Ayşa Silêman/ Dêrik
Muzîxaneya Mema yek ji kevintirîn muzîxaneya alavên kevnare li gundê Sermesaxa Banî ya girêdayî Girkêlegê ye, ev muzîxane di nava xwe de hemû çûreyên alav û amûrên kevnar yên kurdewarî dihewîne.
Çand û mîrasa gelê Kurd
Çand û mîrasa kurdî, wekî yek ji kevntirîn û dewlemendtirîn şaristaniyên Rojhilata Navîn e, xwedî dîrokeke kûr û piralî ye. Gelê Kurd, wekî gelê xwemalî yê Mezopotamyayê û çiyayên Zagrosê ye, bi hezarê salan mîraseke bêhempa ya ku ji ziman, huner û wêje pêk tê, parastiye. Ev mîras ne tenê nîşana raboriya vî gelî ye, lê di heman demê de stûna sereke ya nasname û hebûna wan a neteweyî ye.

Di nava vê çanda rengîn de, zimanê Kurdî bi zaravayên xwe yên cuda, bingeha ragihandin û parastina vê mîrasê ava dike. Ji dengbêjiya ku dîrok û janên gel bi stran û klaman vedibêje, heta destanên wekî “Mem û Zîn” ku ruhê evîn û berxwedanê nîşan didin, her parçeyekî vê çandê behsa berxwedanekê û daxwazeke mezin a jiyanê dike. Her wiha cejnên wekî Newroz, ku sembola nûbûn û azadiyê ye, mîrasa kurdî bi xwezayê û gerdûnê re girê dide. Muzîxaneya Mema jî yek ji mîrasên kurdî ye ku her parçeyek ji wê serdemek û bûyerekî li cem mirovan vejîn dike.
Muzîxaneya Mema
Mihemed Mûrad ku welatiyê ji gundê Sermesaxa Banî bû, 30 salên wî bû ku li seranserî welat û ji derveyî welat, alav û amûrên kevnar ên girêdayî çand û mîrasa gelê Kurd li gel xwe dikirîn û kom dikir. Her amûrek xwedî çîrok û wateyeke cûdaye ku dîroka Kurdan vejîn dike. Di sala 2021’an de piştî bidawîbûna wî ji kombûna alavan dest bi vekirina Muzîxaneyê kir, navê muzîxaneyê kir Mema li ser navê eşîra wî ya Mema. Wî gelek ked da heya ku karî vê yekê biser bixe û çand û mîrasa kurdewarî biparêze û xwedî lê derkeve. Di vê muzîxaneyê de hemû cûreyên destar, merşik, alavên çandiniyê ku her yek ji wan di serdemekî de dihat bikaranîn. Her wiha gelek cûreyên kûzên av, qehwe, ça û qedehên kevnar jî hene, li kêlek wê gelek tizbî û diyariyên binirx jî têde hene. Lê mixabin piştî vekirina Mihemed Mûrd bi çend mehan ji muzîxaneyê re sedema veyrûsa korona wî jiyana xwe ji dest da. Lê malbata wî xwedî li vê mîrasa wî derketin û li ser şopa Mihemed Mûrad man.
Xwîşka wî Erwa Mûrad anî ziman ku ew her cara ku alav û tiştên kevnar dibînin dikrin û di muzîxaneyê de bicih dikin, armanca wan jî xwedîderketina vê mûzîxaneyê ew e ku filklor û keltûra kurdî biparêzin. Di heman demê de xwîşka Mihemed Mûrad Erwa Mûrad da zanîn ku heye yek jî ji malbata wan heye ew ê vê mûzîxaneyê berdewam bikin, her wiha nîşan da ku gelek kes tên serlêdana me dikin ji bo mûzîxaneyê û daxwaza kirîna hin tiştên wê jî dikin lê ew qebûl nakin çanda kurdewarî winda bibe. Malbata Mihemd Mûrad hêviya xwe anîn ziman û gotin ku ew dixwazin ku hertim zarokên dibistana werin serlêdana mûzîxaneyê bikin da ku kiltûra kurdî nas bikin û ew jî xwedî lê derkevin.






