Gulîstan Xalid
Rojnamegeriya Kurdî ne tenê rojeke ragihandinê ya di warê pêşeyî de ye û her dema sal nirxandinên ku bi wesîleya salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî tê kirin, ne tenê ji bo bîranîna dîroka pîşeyekê ye; lê herî zêde jî dîroka têkoşîna gelê Kurd e. ew di heman demê de tê wateya bîranîna têkoşîna gelekî ji bo hebûn, xwe-îfadekirin û azadiyê ye. Çapemeniya Kurdî, ji pratîkek medyaya klasîk wêdetir, di dîrokê de deng, bîr û qada berxwedanê ya nasnameyeke bindest bûye.
Rehên rojnamegeriya Kurdî di bin şert û mercên dijwar de hatine danîn. Qedexe, sirgûn, girtin û zext beşek girîng a vê kevneşopiyê bûne. Lêbelê, tam ji ber vê sedemê, çapemeniya Kurdî ji mekanîzmayeke hilberîna nûçeyan derbas bûye; ew bûye hilgirê têkoşîna ji bo azadî, rastî û nasnameyê. Vê kevneşopiya rojnamegeriyê ne tenê agahî veguheztiye, lê di heman demê de şekil jî daye hişmendiya kolektîf a gel.
Bi salan , dengê rastiyê li ser axa Kurdistanê her tim bi asteng û qedexeyan re rûbirû bûye. Lêbelê, ev şert û mercên dijwar nekarîn asta berxwedanê û xwesteka gotina rastiyê rawestînin. Ji ber vê yekê, rojnamegeriya Kurdî di bin şertên siyasî û civakî yên dijwar de hat avakirin û bi demê re bû kevneşopiyeke ragihandina azad.
Di şertên ku qada ragihandinê bi kontrol û sansûr tê rêvebirin de, rojnamegeriya Kurdî wekî dengekî alternatîf derket holê. Ev derketin ne bi hêsanî bû; gelek rojnameger, nivîskar û kedkarên ragihandinê bi zindan, şer, tundûtûjî û tecrîdê rûbirû bûn. Lê ev şertên dijwar bûn ku rojnamegeriya Kurdî xurtir kirin, ji ber ku her asteng bû sedem ku ew zêdetir bi rastiyê ve girêdayî bibe.
Rastiya rojnamegeriya Kurdî ev e ku ew her tim li gel gelê xwe meşiya. Ew ne tenê ragihandina nûçeyan kir, lê her wiha bû amûrekî hişmendî û ragihandina şuurê civakî. Di şertên ku nasnameya Kurdî tê inkarkirin de, rojnamegeriya Kurdî bû qada ku ziman, çand û dîroka gelê Kurd tê parastin û pêşvebirin. Ev taybetmendî ew ji gelek modelên ragihandinê yên din cûda dike.
Heta roja me ya îro, rojnamegeriya Kurdî di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe yê girîng parastiye. Ew her tim li ser xeta berxwedanê maye û bi her şertî xebat kir ku rastî bi civakê bigihîne. Bi taybetî di Rojava de, piştî şoreşa civakî û siyasî, rojnamegeriya Kurdî gihîştiye asteke nû. Li vir, ragihandin ne tenê di warê sazîbûn de xwe fereh kir, lê her wiha bi rêxistinek demokratîk û civakî re hat avakirin. Jinên rojnameger, ciwan û beşên cihêreng ên civakê jî di vê qadê de rolên pêşeng girtin.
Asta ku rojnamegeriya Kurdî li Rojava gihîştiye, di gelek aliyan de nebesiyên xwe hebe jî lê di heman demê de nîşana vê yekê ye ku dema şertên demokratîk çêdibin, ragihandin jî dikare pêşve here û bi bandor bibe. Li vir, ragihandin bûye qada ku hem rastî tê parastin û hem jî civak tê avakirin.
Di encamê de, kevneşopiya ragihandina azad ya Kurdî, ku di şertên herî dijwar de hat avakirin, îro gihîştiye asteke ku dikare bi hêz û bawerî pêşve here. Heta ku ev kevneşopî bi rastiyê, berxwedan û girêdana bi gelê xwe re bidome, bê guman rojnamegeriya Kurdî ê bi serkeve û dê her tim bibe dengê azadiyê.






