Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRD: Têkoşîna mezin a ji bo rastiyê hate meşandin, îro jî wê berdewam be

22/04/2026
in NÛÇE
A A
YRD: Têkoşîna mezin a ji bo rastiyê hate meşandin, îro jî wê berdewam be
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Giştî ya YRD’ê Roja Rojnamevaniya Kurd pîroz kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin ku di oxira eşkerekirina rastiyê de canê xwe feda kirin.”

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya YRD’ê wiha ye:

Di serî de Mazlûm Dogan ku bi eşq û lêgerîneriya  bezin a heqîqetê, bi berpirsyariya wijdanê exlaqî yê civakî, bi armanca xwedîderketina li wezîfeya bilindkirina dengê civaka demokratîk û gelê me beriya bi 48 salan bi rê ket û kevneşopiya çapemeniya azad da destpêkirin, Gûrbetellî Ersoz, Mûsa Anter, Seyît Evran, Gulistan Tara, Azîz Koyluoglû û Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan ên li Rojava di şopandina nûçeyê de şehîd bû û kedkarê mezin ê kevneşopiya Çapemeniya Azad a 40 salan Huseyîn Aykol û di şexsê wan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniya azad bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê armancên wan pêk bînin ku di oxira wê de canê xwe feda kirin.

Em Roja Rojnamevaniya Kurd li hevalên xwe yên rojnamevan ên Kurd hemûyan pîroz dikin ku ji rojên tarî yên ku hebûna gelê Kurd dihate înkarkirin, qirkirina fîzîkî û çandî lê dihate ferzkirin gihand wan rojan ku têkoşîna hebûn, ziman û nasnameyê bi rengê herî xurt tê meşandin, di vê oxirê de ked, hewldan û berdêlên giran dan, êşkence dîtin, bi dehan salan li girtîgehan hatin mehkûmkirin, neçar man derkevin derveyî welat û hîn jî li gel her cûre zext û zrdariyê jî ji bo ronîkirina rastiyan li pey nûçeyan wezîfeya xwe bi cih tînin. Em di karê wan de serketinê dixwazin.

Di serdema heyî de medya veguheriye amûra bingehîn a rizandina exlaqê civakî. Çanda derewan a ku bi dezenformasyon û manîpulasyonê hatiye afirandin, li nava civakê tê bicihkirin. Halbûkî medya ku divê bibe dengê aştî û demokrasiyê yê navbera gelan û baweriyan, ji her demê bêhtir veguheriye dengê şer û tundiyê. Şerê ku ji bo qezenca komek ji sermayedaran tê kirin, 24 saetan bi armanca şerê psîkolojîk bi zindî tê weşandin. Weşangeriya neteweperestî, nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û berdana hev a gelan tê rewakirin. Di medyayê de tundiya li jinê, kuştin, ziyana li xwezayê ji bilî objeyeke nûçegihaniyê nabe tiştekî cuda. Di nava medyayê de ji bo tundiya li jinê û ziyana li xwezayê hincet têne afirandin û nîşandan. Ya herî girîng jî ew e ku akademîsyenên ku qaşo divê zanyar bin, li ser ekranan kiryarên antî demokratîk ên desthilatdariyê li civakê ferz dikin. Yek rengî û yek dengî weke amentuyekê pêşkêşî civakê dikin. Medya veguheriye kargeheke hilberîna derewan ku gav bi gav civakê bi dojehê dide qayilkirin.

Bi taybetî li hemberî şerê ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn tê ferzkirin, li herêmê bi taybetî jî li Tirkiyeyê pêwîstî bi afirandina demokrasî û aştiya navbera gelan û baweriyan heye. Bi vê armancê zêdeyî salek e Rêber Apo li Tirkiyeyê pêvajoyek daye destpêkirin. Hewldanên Rêber Apo gelekî hêja ne ku li nava mercên Zindana Îmraliyê ji bo afirandina Aştî û Civaka Demokratîk têdikoşe. Lê belê hin saziyên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, careke din hate dîtin bê çiqasî li dijî aştî û demokrasiyê ne. Ev ziman bi kêrî gelên Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn nayê. Ev yek rojnamevanî nîne, lê belê berdevkiya şerxwazane.

Di vê demê de ku heqîqet ewqasî parçe bûye û tine tê hesibandin, bêguman weke doh wê îro jî hinek hebin ku rastiyê dinivîsînin, rastiyê dibêjin û rastiyê diweşînin. Di navbera yên ku dixwazin rastiyê veşêrin û tine bihesibinînin û yên ku dixwazin rastiyê derxînin holê û pêşkêşî civakê bikin têkoşîneke mezin berê hate meşandin, îro jî wê bê meşandin.

Li ser vê bingehê em Roja Rojnamevaniya Kurd careke din li wan hevalên xwe yên rojnamevan pîroz dikin ku bi eşqa heqîqetê wezîfeya xwe ya civakî bi rengekî hêja bi cih tînin û di karê wan de serketinê dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.