Solîn Mihemed/ Qamişlo
Rêveberê Navenda Elektirîkê li bajarê Qamişlo Fayiq Ehmed diyar kir ku ji bo belavkirina elektirîkê li ser hemû taxên Qamişlo tîmên wan xebatên sererastkirinê berdewam dikin û wiha got: “Em niha li hemû cihan xetên elektirîkê sereras dikin da ku em elektirîkê bidin gel”
Piştî demeke dirêj ji qutbûna elektirîkê li Kantona Cizîrê, careke din kar û xebat tên kirin da ku alektirîka giştî bighêje her derê.
Di derbarê mijarê de rêveberê navenda Elektirîkê ya li bajarê Qamişlo Fayiq Ehmed ji Rojnameya me re axivî.
‘Wê carek e din elektirîk bighêje bajarê Qamişlo’

Fayiq Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di vê dema dawî de me wek navenda elektirîkê dest bi kar û xebatên elektirîkê li bajarê Qamişlo kiriye. Me pilansazîk ji 7’ê Nîsanê ve dest pê kiriye ji bo ku em karibin elektirîkê bidin bajarê Qamişlo bi giştî. Ji wê rojê de û heya îro nêzî 70’ê tirans û cihên belavkirina elektirîkê li bajarê Qamişlo hatine sererastkirin. Ev kar bi tîmeke pispor tê meşandin, her hin endamên desteya elektirîkê li cihekî ne, da ku lênerînan ji cihên belavkirina elektirîkê re çêbikin. Di destpêkê de me ji xeta Zeyîtûniyê, piştire Emran, Cemarik û Mesakin û xeta taxa Cûdî kar da meşandin û xebatên me dewam dikin.”
‘Heya niha Kar û xebatên desteya elektirîkê di asteke baş de ye’
Fayiq Ehmed da xuyakirin ku xebatên wan di asteke baş de tê meşandin û wiha got: “Niha me ji bo kar û xebatên elektirîkê asteke baş derbas kiriye. Niha xeta Zeyîtûniyê û saziyên wê hemû hatin tamîrkirin û hazirkirin. Em niha elektirîkê ji xeta Zeyîtûniyê re, rojê çar yan jî pên seatan didin. Di wê xetê de terensek ji derveyî xizmetê ye ku hemû tiransên wan hatine dizîn û talankirin ji ber wê em hewil didin di van rojan de wê derê bidawî bikin. Ji xwe seatên elektirîkê yên werin dayîn ji bajara re, nediyare ji ber ku qaseya elektirîkê ku ji seda Firatê tê herêma Cizîrê têrî nake. Lê em niha bi kesên telekdar yên li ser karê elektirîkê disekinin di liberhevxistinekê de ne da ku elektirîk ji Cizîrê re û bi tayîbet bajarê Qamişlo ku bi qaseyeke baş were dayîn. Da ku em seatên elektirîkê zêde bikin û bidin milet. Ji xwe weke karê ku were meşandin di van herdû rojan de em ê taxa Cûdî bixin xizmetê.”
Xetên Elektirîkê yên navendên xizmetguzariyê
Fayiq Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser elektirîka xizmetî û wiha got: ” Niha gelek xetên me yê xizmetî hene ku bi awayekî rast elektirîk ji wan re tên. Xetên ku elektirîk ji wan re tên jî weke xetên avê, nexweşxane, embar û bîrên avê ku heya niha elektirîk li ser wan nehatiye qutkirin. Weke ku em dizanin ev elektirîk ji xeta Firatê û bi riya xeteke tenê derbasî Cizîrê dibe, ji ber vê yekê wê elektirîk her tim hebe. Lê herî caran ku tiştek ji xetên elektirîkê neyên û pirsgirêk ji wê xeta Firatê dernekeve, wek din wê belavkirina elektirîk li ser milet berdewam be. Dema ku em sererastkirina elektirîkê li ser xetan bidawî bikin piştire em ê elektirîkê bidin welatiyan.”
Girîngiya parastina elektirîkê
Fayiq Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî û bengewziyên xwe anîn ziman û wiha got: “Heya ku barê elektirîkê giran nebe û pirsgirêk li ser xetên elektirîkê dernekevin em bi hêvî ne ku welatî ji aliyê amûrên elektirîkî yên malê baldar bin. Herwiha bengewaziya me ji hemû gelê me heye bi tayîbet malbatên ku li derdorên saziyên belavkirina elektirîkê bicihbûyî ne, da ku karibin wan terensan biparêzên ji bo ku careke din neyê talankirin, dizîn û xirabkirin. Di demên pêş de em ê hewil bidin ku seatên elektirîkê ji milet re zêde bikin. Di dawiyê de jî careke din bangewaziya me ji Rêveberiya Xweser ya kantona Cizîrê re heye ku hemû derfetên elektirîkê ji me re peyda bikin da ku em pirsgirêkên elektirîkê bi giştî sererast bikin.”
Tîmên sererastkirina xetên elektirîkê
Tîmeke taybet ji bo tamîrkirina trafoyên stasyona tirênê.
Tîmeke taybet ji bo tamîrkirina xetên 20 kV û torên wan.
Du tîm li ser nûjenkirin û tamîrkirina torên voltaja nizm dixebitin.
Du tîm li ser parastin û nûjenkirina stasyona trafoyê li Qamişlo dixebitin.
Tîmek tayîbet di paqijkirina stasyonan û parastina şkênerên dorhêlê û pergalên valahiyê yên di stasyona trafoyê de.
Tîmek taybet ji bo keşefkirina xirabûyên li ser xetên bin erdê yên 20 kV li Qamişlo.
Tîmek ji bo sereraskirian serikên kabloyên 20 kV û rijandina qutiyên bin erdê û jor li ser wan.
Komîteyên pispor navend û stasyonanên ku li hemberî xirabûn û diziyê di dema berê de hatine sererast dikin.






