş – %3.2
-Helebce: 6 êrîş – %0.8
Êrîşên bi rêya balafirên bêmirov, mûşek, topbaran û gulebaranan hatine encamdan bi vî awayî ne:
-551 êrîş bi rêya balafirên bêmirov ên xwekuj hatine kirin.
-131 êrîş bi rêya mûşekan hatine kirin.
-12 êrîş bi rêya topbaranê hatine kirin.
-1 êrîş jî bi rêya gulebaranê hatiye encamdan.
Armancên êrîşan:
CPT-Amerîka amancên êrîşên Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê yên li Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê, di sê grûpan de belav kirine. Grûpa yekem; saziyên dîplomatîk û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne. Grûpa duyem; partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi dehan salin li Herêma Kurdistanê ne û di kamp û niştecihên taybet de dimînin. Grûpa sêyem jî; Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, saziyên sivîl û fermî, cihên niştecihbûnê, navendên bazirganî û enerjiyê, malên welatiyên sivîl û ew saziyên ku ne beşdarî şerê Îran û Amerîkayê ne.
Hejmar û rêjeya êrîşên li ser van grûpan ji destpêka şer ve bi vî rengî ye:
-Konsulxane û baregehên serbazî yên Amerîkayê: 281 êrîş – ji sedan 40.5
-Saziyên sivîl, cihên niştecihbûnê û aliyên ne beşdarî şer: 231 êrîş – ji sedan 33.2
-Partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê: 183 êrîş – ji sedan 26.3
Ji 695 êrîşên bi balafirên bêmirov û mûşekan, 407 êriîş bi rêya sîstema parastina hewayî, êrîşên balafirên şer yan jî gulebarana rasterast, beriya ku li armancên xwe bikevin, hatine pûçkirin. Ango ji sedan 58.6’ê êrîşan hatine pûçkirin.
Ziyanên canî û madî
Ji 28’ê Sibatê heta 24’ê Nîsana 2026’an, di encama êrîşan de 123 kes li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî; ji wê hejmarê 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kes jî birîndar bûne. Ji hejmara giştî 24 kes ji qurbaniyan welatiyên sivîl bûn. Ji bilî ziyanên canî, êrîşan ziyanên madî yên mezin gihandine welatiyên Herêma Kurdistanê. Bi vî awayî, ziyan gihîştiye zêdetirî 67 xanî û cihên niştecihbûnê û 45 otomobîlên welatiyên sivîl. Tîma Kurdistana Iraqê ya CPT’yê, biryara dirêjkirina dema agirbestê bi dilxweşî pêşwazî dike. Lê li gel rawestandina êrîşên leşkerî yên aliyên vî şerî li dijî hev, pêwîst e demildest êrîşên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê jî bên rawestandin. Berpiryartî li ser hikûmeta Iraqê ye ku serweriya xaka Iraqê biparêze û komên girêdayî Îranê yên ku ji Iraqê êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, rawestîne. Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de ji bo tezmînkirina welatiyên ku di vî şerî de ziyan dîtine kar bikin. Ev yek jî li gorî yasaya jimara 20 ya sala 2009’an û yasaya jimara 57 ya sala 2015’an a guhertî di Encumena Nûnerên Iraqê de were kirin.”






