Solîn Mihemed/ Qamişlo
Endama Ofîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Îlham Mihemed diyar kir ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê doza Kurdî xwedî girîngiyek pir kûr e û got, “Îro dema yekrêziya gelê Kurd e lewma divê em yekbûyîna xwe ava bikin.”
Doza kurdî, pirsgirêka mafên bingehîn, çandî, zimanî û siyasî yên gelê Kurd e ku li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê meşandin. Ew daxwaza nasnameya neteweyî, xweseriyê, an mafên wekhev di çarçoveya welatên ku Kurd lê dijîn de dike. Doza kurdî ne tenê pirsgirêkek herêmî ye, di heman demê de pirsgirêkek navneteweyî ye ku bandorê li aramiya Rojhilata Navîn dike. Ew daxwaza dadperwerî û mafên mirovan ji bo miletê herî mezin ê bêdewlet dike.
Di derbarê mijarê de endama Ofîsa Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ilham Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

‘Em niha di rewşeke pir girîng û hesas re derbas dibin’
Ilham di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser doza Kurdî û wiha got: “Em niha di rewşeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Ev rewşa ku tê jiyankirin ne rewşekî nû ye. Weke ku em dizanin dijmin her tim li ser tunekirina dozên Kurd dibin yek. Wek ku em dibînin dewletên derve ku çawa destê xwe derbasî Rojhilata Navîn dikin û dixwazin doza Kurdî binpêbikin. Di encamên wê de me dît ev çend sal derbas bûn ku çawa Efrîn û herêmên din hatin dakgirkirin, rastî şer û pevçûnan hatin. Herwiha Şêxmeqsûd bi piraniyên wan gelê Kurd bûn ku xwe bixwe bi rêve dibirin, lê pêlan li ser wî gelî hatin çêkirin û hemû rastî êrîşan hatin. Di encama wan êrîşan de û banga serferberiyê de her çar parçeyên Kurdistanê û herwiha yên derve xwe kirin yek dest.”
‘Îro yekbûyîna Kurdî pir girînge’
Ilham bal kişand li ser rola gel di yekîtiyê de û wiha berdewam kir: “Dema ku me qala doza Kurdî dikir me qala partiyê dikir, berî salekê konfransên Kurdî hatin çêkirin û di encama wê Konfransê de gavên pir girîng û giran hatin meşandin. Lê şerê ku li Şêxmeqsûd hat çêkirin gel hişt ku yekbûn di nava civakê de were çêkirin. Ev yekbûn bi hêz û îradeya gel bû, gel dît ku çawa nasnameya Kurdî dikeve xeteriyê ji ber vê yekê ji her çar aliyan gelê Kurd berê xwe da Rojava. Herwiha dema ku şer herkî li hin bajarên din yê Rojava hemû ciwanên ji derveyî Rojava berê xwe dan Rojava û tevlî seferberiyê bûn da ku îro doza Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin ji ber ku yekbûyîna Kurdî pir girînge.”
‘Divê em pirsgirêkên xwe yên navxweyî bidin aliyekî’
Ilham Mihemed wiha axaftina xwe bidawî kir: “Ev yekbûyîn, berxwedanî û şihadetên ku hatiye çêkirin, hiştin ku hin dewlet hisabên xwe li me vegerînin û li ber vê entegrasyonê ve herin. Ji ber vê yekê ev encama entegrasyonê encama berxwedanî û yekbûyîna gelê Kurd e. Em dibînin ku niha li Rojhilat jî şer û pevçûn zêde dibe, ji ber ev sedsalên ku derbas dibin sedsalên ku hebûn û tunebûyîna Kurd di nîqaşê de ye. Ji ber vê yekê em niha pirsgirêkên xwe yên navxweyî bidin milekî da ku em yekbûyîna xwe ava bikin ji ber îro dem dema yekbûyîna gelê Kurd e. Herwiha dem dema nasnam e û hêza Kured e. Ji ber vê jî hemû dewlet wê hisab ji Kurdan re bikin. Sedsala heyî wê bi îrade, nasname û hebûna gelê Kurd bi aştî û aramî bi ser bikeve.”






