Solîn Mihemed/ Qamişlo
Razgirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê Luqman Yûsif diyar kir ku ew wek nivîskar roja pirtûkan a Cîhanî pîroz dibîne û wiha got: “Ez roja pirtûkan a Cîhanî li tevahî nivîskar û rewşenbîran pîroz dikim, îro cihê pirtûkên Kurdî bi saya wan hatine xuyakirin.”
Roja Pirtûkan a Cîhanî, her sal di 23’ê Nîsanê de ji aliyên tevahiya cîhanê ve ev roj tê pîrozkirin. Ev roj ji bo pêşxistina xwendinê, weşangeriyê û parastina mafên nivîskaran hatiye diyarkirin. Herwiha Roja Pirtûkan a Cîhanî ji kesên nivîskar û rewşenbîran re weke rojeke pîroz tê dîtin. Di derbarê mijarê de razgirê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Luqman Yûsif ji Rojnameya me re axivî.

‘Ez Roja Pirtûkan a Cîhanî li tevahî Cîhanê pîroz dikim’
Luqman anî ziman ku ew Roja Pirtûkan a Cîhanî li tevahî cîhanê pîroz dike û wiha got: “Ez wek nivîskarê Kurd roja pirtûkan a Cîhanî li tevahî nivîskar û rewşenbîrên Cîhanê pîroz dikim. Weke ku tê zanîn di vê dema dawî de rewşek tevlîhev çêbû lê ne tenê li Rojava li cîhanê tevahî, îro di riya pirtûkan re zimanzan wê nameya xwe dişînin ji gelê cîhanê tevî re. Ji xwe nivîskar bi rengekî sereke kar û xebata wî di riya pirtûkan re ye, ji ber vê yekê armanca wî her û her ku beşdarî pirtûkxaneya cîhanî bibe. Nivîskar ji çi pêkhateyî be beşdariya wî û alîkariya wî di pirtûkxaneya cîhanî de pir girîng e. Herwiha ji ber di cîhanê giştî de ne her nivîskar li ba hevin û ne jî her nivîskar li ba her miletekî ku êş û azarê dikşîne. Ji ber vê yekê nivîskar di riya pirtûkar re ramanên xwe dinvîse û derdixîne.”
‘Em bi hêvî ne ku hîn jî pirtûkên Kurdî di Cîhanê de deng vedin’
Luqman di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirtûkên Kurdî û wiha got: “Weke em dizanin ku berî kirîza Sûriyê zimanê Kurdî qedexe bû û nivîvsandina Kurdî qedexe bû û ji ber wê jî cihê nivîskar di astengiyê de bû ku karibe binivîsîne û pirtûkan çap bike. Lê piştî sala 2011’an em ketin qonaxeke din, dema ku Rêveberiya Xweser hat damezrandin êdî derfet çêbû ku nivîskar bi rengekî azad dest bi kar û xebetên xwe yên bi nivîsandina pirtûkan bikin. Piştire yên ku dixwestin bibin alîkar ji bo zengînkirina pirtûkxaneya Kurdî, derî li pêşiya wan vebû. Êdî di demên pêş de bi hezaran pirtûkên Kurdî hatin çapkirin. Ev bû cihekî serbilindahiyê ku îro çanda Kurdî bi hemû cûreyên xwe yên şano, helbest, çîrok, gotar yan jî di gelek warên din de pirtûk hatin çapkirin û weşandin. Êdî rewşa pirtûkxaneya Kurdî pir balkêş bû û bi pêş ket. Heya niha nivîskaran ji aliyên pirtûkan re kêmasî nexistinê û rewşek baş dane nivîsê û ji bo wê guhdanek baş bi zimanê Kurdî hate kirin. Êdî niha pirtûkên Kurdî li pêşengehên cîhanî têne derxistin û belavkirin. Herwiha cîhan bû alîkar di pirtûkxaneya Kurdî ya chanî de ku êdî dengê Kurdan û nivîskarên Kurdan bighêje wan. Ji bo vê ez bi hêvî me ku hîna jî pirtûkên Kurdî di tevahiya cîhanê de bêtir deng vedin. Herwiha bi şêweyekî bêtir guhdan û pêşektîtir pêk werin da ku em bikaribin berdewamiya van belavbûnan bikin û van belavbûnan bikin nivîsa Kurdî û pirtûka Kurdî di seranserî cîhanê de.”
‘Ez hêviya serkeftinê ji hemû nivîskarên Kurdî re dixwazim’
Luqman di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser pirtûkên nivîskaran û wiha got: “Ji ber miletê me yê Kurd di seranserî cîhanê û di dîrokê de di bin çewsandinê de bû û bi zimanê xwe qedexe bû. Ev hemû bû sedemek ku em hinekî li paş bimînin, ji ber rewşên awarte yên ku bi ser me de dihatin. Lê piştire ji aliyên din de jî derfeta ku çêbûyî êdî hişt ku ew kombûna Ramanan û herwiha ew dil şewat û daxwazên nivîskar yên di ser hev de mabûn di riya pirtûkan re derxistin ji derve. Ji ber vê yekê gelek kêmasî çêbûn û gelek pirtûk ne di wê asta heyî de bûn ku bêne belavkirin û bikevin ber destên xwêneran. Ji ber her nivîskarek dema ku xwazibe pirtûkekê çap bike pêwiste di bin çavdêriya saziyên rewşenbîrî re derbas bibe. Lê ne ew e ku her nivîskarek berê xwe bide çapxaneyê û belav bike. Birastî êdî ev bi rengekî neyînî li çanda Kurdî û li nivîskarên Kurd bi giştî tê kirin, ji bo vê çi pirtûkek yan jî çi berhemekî nivîsakarekî be divê di bin çavdêriy re derbas bibe û bi awayekî kesayetî van kiriyarên çapkirinê berdewam nekê. Ji ber çi nivîskarek bêje şaştiyê min tune ne lê dema ku çavdêrî lê vedigere yan jî kesekî ku bixwên e helbet wê dîtineke wî din li ser hebe. Ji xwe di dema niha de gelek nivîskarên me pir bûne, yek jê Yekîtiya nivîskarên Sûrî û herwiha van Yekîtiyên din û desteya çandê ku bêtirî van nivîskaran herî baş pirtûkên wan li ser doza Kurdî hatiye axaftin û hatiye şîrovekirin, ev jî dibe cihekî şênaziyê ji van nivîskarên ku xwe bexiş kirin û li ser doza Kurdî nivîsandin. Ji ber dem dema ku îro nivîskarên me zêde berê xwe bidin tişta ku karibin di riya pirtûkên xwe re berevaniyê di ber doza xwe re bikin, da ku ev miletê me bighêje mafê xwe yê rewa. Di dewiyê de ez di Roja Cîhanî a Pirtûkan de hêviya serkeftiyê ji hemû nivîskarên Kurd di pêşveçûna ziman û çanda Kurdî re dixwazim.”






