Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ahenga Xelatên Kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok li Qamişlo hat lidarxistin

22/04/2026
in NÛÇE
A A
Ahenga Xelatên Kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok li Qamişlo hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekitiya Ragihandina Azad ahenga ragihandina Xelatên Kedê yên Şehîd Mezlûm Bagok li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar xist.

Di ahengê de nûnerên sazî û dezgehên çapemeniyê, rojnamevan, malbata şehîd Mezlûm Bagok û nûnerên saziyên civakî û çandî tev li çalakiyê bûn.

Di destpêka ahengê de sînevizyoneke der barê rojnamegeriya Kurdî hat pêşandan.

Piştre bi nave Yekîtiya Ragihandina Jinê Emel Mihemed axivî û wiha got: “Dîroka ragihandina me ya Kurdî heye û her li pey vê dîrokê em ê bimeşin. Niha jî tiştê herî girîng ji me re gereke em weke rojnamevanên Kurd em bikaribin hemû rojnamevan careke din bibin yek û ji bo dîroka Kurdîtiyê kar bikin. Herwiha em dibînin ku çiqas dixwazin Kurdan tune bikin û qir bikin û çanda Kurdan hilweşînin. Lê helbet qehremanên li pêşiya wan sekinîn û ev dîrok derxistin îro. Dive em weke YRJ jî bi diha zêdetir xwedî li şoreşa jin derbikevin, yên ku li Rojavayê Kurdistanê heyî û wê her hebê li ser vê esasê jî wê xebatek rast bide meşandin. Disa ez di vê rojê de hemû hevallên xwe yên rojnamevan pîroz dikim û ev sal bibe sala azadî û lihevkirinê.”

Paşê li ser navê gernatiya ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Birahîm axivî û wiha got: “Gelê Kurd çawa di zehmetiyê re derbas bû çapmenî jî wisa di van zehmetiyan re derbas bû. Ji ber ku rojnamevanên kurd xwestin ku bighên heqîqeta vê civakê û her tim rastiya vî gelî didan rojevê. Îro jî li Rojavayê Kurdistanê wek ku çawa şoreşa me ya di Rojava de şoreşekî çandî, siyasî û civakî bû helbet şoreşek rojnamevanî jî bû. Herwiha gele rojnameyên ku kar dikirin û rêya rastiya bûyeran didan şopandin dihatin girtin û di gelek zehmetiyan re derbas dibûn. Lê ema rojnamegeriyan dirajt kemîreya xwe ku behsa têkoşîna vî gelî dikir bi bênûs û keda xwe. Ji ber vê yekê xwedî derketina li vê şoreşê îro erkekî sereke ye. Tekoşîna ku van gelan ji bo cîhanê tevahî jiyan kirî  dane pêş herwiha xebatên ku gelên Kurd kirine jî dane pêş, û xebatên çapemeniyê jî asta herî serek ye di cîhanê de. Heger roj tarî dikirin şewqa herî xort ji çapemeniyê dihat pêş.”

Piştî ku hemû axaftin hatin bidawîkirin ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad ve rojnamevanan bi xelatên ku nûçegihaniya wan a profesyonel û wêrek nas dikin xelat kirin. Ev xelat her sal di sê astan de tê dayîn, navneteweyê Kurdî û yên Rojava. Îsal pênc rojnamevan hatin xelatkirin, ku sê ji wan ji Rojava bûn.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.