Navenda Nûçeyan
Rêxistina Efû ya Navdewletî bang hikumeta demkî ya Sûriyê kir ku divê demildest ji bo binpêkirinê ku li ser gelên Sûriyê tên kirin werin bidawîkirin û tekez kir ku nebûna lêkolînên serbixwe û berpirsyariya rasteqîn êşa qurbaniyan girantir dike.
‘Komkujiyên mezhebî li Beravê pêkdihatin û sûcdar hîna nehatine darzandin’
Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di komkujiyên beravê de Hezar û 557 Elewî hatine kuştin, bi dehan jin hatine revandin û destdirêjî li wan hatine kirin, herwiha bi sedan ciwanên elewî hatine girtin û heta niha çarenûsa jimareke mezin ji wan ne diyar e. Rêxistinê di raporekê de ku duh Sêşemê belav kir, destnîşan kir ku komkujî yên li deverên Berava Sûriyê, ku di encamê de zêdetirî 1400 kes hatin kuştin, di nav nebûna lêkolîneke navdewletî ya serbixwe de sûcekî şer e. Tevî destpêkirina darizandinên sînordar, hejmareke mezin ji kesên ku destê wan di komkujiyan de heye hîn jî nehatine cezakirin.
‘Revandina jin û keçan li pêş bû li Beravê û Siwêdayê’
Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di komkujiyên Siwêdayê de zêdeyî 2 hezar û 48 Durzî hatine kuştin û gelek mal û milkên welatiyan hatine talankirin û şewitandin. Rapor bal kişand ser zêdebûna bûyerên revandina jin û keçên biçûk, bi taybetî li Lazqiye û Tartusê ku bi dehan bûyerên girêdayî daxwazên fîdye û zewaca bi zorê hatine belgekirin. Rêxistinê rexne kir ku ew wekî ‘têkçûna hikumetê ya eşkere di lêkolînên cidî de’ ye û nayê qebûlkirin, û anî ziman ku hikumeta Sûriyê van binpêkirinan tiştekî biçûk dibîne. Li Siwêdayê, Rêxistina Efû kuştinên bêserûber û dûrî hesabxwestinê li Sweida belge kirin, di bûyerên ku di nav malan de qewimîn, bi dehan sivîl, di nav de jin û mêr, jiyana xwe ji dest dan. Tevî ragihandina avakirina komîteyên lêpirsînê, lê heta niha encamên berbiçav nehatine pêkanîn.
‘Kêmbûna alîkariyên navdewletî kirîza mirovî kûrtir dike’
Rêxistinê hişyarî da li ser kûrbûna qeyrana mirovî ji ber hişkesaliya dijwar û kêmbûna hilberîna çandiniyê û destnîşan kir ku bi milyonan Sûriyeyî hewcedariya lezgîn bi alîkariyê ne, di demekê de ku alîkariyên navnetewî kêm dibin, şert û mercên jiyanê aloztir dike.
‘Zêdeyî 100 hezar kes hîna winda ne’
Herwiha rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku ji sala 2011’an û bi şûn de zêdetirî 100 hezar kes hîn jî winda ne, ev yek jî bi giraniya eşkere di karê desthilatdarên têkildar de ji bo diyarkirina çarenûsa wan tê pêkanîn, tevî ku malbatên qurbaniyan nerazîbûna xwe ji ber nebûna gavên pratîk û cidî li ser vê pirsgirêkê nîşan dan. Rêxistinê rapora xwe bi dawî kir û bal kişand ser pêwîstiya dadmendiya veguhestinê ku hemû qurbaniyan bêyî aliyek were paşgukirin di nav xwe de bigire, banga berdana kesên ku hatine girtin, misogerkirina darizandinên adil, herwiha destûr da komîteyên lêkolînê yên navneteweyî ku bi temamî bigihêjin cihên binpêkirinan. Di heman demê de daxwaza zêdekirina alîkariya mirovî ya navneteweyî kir û pêkanîna fişarê li ser hikumeta demkî ji bo rawestandina binpêkirinan û bidestxistina lêpirsînê.
Paşguhkirina Rêxistina Efû ji komkujiyên dijî Kurdan!
Ji despêka Şoreşa Rojava, dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî, êrişên ser Bendava Tişrînê, Şehba, Şêxmeqsûd, Eşrefî û tevahiya Rojava yên dawîn bi sedan Kurd li ser destê komên çekdar, hikumeta berê û ya niha ya demkî, bi piştgiriya dewleta Tirk û hêzên navdewletî yên ku destwerdan di dosya Sûriyê de dikirin, hatine kuştin. Di heman demê de bi hezaran Kurd hatine desteserkirin, revandin û bi darê zorê hatine koçberkirin jî. Lê Rêxistina Efû ya Navdewletî ev dosya gelê Kurd paşguh kir. Gelê Kurd ku beşek ji şoreşa Rojava û tevahiya Sûriyê qet vê paşguhkirinê qebûl nake û ew ê her tim bangewaziyê li rêxistinên navdewletî yên mirovî bike ku li hemberî wan bi erkê xwe rabin.






