Esmihan Gedro/Qamişlo
Her sal di 22 Nîsanê de, ji bo bilindkirina hişmendiya parastina jîngehê, kêmkirina qirêjiya hewayê û pelavkirina çanda parastina xwzayê, Roja Cîhanî ya Erdê bi semîner û kampaniyên xwezayê tê pîrozkirin.
Di roja erdê ya cîhanê de li ser asta cîhanê li nêzî 2 hezar zanîngeh û peymangeh, li nêzî 10 hezar dibistan pîrozbahî tên lidarxistin. Herwiha nêzî milyarek mirov vê rojê bi rêbazên cuda pîroz dike. Rêxistinên jîngehê hewl dane ku roja erdê veguherînin rojek çalakiyê da ku hişmendiya parastina jîngehê li pêş bixin.
Roja cîhanî ya erdê her sal di 22`ê Nîsanê de tê pîrozkirin
Roja cîhanî erdê ya navneteweyî her sal di 22`ê Nîsanê de tê pîrozkirin. Ev bûyerek cîhanî ya salane ye ji bo bilindkirina hişmendiya jîngehê, kêmkirina qirêjiyê û parastina gerstêrkê ye. Çalakî cara yekem di sala 1970`an de hate destpêkirin, niha ji zêdetirî 193 welatan beşdar dibin.
Têgeha Roja Cîhanî ya Erdê wekî bertekek li hember trajediyek ku demek dirêj berê qewimî. Dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber şerê li dijî Vîetnamê di têkoşîneke siyasî û aborî de derbas bû ku çerxa pêşveçûna aboriya wê bi bihayê çerxa tenduristiya jîngehê ya paşveçûyî, ji ber xerckirina zêde ya gaz û kargehan, hat holê. Karesata mirovî di sala 1969`an de çêbû dema ku zêdetirî 3 tanker petrol rijand nav Okyanûsa Pasîfîk û ev bû sedema mirina gelek zindiyan. Van hemû tiştan bûn sedema nîşankirina roja cîhanî ya erdê. Dive ji bo belavkirina hişmendiya parastina erdê û jîngehê di nav mirovan de salan e çalakî bên li dar xistin. Ger em dixwazin hebûna mirovahiyê li ser wê berdewam bikin divê em parastina wê bikin.
Armanc û çalakiyên ku di roja cîhanî de tên çêkirin
Armanc, bilindkirina hişmendiyê li ser pirsgirêkên jîngehê (qirêjbûn, guherîna avhewayê) û teşwîqkirina çalakiyan ji bo parastina jîngehê bikin. Ev roj bi dîroka 22`ê Nîsanê hate hilbijartin û ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve bi fermî tê pîrozkirin. Herwiha çalakiyên Kampanyayên paqijkirinê, çandina daran, çalakiyên perwerdehî û atolyeyan tên li dar xistin. Kurte, di sala 1970 an de wekî tevgereke bingehîn li dewletên Yekbûyî ji bo parastina jîngehê dest pê kir.
Herwiha bermahiyên şer û teqemeniyên neteqiyayî xaka çandiniyê jehrî dikin û rê li ber gundiyan digirin ku erdên xwe biçînin. Ev yek dibe sedema”çolbûna erdê” û xerabûna axê.
Kê roja erdê damezrand ?
Çima cîhan di çareserkirina kuna ozonê de bi ser ket lê di çareserkirina guherîna avhewayê de lawaz ma? Dema ku Senator Nelson vegeriya Washintonê, pêşnameyek pêşkêş kir ku 22`ê Nîsanê bibe betlaneya neteweyî ji bo pîrozkirina gerstêrka erdê. Fikra li pişt roja cîhanî ya erdê ew bû ku bibe rêyek ji bo beşdarkirina welatiyan di pirsgirêkên jîngehê de û anîna wan pirsgirêkan di rojeva neteweyî de.
Çima roja erdê bi vî navî tê binavkirin?
Navê wê ji darên berûyê yên ku li herêmê pir şîn dibin hatiye girtin. Bermahiyên daristaneke berûyê ya kevnar hîn jî li wir têne dîtin. Dara berûyê cureyekî berûyê ye. Herwiha Rûbera erdên berûyê bi qasî 42,000 donimî tê texmînkirin, çand. Di salên 1970 an de, Îsraîlê hewl da ku 17,000 donimî ji vê erdê desteser bike. Da ku wê veguherîne herêmeke leşkerî ji bo artêşa Îsraîlê. Piştî van hewldanan serhildana roja cîhanî ya erdê dest pê kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Çîn û nêzîkî 120 welatên din di roja erdê ya 2016`an de Peymana Parîsê ya dîrokî îmze kirin. Îmzekirina peymanê şertek sereke ji bo ketina meriyetê ya projeya peymana parastina avhewayê ya dîrokî dihewîne, ku ji hêla 195 welatên ku di Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2015`an de li Parîsê amade bûn, bi yekdengî hate pejirandin. Di konferanseke UNESCO`yê ya sala 1969`an de li San fransikoyê, çalakvanê aştiyê John Mcconnell rojek pêşniyar kir ji bo rêzgirtina li erdê û têgeha aştiyê.
Di roja me ya îro de tevî pîrozkirina Roja Cîhanî ya Erdê jî, lê xeteriyên mezin li jîngeh û xwezaya erdê heye, sedema sereke jî bikaranîna zêde ya petrolê û berdewamiya şeran li ser asta cîhanê. Tevî bangên ji bo parastina jîngehê, lê ev bang tenê dimînin wekî silogan û nayên pêkanên.






