Ehmed Hesen
Her çend sîstemên welatan bi riya serhildan û şoreşan hatine guhertin, lê ev hesret her û her di dilê civakên birçiyê azadiyê de ma, ji ber ku piranî sîstemên ku hatin guhertin, di rastiya xwe de nehatin guhertin, ango tenê kesayet û peykerê ji derve ve hatin cîlakirin û di nava xwe de faşîzma herî fireh pêk anîn, lewma jî ew hesreta civakan a ber bi azadiyê ve li badilhewa çû û kete xizmeta hêzên serdest û hegemonîk, lê carcaran û her demekê li cih û demên cuda weke volkanekê ji kûrahiyê xwe hil dide û çirûskekê pêdixe, ji şoreşa Fransayê ya 1789 heta şoreşa Kobayê ya sala 1953-1959 ya ku di bin pêşengtiya Fîdel Kastro, Tişî Gîvara, Kamîlo Sînfîgos, Raoul Kastro, Xiwan Al Mîda û Rênê Ramos Lator de pêk hat her tim serhildana koleyan li dijî zilma celadan zindî bûye û domiye. Her çend her şoreşek xwedî qabîle û taybetiyeke cuda be jî, di encamê de di nava xwe de hinek azadiyên gelan dihewîne, ev yek jî hêviyeke ji bo gelên bindest ku careke din karibin bigîhêjin mafên xwe yên rewa. Lê bi firehbûna bandora şoreşa Îndustiryalîzm û pêşketinên amûrên şer û teknîkî re, pir şoreş û serhildan bi xwînê bi encam bûn û bûn sedema qirkirina bi milyonan mirovan, lewma jî li rex van serhildanan her tim deriyê çareseriyan vekirî bû. Di roja îroyîn de jî ev maf bi rê û rêbazên destûrî têkoşîna wê tê kirin, lê dîsa jî paşguhkirina mafên civakan di nava sîstemên dewletgeriyê de cih digire, ev hêzên ku bi pêşengtiya Îngilîstan û Emerîkayê tên tevgerkirin dixwazin di sîstema cîhanê ya nû de dawî li van serîhildanan bînin û bi şêwazeke modern kontrola xwe li ser wan bikin. Ev şêwaz jî dorpêçkirina aborî û çandî ye, ji aliyekî ve gelan bi birçîbûnê re rû be rû dihêlin, li aliyê din riyên bejahî û deryayî li wan digirin û kontrola xwe li ser dikin, bi vî rengî hem vîna wan dişkînin, hem jî bi hêsanî wan mehkûmî radestbûnê dikin. Ji bo wê jî şoreşa ku tenê di aliyên serhildan û leşkerî de teng bifikire, wê bi rewşên giran re rû be rû bimîne, vaye têkçûna Îranê û hinek tevgerên Erebî vê yekê piştrast dike, heta ku civak di nava xwe de nebe vîneke mezin û bi hesab gavên xwe neavêje, guman heye ku bi tunekirina fîzîkî re rû be rû bimîne, gelê Sûriye ji bo azadiya xwe bi dest bixe 14 salan xwîn rijand û bi mirinê rû be rû ma, îro li kolanan daxwaza hêsantirîn mafên xwe dikin, ew jî baştirkirina rewşa aborî ye, tevî ku di destpêka serhildanên xwe yên li dijî sîstema Baasê de siloganên wan “azadî û jiyaneke bi rûmet bû” , vaye azadî û jiyana bi rûmet a ku ji bo wê qurbaniyên mezin dan, nikare nanê wan jê re peyda bike, sedema sereke jî ew e ku nikarîn ji bo parastina rûmeta xwe bibûna îradeyeke rastîn. Mixabin ew hesreta jiyaneke azad her tim di nava giyana wan de lêdide, carcaran bi mirina xwe encam dibe, carcaran jî diherike xwe dişewitîne û dijminê xwe jî dişewitîne.






