Navenda Nûçeyan
Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî rêjeya darvekirinan li Îranê di sala 2025 û 2026’an derketiye asteke bilind a tirsnak ku ji sala 1989’an û vir ve ev rêjeya herî bilind ku hatiye tomarkirin.
Di raporeke hevbeş a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights) a navenda wê li Norwêcê û rêxistineke Fransî ya bi navê Together Against the Death Penalty, eşkere kir ku hejmara darvekirinên ku sala borî hatine tomarkirin li gorî sala 2024’an ji sedî 68 zêde bûye, ku di sala 2024’an de hejmara darvekirin 975 kes bûn û di nav kesên ku hatine darvekirin de 48 jin jî hene.
Metirsiyên zêdebûna zetx û zordariyê
Herdu rêxistinan hişyarî dan ku dibe ku rayedarên Îranê di heyama pêş de, bi taybetî piştî xwepêşandanên di meha Çile de û şerê dawî yê bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re, bikaranîna cezayê darvekirinê berfireh bikin.
Di raporê de hat gotin ku “metirsiyeke cidî” heye ku Tehran di qonaxa bê de darvekirinan bêtir wekî amûrek “tepeserkirin û kontrolkirinê” bikar bîne.
Zêdetirî 4 darvekirin di rojê de
Li gorî raporê, rojane ji çar darvekirinan zêdetir pêk tê. Rêxistinê piştrast kir ku ev hejmar asta herî kêm a diyarkirî ye, li gorî du çavkaniyên serbixwe, ji ber ku rayedarên Îranî piraniya darvekirinan bi fermî ranagihînin.
Hişyarî derbarê girtiyan
Di raporê de hişyarî hat dayîn ku bi sedan xwepêşanderên girtî hîn jî di xetereya cezayê darvekirinê û bicîhanîna cezayên de ne, piştî ku bi sûcên têkildarî xwepêşandanên Çileya 2026’an bi cezayê darvekirinê hatine tawanbarkirin.
Herî zêde Kurd û Belûc hatin darvekirin
Di raporê de hat destnîşankirin ku Kurd û Belûc di nav kesên ku hatine darvekirin yên herî zêde ne. Rêxistinên mafên mirovan, di rapoara xwe de da zanîn ku di krîza heyî de darvekirin dikarin zêde bibin û bang li civaka navneteweyî kirin ku nerazîbûnên xwe nîşan bidin.
48 jin hatin darvekirin
Li gorî raporê, 48 jin hatine darvekirin, ku ev hejmar di 20 salên dawî de hejmara herî zêde ye. Rêxistinên mafên mirovan, dibêjin ku darvekirin ji bo zextên siyasî û kontrola civakî têne bikaranîn. Rêveberê IHRê, diyar kir ku rayedar hewl didin bi avakirina atmosfera tirsê xwepêşandanan bitepisînin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, jî diyar dike ku Îran li gorî nifûsa xwe yek ji wan welatan e ku hejmara herî zêde ya darvekirinan lê tê sepandin.
Bîlançoya bidarvekirinan ji destpêka sala 2026’an
Metrsî zêde dibin ku sepandina cezayê darvekirinê li Îranê vediguhere siyasetek daîmî û sîstematîk ji bo bêdengkirina opozisyonê û çareserkirina hesabên siyasî di bin perdeya sûc û yasayî de. Dane nîşan didin ku pergala dadwerî ji bo kêmkirina zexta ji ber zêdebûna hejmara girtiyan di girtîgehan de lez dike ku cezayan bicîh bîne. Pirsgirêka darvekirinê di sala 2026’an de taybetmendiya herî berbiçav a rewşa navxweyî ya Tehranê dimîne.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di du mehên pêşîn ên sala 2026an de herî kêm 141 darvekirin li Îranê tomar kiriye. Di nav de çar jin. Wekî din, IHRNGO di heman heyamê de 531 raporên din ên darvekirinê wergirtiye, ku ew nekariye bi awayekî serbixwe piştrast bike.
Di heman demê de li gorî raporekê ku Toreya CBS News ya Amerîkayê weşandiye ku rapora xwe li ser daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Îranê amade kiriye, tê de diyar kir ku di sê mehên pêşîn ên sala 2026’an de (656) ji aliyê rêjîmê ve hatine darvekirin, belge kiriye.






