Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Dêrikê biryara guhertina navên dibistanan red kirin

23/04/2026
in NÛÇE
A A
Xwendekarên Dêrikê biryara guhertina navên dibistanan red kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Yekîtiya Xwendekaran a bajarê Dêrikê bi rêya meşekê nerazîbûna xwe derbarê biryara hikumeta demkî ji bo guhertina navên dibistana ji navê şehîdan, nîşan dan.

Yekîtiya Xwendekaran a bajarê Dêrikê bi rêya meşekê nerazîbûna xwe derbarê biryara hikumeta demkî ji bo guhertina navên dibistana ji navê şehîdan, nîşan dan. Di meşê de hemû rêveber û mamosteyên dibistanan li gel xwendekaran amade bû.

Meş ji Desteya Perwerdeyê bi siloganên ‘zimanê me hebûna me ye, bê ziman jiyan nabe’ dest pê kir û li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mêtîngê.

Mêtîng bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdên azdiyê û rûmetê dest pê kir, paşê li ser navê Yekîtiya Xwendekaran daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin.

Di detpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em xwendekar Parêzvanê nirxên xwe yên civakî ne. Çanda me, zimanê me, dîroka me, şehidên me û hemû nirxên mẹ yên civakî xeta me ya sor e. Parastin û mezinkirina wan nirxan erkê me yê mirovahî ye. Bingehê wê jî ji perwerdê dest pêkiriye. Hikumeta demkî ya Şamê, di pevajoya dawî de êrişî mafên mẹ yên mirovahî dike. Xwesteka rakirina navê şehîdan ji dibistanan nêzîkatiyên li hemberî pirtûkên Kurdî û her wekî din vê yekê nîşan dide. Tu têkiliya van bi demokrasî û lihevhatinê re nîn e. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke ye, di serî de zarok û her gel xwedî wê mafê ye. Di heman demê de navê dibistanên me li ser navê şehîdên me ne û ev yek nîşaneya armanca me ya perwerdeyê dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Yên ku em gihandin vê rojê şehîdên me ne, em pêşeroja xwe li ser mîrateya wan ava dikin. Em weke xwendekarên Dêrikê êrişên ku li ser perwerdeya me ya bi zimanê dayikê herwiha li ser navê şehîdên me tên meşandin qebûl nakin û şermezar dikin. Em dibejin ku; ji bo pêşerojek bi rûmet, civakek azad û demokratîk em ê heta dawî mafên xwe yê perwerdeyê û nirxên xwe yên civakî biparezin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.