Hasan Ağaç
Lezkirina têkiliyên di navbera Rojava û Şamê de di demên dawî de nîşan dide ku li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. Ev têkiliyên li Şamê ne tenê pêvajoyeke danûstandinên teknîkî nîşan didin, lê di heman demê de têkoşîneke bingehîn li ser wê yekê jî nîşan didin ku wê Sûriyeyek çawa were avakirin. Ji ber vê yekê, nirxandina van bûyeran di bin sernavê teng ê “entegrasyonê” de ne bes e. Ji ber ku tiştê ku diqewime ne li ser tevlîbûna dewletek heyî ye; ew li ser destnîşankirina bingehên ku dê pergala nû avakirin e.
Mijarên ku hatine nîqaşkirin bi zelalî vê rastiyê nîşan didin. Çarçoveyek berfireh tê de heye, ji avahiyên leşkerî û pêvajoya rêveberinê bigire heya di herêmên parvekirina aborî, pergala perwerdê, pênasekirina hemwelatîbûnê û nîqaşên destûrî. Mijarên berbiçav ên wekî qadên petrolê, deriyên sînor, naskirina zanîngehan û derbasdariya bawernameyan nîşan didin ku pêvajo ne tenê li ser ewlehiyê ye, lê pêvajoyeke ji nû ve avakirinê ya berfireh e. Lê, taybetmendiya herî berbiçav a vê pêvajoyê nebûna modelek zelal e. Rastiya ku QSD bi tevahî nehatiye hilweşandin, ku çavkaniyên herêmî heta radeyekê hatine parastin, û ku derfetên ji bo nûnertiya siyasî hatine vekirin nîşan dide ku çareseriyek yekalî tune. Berevajî vê, nûnertîya sînorkirî ya ji bo Kurdan, hewldanên kêmkirina nûnerên jinan, û rastiya ku statuya YPJ (Yekîneyên Parastina Jin) hîn nehatiye zelalkirin nîşan dide ku pêvajo jî rastî astengkirinên cidî tê. Ev wêne nîşan dide ku kiryarên ku di xetereyê de ye ji entegrasyonê bêtir lêgerîna hevsengiyê ye. Lê, pirsgirêk ne tenê hevsengiyek teknîkî ye. Mijara diyarker a rastîn a pêvajoyê pevçûna du hişmendiyên cûda ye. Li aliyekî, hişmendîyekê ku navendî, serwer û desthilatdar û tûndrew a dewletê heye; li aliyê din, modelek xwecihî, rêxistinkirî, beşdariya civakî û demokratîk heye. Eşkere ye ku ev her du hişmendî bi xwezayî tengezariyê dihewînin. Ev tengezarî bi awayekî berbiçav di pêşketinên li ser ruyê erdê de xuya dibe. Hewldanên sînordarkirina nûnertiya siyasî ya Kurdan, tengkirina rola jinan di nav pergalê de, û hewildanên serweriya destkeftiyên civakî qelsiya pêvajoyê eşkere dikin. Êrîşên li ser nirxên Kurdan li Qamişlo û berteka civakê jî nîşanek vê tengezariyê ya berbiçav e.
Ji aliyekî din ve, pêvajo tenê bi şert û mercên herêmî ve sînordar nîne. Piştgiriya YE ji bo pêkanîna peymanê nîşan dide ku qadên aborî û siyasî ji bo destwerdanên navnetewî vekirî bûn. Ev yek eşkere dike ku pêvajo bi hevsengiyên cîhanî ve jî girêdayî ye. Danûstandin û daxuyaniyên dawî yên ji qadê tên xisleta rastîn ê pêvajoyê bi zelaltir eşkere dik e. Her çend gavên entegrasyonê hatine avêtin jî, tê dîtin ku pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe, pergala navendî û sazûmanî hîn nehatine damezrandin, û di warên rêveberin û nûnertîyê de jî hîn pirsgirêkên cidî hene. Pirsgirêkên wekî nûnertiya jinan û statuya YPJ careke din nîşan didin ku pirsgirêk ne teknîkî ye, lê rasterast mijarek hişmendiyê ye. Ji ber vê yekê, pêdivî heye ku tiştê îro diqewime bi awayekî rast were pênase kirin: Ev ne pêvajoyek lihevhatinê ye, lê rewşek hevkariyê ya pêwîst e. Partî li dora heman maseyê dicivin, lê bi armancên cûda tevdigerin. Dema ku Şam dixwaze serweriya xwe ya hindirîn xurt bike, Rojava hewl dide ku model û destkeftiyên xwe biparêze. Pirsgirêka herî girîng di vê pêvajoyê de ev e ku gelo destkeftiyên heyî dikarin werin parastin. Ji ber ku pêvajoyên wiha, dema ku bi awayekî rast werin birêvebirin, dikarin rê li ber avakirina modelek nû vekin; dema ku bi awayekî xelet werin birêvebirin, ew dikarin bibin sedema têkbirina destkeftiyan. Rojeva ku di vê gavê de diyarker e ne peymanên ku li ser maseya danûstandinan tên kirin, lê hêza rêxistinkirî ya li ser erdê, hevgirtina civakî û vîna siyasî ye. Modela ku ji hêla Rojava ve hatî pêşkêş kirin di dilê vê pêvajoyê de ye. Rêbertiya jinan, avahiyek pir-nasnameyî û pergalek herêmî ya rêxistinkirî nîşan dane ku şêwazek jiyanek alternatîf di erdnîgariyek ku ji aliyê dagirkera ve hat dabeşkirin de gengaz e. Pergalek ku bêyî parastina vê modelê hat damezrandin nikare mayînde be. Di encamê de,kiryarên ku di vê pêvajoyê de diyarker e ne tevlîbûna pergala heyî ye, lê parastina hêza civakî û siyasî ya ku dê destkeftiyan biparêze ye. Hêza Rojava ne tenê di hebûna wê ya leşkerî de ye, lê di heman demê de di avahiya wê ya civakî ya rêxistinkirî û israra wê ya li ser modela xwe de ye. Ger ev were parastin, pêvajo dê veguhere derfetek; ger qels bibe, hevsengî dikare zû veguhere windahiyên mezin.






