Stêrk mihemd/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ebûd Mexso diyar kir ku eger em dixwazin Sûriyeke hevpar ava bikin pêwîste sembol û nirxên gelan werin parastin û wiha got: “Ala kesk, sor û zer sembola hebûna gelê Rojava ye.”
Di 18’ê nîsanê de ji aliyê keseke êlî a bi navê Hisên El Hiso li çarxereya zorî a bajarê Qamişlo bi guleyan êrişî ala Kurdî kir. Vê boyerê di nava gelê Kurd de neqebûlkirinek mezin çêkir. Gelê Rojava tevahî rabûn ser piyan û ji bo parastina nixr û sembolên xwe daketin qadan. Ji bo Sûriyeke hevpar ku têde parastina mafê tevahî gelan were kirin pêwîste sembol û nirxê gelan were parastin.
‘‘Ala me hebûna me ye’’

Ebûd Mexso destnîşan kir ku ala Kesk, Sor û Zer sembola hebûna gelê Rojava ye û wiha got: “Di destpêka sedsala 20’an de Kurdistan ji 2 parçana bû 4 parçe her dewlet, netew û partiyek logo û alên wan yê taybet hene ew al sembola wan diyar dike. Dijmin ji destpêka sedsala 20’an de heya roja me ya îro dixwaze sembol û ala Kurdan ku nûnertiya netew, nasname û çanda Kurdan dike ji holê rabike. Em weke Kurdên li Rojavayê Kurdistanê ala Sek, sor û zer sembola hebûn, çand û hunera me ye. Êrişa li ser alê tê wateya êrişa li ser gelê Kurd bixwe. Îro li Rojavayê Kurdistanê dema ku êriş li ser sembol û ala Kurdî tê kirin tê wateya ku êriş li ser hebûna gelê Kurd di Sûriyê û di vê qonaxa nû ku em têre derbad dibin dike. Ew êrişa li çarxereya zorî ku niha navê wê hatiye guhertin û bûye çarxereya Qamişlo êriş bi hişmendiya kevneperest û nijadperest bû. Îro em ber bi Sûriyeke ku tevahî gel, netew û pêkhate di nava xwe digire diçin ku wê mafê gelê Kurd bi taybet tê de were parastin, ew kesên şûfînîst ku dixwazin sembola Kurdan bê wate bikin, wê tevahî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li baramberî wan bisekine, wê yekê qebûlnake û wê hertim parastina nirxên Kurdî bikin.”
‘‘Eger em Sûriyeke hevpar dixwazin pêwîste sembola gelan were parastin’’
Ebûd Mexso da zanîn ku ew al bi xwîn û keda şehîdan hatiye hildan û wiha pê de çû: “Eger em dixwazin ber bi Sûriyeke hevpar ve biçin pêwîste sembol û nirxên netew û pêkhateyan were parastin. Ala ku nûnertiya me dike û sembola hebûna me diyar dike ew ale. Ev al ji bo Rojavayê Kurdistanê rumet û hebûna me ye, ev al bi hêsanî nehatiye bi keda hezarên Şehîd û birîndaran hatiye bi berxwedanî û berdêla gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi nav û deng bûye. Êrişa li ser vê alê tê wateya êrişa li ser rumeta gelê Kurd li Rojava, ku em tu carî vê yekê qebûlnakin.
Îro Rojavayê Kurdistabê di pêvajoya entegrasyonê re derbas dibe, di heman demê de hate raghandin ku di destûra Sûriyê de wê mafê Kurdan were parastin eger daxwaz pêşeroke bi ewle ji Sûriyê re yê pêwîste sembolên ku gelê Kurd temsîl dike werin parastin da ku ev pêvajo bi serbikeve. Kurd xwedî dîrokek kevnarin ku pelên wê bi têkoşîn û berxwedaniyê hatiye nivîsandin heya roja me ya îro ev berxwedanî berdewam e. Ji destpêkirina Şoreşa Rojava heya roja me îro gelê Kurd û şervanên Rojava di bin sîwana wê alê de jiyan dikin û şehîd dikevin. Ev 14 salin gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina sembol û destkeftiyên xwe têkoşîn û berdêlên giran dide. Divê ji îro û pêve jî ev destkeftî û sembol di Sûriya pêşerojê de werin parastin herwiha rêz û nirx jê re were dayîn.”
‘‘Pêwîste em ji planan re hişyar bin’’
Hevserokê Ofîsa rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Ebûd Mexso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em derfetê nedin ew kesên ku dixwazin di nevbera Kurd û ereban de nakokiyan çêbikin. pêwîste em ji van planan re hişyar bin û em karibin van planan bi hişmendiya demokrasî, wekhevî û aştiyê têk bibin. Ala Kesk, Sor û Zer ku temsîla me dike li tevahî cîhanê hatiye naskirin ku ev sembola netewa Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye. Kesê ku êrişî vê alê dike wê rastî kelemên gelekî mezin werin, ji ber ku gelê Rojava xwediyê vê alê ye û wê her biparêze. Ji bo parastina vê sembolê di destûra Sûriyê ya nû de têkoşînek mezin dixwaza û wê gelê Rojava vê têkoşînê heya dawî bimeşîne.
Xaka Rojava bost bi bost bi xwîn û keda Şehîdan hatiye avdan. Gelê Rojava bi berxwedanî û têkoşîna xwe plane qirkirinê li ser herêmê têk bir di heman demê de parastina ked û sembolên xwe jî kirin û heya niha jî ev yek di nava Rojava de tê dîtin dema êriş li ser sembola Kurdî li çarxereya Qamişlo ku ji aliyê yek ji mîlêsên rêjîma Baas bû niha jî bûye kesyetek êlî gelê Rojava li tevahî bajaran rabûn ser piyan û nerazîbûna xwer diyar kirin gelê Rojava êrişa li ser sembolên xwe qebûl nakin ji ber ku ew xwediyê wê sembolê û hebûn ne. Gelê Kurd a Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina sembol û nasnameya xwe herdem amade û hişyarin.”






