Lîloz Hisên/Qamişlo
Xwediyê patozekê bi navê Şivan Ezîz Hemo diyar kir ku wan dest bi amadekirina patozan ji bo demsala çinînê kirine û got, “Buhabûna mazotê bandorê li ser mûçeyên karkeran dike, barê cotkaran giran dike, herwiha bandorê li ser heqê lênerîn û sererastkirina patozan dike.”
Dema çînîna berhemên çandiniyê nêzîk dibe, lewma her kes amadekariyên xwe dikin, di nav de jî xwediyên patozan, di van deman de dest bi amadekariyên deraseyên xwe dikin, lênerîn û sererastkirin bi temamî ji bo ku kêmanî di dema çinînê dernekeve û karîgeriya wê xurt bibe, dikin.
Di vî derbarî de xwediyê patozekê bi navê Şivan Ezîz Hemo ji rojnameya me re li ser amadekariyên xwe dike û behsa zehmetiyên ku li hember wan derdikeve vedibêje.

Şivan Ezîz Hemo diyar kir ku her sal di destpêka buharê de ew dest bi amadekirin û lênerîna patozan dikin berî ku ew herin li ser çinînê û wiha anî ziman: “Ji 1’ê meha Nîsanê ve me dest bi amadekirina derasyan kiriye, em lênerînê dikin berî ku em herin li ser erdan, da ku di dema çinînê de pirsgirêk û xirabûna deraseyan kêm be hem jî karîgeriya wan baş û xurttir bibe.”
Bandora buhabûna mazotê li ser werzê çinînê
Şivan Ezîz Hemo piştrast kir ku werzê çandiniya îsal bi xêr û berket e û wiha berdewam kir: Tevî ku demsala çandiniya îsal bi xêr û berket e, lê ji ber buhabûna mazotê bandoreke mezin li ser xwediyên deraseyan hem jî li ser cotkaran çêbûye û her du alî xisarê di vî derbarî dê bibînin eger pirsgirêka mazotê neyê çareser kirin. di heman demê de pirsgirêka buhabûna mazotê dibe sedem ku lêçûnên sererastkirin û lênerîna deraseyan jî bilind bibe ku rasterast bandorê li me nîşan dide. Herwiha bandorê li ser cotkaran dike ka wê heq destê karkeran bide, çi jî lêçûna deraseyan hem jî xirabûna deraseyê eger di dema çandiniyê de çêbibe, ev yek barê cotkaran pir giran dike. Em hêvî dikin ku buhayê mazotê kêm bibe û nirxekî taybet ji bo me bê diyar kirin.”
Cudahiya buhayê sererastkirina deraseyan a îsal û ya borî
Şivan Ezîz Hemo wiha diyar kir: “Tevî ku sala borî rewşa çandiniyê nebaş bû jî lê sererastkirin û lênerîna deraseyê tenê gihaşt hezar dolarî. Îsal lêçûna sererastkirina dpatozê dibe ku bighêje 2 hezar dolarê Amerîkî. Ji bo her derasekê 3 ajokar hene daxwazên heq destên wan kêmî hezar dolarî qebûl nakin, 6 terzîkarên deraseyê hene her yek daxwaza 350 dolarî dikin di heman demê de du ajokarên terektorê ne, her yek 800 dolarî dixwazin, ji ber vê yekê niha me karê xwe rawestandiye.”
Zehmetiya îsal û banga kêmbûna mazotê
Şivan Ezîz Hemo di dawî de hêviyên xwe anî ziman da ku buhayê mazotê kêm bibe û wiha qedand: “Em daxwaz dikin ku mazot bi nirxekî kêm ji me re bê diyar kirin, ji ber ku her tişt girêdayî mazotê ye. Pirsgirêka me ya sereke û bingehîn tenê ev e, em hêvî dikin ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, wê hem barê me hem jî barê cotkaran sivik bibe.”






