Ayşa Silêman/ Dêrik
Di 25’ê Nîsana 2017’an de dewleta Tirk a digirker ji bo têkbirina destkeftiyên Şoreşa Rojava, bi awayek nemardene bi balafirên şer, êrîşê çiyayê Qereçox kirin. Di wan êrişan de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn. Armanc ew bû ku bi wan êrişên hêviyên gelên herêmê bişikîne”
Di 25’ê Nîsana 2017’an de, dewleta Tirk êrişeke asmanî li ser Çiyayê Qereçoxê pêk anî. Ev êriş di derengiya şevê de dest pê kir û Navenda Ragihandinê û cîhên leşkerî û saziyên YPG’ê yên li Çiyayê Qereçoxê kirin armanc. Bi vê yekê xwest vîna gelê kurd bişkîne û tirsê belav bike lê gelê kurd hêrs û hevgirtina wan xurtir bû û xwedî li doza xwe derketin.Di encama bombebarana dewleta Tirk li ser çiyayê Qereçoxê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn û 18 şervan jî birîndar bûn. Her wiha zirar gihişt navenda ragihandinê, stasyona radyoyê û gelek avahiyên fermandariyê bi temamî hatin rûxandin. Ev êriş di dîroka Şoreşa Rojava de xaleke giring bû ji ber ku cara yekem bû ku Tirkiyê rasterast û bi vî rengî navenda fermandariya giştî ya YPG’ê li kûrahiya axa Sûriyê bombebaran dikir. Di wê demê de YPG‘ê hêza sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî bû di şerê li dijî DAIŞê de, ev êriş bû sedema nerazîbûnên navneteweyî. Piştî êrişê, li seranserê Rojava û Kurdistanê gel bi hêrs daketin qadan. Bi deh hezaran kes beşdarî merasîmên şehîdên Qereçoxê bûn û ev roj di bîra gelê herêmê de wek roja “Berxwedana Qereçoxê” cih girt.
Di derbarî salvegera êrişa li ser Çiyayê Qereçox hemwelatiyê bi navê Fêsel Hisên û rojnemevana Radyo Rojava Dilcîn Elî ji Rojnameya me re axivîn.
‘Dewleta Tirk ne mirovahî ne jî wijdan nas nake’

Hemwelatiyê bi navê Fêsel Hisên diyar kir ku ew yek ji şahidê bûyera êrişa hewayî a ku li ser çiyayê Qereçox pêk hatî bû û wiha got: “Ez ji gundê Girê Şêra yê jêr im, lê ez û 3 hevalên xwe li navenda Beroj a genim bûn me parastina embarên genim dikir. Destpêkê dema dengê balefirê dihat me hîs dikir ku ev dengê taviyên nîsanê ne, lê dema deng zêde bû me dît ku gelek balefiran êrişî çiyayê Qereçox kirin û duxan bi ser çiya ket. Dema ev bûyer rû da ez û hevalên xwe hîn di nav danûsatandina de bûn balefireke bê mirov li navenda genim da. Her yek ji me bi aliyekî ve çû û her yek bi şêwazekî cûda hewil da xwe ji navenda genim derxe hîn me hewildanên xwe dikirin du balefirên din ên bêmirov li navendê xistin.”
Fêsel Hisên axaftinên xwe wiha domand: “Êrişkirina dewleta Tirk li ser embarên genim û stasiyonên av û elekitrîkê tê wateya êrişa li ser mirovahiyê, armanca wê qirkirina gelê kurd li ser axa wê ya dîrokî ye. Dewleta Tirk dûrî mirovahiyê, demokrasiyê û ol e, bav û kalên me ji kesên nebaş re digotin ma tu Tirkî ev tê wateya ku çi mirovekî bê exlaq, bê hest û wijdane. Dewleta Tirk jî esasê wê ew e ku ne mirovahiyê dizane û ne jî exlaq û wijdan li gel heye, ji bilî êrişkirin û rijandina xwînê tu tiştê din nizane. Cihê ku bûyî armanca êrişa wê cihê ku mirov sûd jê digirt lewma armanca wê ew bû ku hemû cihên xizmet guzarî tune bike da ku gel tune bike, em êrişa 25’ê Nîsanê şermezar dikin û ji gelê xwe re dibêjin ku bi siyaseta dewleta Tirk a qirêj neynê xapandin, divê em hişyar bin ji lîstokên wê re.”
‘Tu êriş nikarin rê li pêşiya dengê heqîqetê bigre’

Pêşkêşvana Radyo Rojava Diljîn Elî a ku cihê xwe di Radiyoya dengê Rojava FM de digre anî ziman êrişa li ser çiyayê Qereçoxê buyereke giran bû. Her şahadeteke ku tê jiyîn barê me girantir dike û wiha got: “Em êrişa 25’ê Nîsanê yên li ser Qereçoxê bi taybet hedef girtina radiyoya dengê Rojava şermezar dikin. Bi wan êrişan xwestin ku hêviyên me tune bikin lê ev hedefgirtin bû sedema xurtbûnê ku radiyoya dengê Rojava heya roja îro di vê astê de kar û xebatên xwe dide meşandin û isbat kir ku tu êriş nikarin rê li pêşiya dengê heqîqetê bigre. Li ber çavê herkesiye ku radiyoya dengê Rojava heya roja îro berdewam dike, êrişa ku di 25’ê Nîsanê de rû dayî bû sedem ku em karê xwe ektîvtir bidin meşandin û bi xurtbûnekî zêdetir di milê weşan, bername û endamên wê de kar bi rêve biçe. Sedema hedefgirtina radiyoya Rojava ew bû ku karûbû dengê heqîqetê yê çarparçeyên Kurdistanê ji raya giştî re bide xuyanî kirin. Her wiha weşana wê jî li ser medyaya civakî karûbû bibe dengê heqîqetê, ji ber vê yekê êrişên hovane li ser radiyoyê hat kirin.”
‘Dengê Rojava FM bû bersivdayînek ji dijmin re’
Diljîn Elî axaftina xwe wiha domand: “Şehadeta hevalên me li cem me cihê êşê bû, lê me nehêşt ku dengê hevalên me werin tepisandin û heqîqeta ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin were veşartin. Heya roja îro jî radiyoya me ji hedefgirtina bê par nemaye, lê mixabin dagirkerî her dixwaze teşwîşê bavêje li ser weşana me û her dixwaze rojnemevanên me bikin hedef. Lê ev yek nebû asteng ku xebatkar gavekî bi şûnde bavêjin yan karê radiyoyê qelis bibe, berûvajî wê herkesî bi israr kar kir ku rastiya Rojavayê Kurdistanê derxînin. Her kesê ku di xwest dengê Rojava bi rûxîne, dengê Rojava bû xurtbûnek û bersivdayînek ji dijminê hovane re.”
Pêşkêşvana Radyo Rojava Diljîn Elî a ku cihê xwe di Radiyoya dengê Rojava FM digre dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Dewletên navneteweyî ji sala 2017’an ve di milê rojnemevanan ve bêdeng dimînin, netenê rojnemevanên ku di hundirê radyoya Rojava de, di hemû aliyan de çi rojnemevanê ku kar û xebatê dike û hatin hedefgirtin dewletên navneteweyî bêdeng man. Her wiha dewletên navneteweyî baş dizanin ku bi saya van rojnemevanan Şoreşa Rojava pêşket, bi têkoşîna rojnemevanên ku gihiştin asta şehadetê hovîtiya dagirkeriya Tirk a ku li Rojavayê Kurdistanê rû dida ji raya giştî re hat ragihandin. Hedefgirtina rojnemevana ne tiştekî normale ji ber ku ew xeta rastî û heqîqetê di hundirê welatekî ku dagir dibe û gelê wê tê kuştin radighîne. Bangewaziya me ji bo dewletên navneteweyî ew e ku bêdeng nemînin pêwîste rojnemevan li seranserî cîhanê werin parastin.”






