Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi komkujî, fitne û destserkirina aborî welat ava nabin

22/04/2026
in POLÎTÎKA
A A
Bi komkujî, fitne û destserkirina aborî welat ava nabin
Share on FacebookShare on Twitter

Şaho Xanim

Eger zimanê kînê, komkujî û desteserkirina aborî ya teng bidomin, dibe welat ber bi parçebûnê an jî kirîzên kurtir ve biçe. Çareserî jî, destpêkirina guherînên bingehîne, bi taybetî di dadperwerî, sazî û medyayê de, herwiha beşdariya hemû aliyên (etnîk, olî, siyasî) di avakirin û birêvebirina welat de ye.

Şert û mercên sereke yên destpêkê ji bo avakirina welatekî ku demeke dirêj di nava şeran de maye; parstina ewlehiya mirova, pêşxistina aborî û beşdariya tevahî aliyan di rêvebirin û avakirinê de ye. Ji xwe hikumeta li ser bingehên eşîrî, olî an jî hêzên derve ava bibe, ew dibe zêdebûna parçebûnê, ne yekbûnê. Di heman demê de medyaya hikumetê dema ku li ser kîn, propaganda û parçekirinê ava bibe, ew li şûna çêkirina nasnameyek neteweyî, civakê ji hev dûr dixe. Welatek bi rêbazek wisa nikare xwe ji nû ve ava bike.

Artêş welat divê amûrek ji bo parastina welat û qanûnê be, ne ji bo kontrolkirina gelê xwe. Dema ku artêş tê dîtin wekî hêzeke dijî gel, ew her cûre avakirina dawî ya dewletê têk dibe.

Ji xwe eger aboriya welatekî tenê bi destê çend kesan be, ew nikare pêşketinê û dadperweriya civakî pêk bîne.

Hikumeta demikî xwest bi komkujiyan desthilatdariya xwe feriz bike

Hikumeta demikî a Sûriyê ji destpêka hatina li ser desthiladariyê dest bi jihevxistina civaka Sûrî kir. Bi reşkirina Elewiyan dest pêkir, ew wekî bermahiyên rêjîma Baas nîşan da û li dijî wan dest bi komkujiyan kir, ew ji kar dûrxistin û siyaseteke qirkirinê li dijî wan da despêkirin û heta niha jî di wê siyaseta xwe de berdewam e.

Bi Elewiyan dest pê kir

Reşkirina elwiyan ji aliyê çapemenî û kesayetên ku girêdayî hikumeta demikî ne û xwe wekî rojnamevan bi nav dikin, ji destpêka Sêdara 2025’an bi awayekî sîstamatîk hat destpêkirin.

Di 6’ê Adarê de bi hinceta şerê bermahiyên rêjîma Baas, bi hezaran çekdarên ku xwe wekî artêşa Sûriyê bi nav dikin berê xwe dan Beravên Sûriyê. Di roja 7’ê Adara 2025’an de komkujiyên li dijî Elewiyan hat destpêkirin.

Li gorî çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di komkujiyên beravê de Hezar û 557 Elewî hatine kuştin, bi dehan jin hatine revandin û destdirêjî li wan hatine kirin, herwiha bi sedan ciwanên elewî hatine girtin û heta niha çarenûsa jimareke mezin ji wan ne diyar e.

Li gorî raporan komên çekdar yên ku komkujî pêk anîn ev in: (Firqeya 400 û Lîwaya Osman ku rasterast girêdayî HTŞ’ê ne- Firqeya Sultan Suleyman Şah û Firqeya Hamzat ku rasterast girêdayî Tirkiyê ne û fermanên xwe ji artêşa Tirkiyê digrin- Komên bi nave Artêşa Îslamê, Artêşa Huriyê û artêşa Alkerame ku piraniya çekdarên wê biyanî ne- Koma bi nave Partiya Îslamî ya Tirkistanê, endamên wê bi giştî ji Ozbekistan û Şîşanistan û hin welatên Ereb in.

Durzî jî bi komkujiyan re rû bi rû man

Bi çavgirtina civaka navneteweyî ji komkujiyên Berava Sûriyê re, hikumeta demikî a Sûreiyê berê makînaya xwe ya çapemeniyê da Durziyan û dest bi reşkirina wan kir. Dixwest zemînekî ji bo êrişan amade bike. Di destpêkê de gef li Durziyan xwarin û ew wekî ajanên Israîl bi nav kirin, paşê sferberiya giştî ji bo şerê li dijî Durziyan ji aliyê hin kesayetên nêzîkî hikumetê ve hat ragihandin.

Li gorî raporên xwecehî, nêzî 50 hezar ji milîsên eşîrên Ereb yên ku li Rojhilatê Sûriyê, Heleb, Idilb û hin cihên din hatibûn komkirin, li kêleka bi sedan ji çekdarên ser bi hikumeta demikî ve di 12 Pûşpera 2025’an de êrişke berfireh li dijî Siwêdayê dan destpêkirin. Di van êrişan de çekdarên ser bi hikumetê ve tevahî çekên giran ji tang, top, hawan û hwd…bikar anîn.

Li gorî raporan çekdarên hikumetê piştî ku derbasî Siwêdayê û gundewarên wê bûn komkujiyên mezin pêk anîn û gelek jin revandin û destdirêjî li wan kirin.

Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê di komkujiyên Siwêdayê de zêdeyî 2 hezar û 48 Durzî hatine kuştin û gelek mal û milkên welatiyan hatine talankirin û şewitandin.

Nikarîbûn hişmendiya tundirew veşêrin; Xiristiyan kirin hedef

Di 22’ê Hizêranê de, di dema merasîmeke olî de, li Dêra Mar Ilyas êrişke pêk hat û di encamê de 25 kesên xiristyan jiyana xwe ji destan û bi dehan birîndar bû. Piştre hat eşkerekirin ku kesên êriş pêk anîne di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe digirtin.

Ev êriş bandoreke rasterast û kûr li ser xirstyanên Sûriyê kir.Li ser asta mirovî, êrişkirina li ser cihêkî olî di dema merasîmeke pîroz de şokek mezin çêdike. Li cem xiristyanan dêr ne tenê avahiyek e, lê cihê aramiya derûnî û civakî ye. Armanca têkbirina hestên aramiyê di nava xiristyanan de bû. Bi vê êrişê re xirstyanên Sûriyê di nava fikaraên ewlhiya jiyana xwe de, jiyan dikin.

Êrişên li dijî gelê Kurd

Tevî îmzekirina peymana 29’ê Çileya 2026’an di navbera Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê û serokê hikumeta demikî a Sûriyê Ehmed Alşeri, lê zimanê çapemenî û rayedarên hikumeta demikî li dijî gelê Kurd zimanê kîn û nefretê bû, di her peyam û gotinên xwe de erebên eşîran li dijî gelê Kurd sor dikirin. Di encamê de li gundewarên Kobanê, Reqa, Heleb  û Efrîn li dijî kurdan êriş pêk hatin. Bi taybet di 21’ê Adara 2026’an de roja Cejna Newrozê, piştî vegera gelê Kurd li Efrînê ji pîrozbahiyên Newrozê, hin nijadperestên ereb û hin çekdarên Ewlehiya Giştî a Hikumeta demikî bi hinceta ku ciwanekî Kurd ala Sûriyê daxistiye, êrişî Kurdan kirin, bêrêzetî li sembolên gelê Kurd kirin û erebeyên kurdan şikandin.

Herî dawiyê di 20’ê Nîsanê de, kesayeteke ji eşîrên Ereb yên ji gundên Başûrê Qamişlo, li çarxereya Qamişlo(Zorê) fîşek bê serûber li ala Şoreşa Rojavayê Kurdistanê reşand, ev yek jî bû sedema hers û nerazîbûna gelê Kurd li dijîî van kiryarên nejadperestî

Derxistina tevliheviyê di nava êşîrên Ereb de

Di demên dawiyê de Kantona Cizîrê rastî zêdebûneke berbiçav a destwerdana desthilata demkî ya Sûriyê di karûbarên eşîran de tê, ev yek jî bi armanca jihevxistina êşîran û erkdarkirina kesayetên nêzî hikumetê ji bo serokatiya eşîran. Ji xwe ev gav di nav şêx û rûspiyên eşîran de bû sedema redkirineke berfireh, ku ew wê wekî destwerdaneke rasterast di avahiya kevneşopî de û hewldanek ji bo ferzkirina rastiyek nû bi zorê, dibînin.

Destwerana hikumetê ya ji bo jihevxistina eşîrên ereb û tişta ku niha diqewime ne bûyerek tekane ye, lê belê beşek ji rêbazek sîstematîk a desthilata demkî ya Sûriyê ye ku armanc dike rewşa eşîrên herêmê ji nû ve şekil bide. Bi vî rengî dixwaze kontrola li ser biryardana eşîran misoger bike û wan ji bo xizmeta berjewendiyên desthilatdariyê bikar bîne.

Aboriya Sûriyê ji aliyê çend kesan ve tê birêvebirin

Ji dema hilweşîna Beşar Esed ve, Heyet Tehrîr el-Şam kontrola xwe li ser sektorên leşkerî, ewlehî, perwerde û aborî yên li Sûriyeyê xurt kiriye. Bi riya çend kesan aboriya Sûriyê tê birêvebirin, ji xwe komîte û wezaret tenê şiklî ne û ne xwediyê biryarê ne. Ev valahiya di navbera xuyang û rastiyê de bi taybetî di warê aborî de eşkere ye.

Serokê demkî yê Sûriyê, Ehmed el-Şaraa (Ebû Mihemed el-Cûlanî), ferman da ku toreke nû ya saziyên aborî di bin desthilata xwe ya rasterast an jî di bin “Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Komarê” de ava bike, ku ji hêla birayê wî Mahir el-Şaraa ve tê rêvebirin.

Ev sazî Komîteya Dahat û Derhatê, Desteya Giştî ya Deriyên Sînor û Gumrikê û Samanên Binerd dihewîne. Hin ji van sazîyan ji saziyên ku berê di bin Wezaretên Veguhastin, Aborî, an Darayî de bûn ji nû ve hatine damezrandin; yên din ji hêla rejîma nû ve hatine afirandin. Niha hemû jî di nav avahiya serokatiyê ya malbata Şeri de tên birêvebrin û ji bo xurtkirina desthilatdariya malbata wî tên bikaranîn.

Li ser kaxezê, aboriya Sûriyê ji hêla Wezîrê Aborî û Pîşesaziyê Mihemed Nîdal El-Şear, Wezîrê Darayî Mihemed Yaser Barniye û Serokê Banka Navendî Ebdulqadir El-Hasriye ve tê birêvevbirin. Lê di rastiyê de biryargirtin di destê toreyeke biçûk ku ji hêla birayên Şer’a ve tê rêvebirin û ji hêla kesayetiyeke nêzî Şeri ve tê fermankirin, ev kesayet jî nave wî Îbrahîm Sukarî ku bi navê “Ebû Meryem el-Australî” tê nasîn.

Raporên navneteweyî û agahiyên derketine holê eşkere kirin ku piştî hilweşîna rejîma Esed, Sukkarî di qesra serokatiyê de bûye xwedî roleke navendî, li wir wî rasterast bi Hazem el-Şaraa re xebitî da ku aboriya Sûriyeyê ji nû ve kontrol bikin û dest deynin ser mal û milkên kesayetên girêdayî rêjîma Esed.

Li gorî raporan Sukarî û birayê Şeri dest danîne ser nêzî dora 1.6 milyar dolarê sê karsazên Sûrî yên navdar.

Li şûna pêşxistina aboriyê, kirîz kurtir bûn

Li şûna ku hikumeta Şeri piştî şer ber bi vegerandina rêziknameya sazûmanî ve biçe û aboriyê pêş bixe, aboriya Sûriye xistiye destê çend kesan de û toreya gendeliyê berfirhtir bûye. Wezaret fermanan didin, lê tenê li ser kaxezan dimîne, komîte belgeyan mohr dikin, lê biryarên rastîn li deverên din têne girtin. Niha hêza aborî bi riya torên malbatî tên rêvebirin.

Welatek çawa dikare xwe ji nû ve ava bike dema ku saziyên wê vala ne, aboriya wê bi rêya torên malbatî taybet tê birêvebirin û pêşeroja wê bi biryarên kesên ku li jor dewletê dixebitin ve girêdayî?

Welatek çawa dikare xwe ji nû ve ava bike?

Heta Hikumeta Demkî ya Sûriyê welat ji nû ve ava bike pêwîst e di serî de hin guhertinên cewherî pêk bîne:

-Sazkirina saziyên hikumetê yê bêalî wekî; dadgeh, artêş, polîs. Divê ev sazî ji siyasetê dûr bin.

-Hilbijartina Medyaya azad û berpirsiyar ku bibe dengê gel, wekî ragihandina azad.

– Rêvebirina aboriyê bi awayekî vekirî û zelal, herwiha vekirina deriyê aborîyê ji veberhêneran re bi riya zagonan.

– Pêşxistina diyaloga civakî da ku her aliyek (etnîk, olî, siyasî) di avakirina pêşerojê de beşdar bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.