Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Parêzeran daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin

23/04/2026
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Parêzeran daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li pêş avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan û tê de daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin.

Bi daxwaza berdana dîlgirtiyên di zindanên hikumeta demkî ya Sûriyê de, Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li pêş avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişlo daxuyanîk da. Daxuyanî bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di despêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber şert û mercên heyî yên ku Sûriyê tê de derbas dibe, ji nav aloziyên siyasî, ewlehî û îdarî, mijara dîlgirtiyan ku ji aliyê hikûmeta demkî a Sûriyê ve hatine girtin, wekî yek ji mijarên mirovî û yasayî yên herî girîng derketiye holê, ku lêkolîn û xebateke berdewam herwiha helweseke cidî ji hemû aliyên peywendîdar jê re pêwist e. Di demên dawî de, daxwazên gelêrî û hiqûqî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê zêde bûn, ji ber aliyên wê yên mirovî yên kûr ku bandorê li rûmeta welatiyan û mafên wan yên bingehîn dikin û rasterast bandorê li malbatên girtiyan û tevahiya civakê dikin.”

Li ser bingeha rola pîşeyî û yasayî ya Yekîtiya Parêzeran li herêma Cizîrê û pabendbûna wê ya parastina maf û azadiyan, Yekîtiyê van tiştan piştrast dike:

Pirsgirêka girtiyan yek ji dozên herî bingehîn e ku xwedî aliyên mirovî û hiqûqî ye, nabe ku li derveyî çarçoveya peymana 29’ê Çileyê were çareserkirin an jî bi aliyê siyasî an danûstandinê were girêdan, ji ber ku ev rasterast mafên wan ên rewa, mafên malbatên wan û azadiyên bingehîn ên kesan binpê dike.

Yekîtî tekez dike ku pêwîst e hikûmeta demkî pabendî bi rêkeftina 29’ê Çileyê bike, ji ber ku ew nexşerêyek yasayî, siyasî û îdarî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, di nav wan de ya herî girîng jî mijara dîlgirtiyan e, ku bûye mijarek raya giştî û pêdivî bi çareseriyek bilez û berpirsiyar heye.

Yekîtiyê banga berdana dilgîrtiyan û vegera wan ji bo malbatên wan bêyî derengxistin dike.

Yekîtiya parêzeran tekez dike ku pêwîst e ev pirsgirêka mirovî ji her nakokiyeke siyasî bê alî bimîn e û bi giyanekî berpirsiyariya yasayî û exlaqî, bi awayekî ku bawerî û serweriya qanûnê zêde bike, li ser çareserkirina wê xebat bê kirin.

Yekîtiya parêzeran mafê xwe diparêze ku hemû tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigire û vê dozê bi rêyên qanûnî yên pêwendîdar bişopîne, da ku parastina qanûnî, parastina mafên girtiyan û muameleya wan a dadperwer misoger bike.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: ” Yekîtiya Parêzeran li herêma Cizîrê, li gel piştrastkirina van prensîban, bang li hemû saziyên çavdêriyê yên di hikûmeta demkî de dike ku bi cidî pabendî berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovî bibin û ji bo dîlgirtiyan vê dosyayê bi awayekî ku edalet pêk bîne, rûmeta mirovan biparêze û aramiya civakê vegerîne, bixebitin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.