Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kesên simsar malbatên dîlgirtiyan dikşînin nava Şerê Taybet

22/04/2026
in ROJEV
A A
Kesên simsar malbatên dîlgirtiyan dikşînin nava Şerê Taybet
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Di çarçoveya lihevkirina 29’ê Çileyê ya ku di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de hate îmzekirin, heya niha çend qonaxên pevguhertinê yên dîlgirtiyan pêk hatine û xebat ji bo azadkirina hemû dîlgirtiyan dewam dike. Lê hin kes, malbatên dîlgirtiyan bi rêbazên sextekarî dixapînin ku ew dikarin zarokên wan berdin, li ser vê bingehê ji malbatan pereyan dixwazin, girêdayî vê yekê cihên têklidar û Asayîş bang li malbatan dikin ku hişyar bin û bi agahiyên nehatine piştrastkirin, bawer nekin.

Şer û berxwedanî li Rojavayê Kurdistanê

Erişên hikumeta demkî, çeteyên girêdayî wê û piştgiriya rasterast a dewleta Tirk ku di 6’ê Çileya 2026’an ji taxên Kurdan ên Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir, pê re jî berfireh bûn û gihaşt nêzî bajarên Kurdan. Ev êriş bi xwe re gelek hewldanên dagirkirinê, sorkirinê û tunekirina hebûna gelê Kurd piştrast kir. Tenê destê van çeteyan û dewleta Tirk di nava van êrişan de tune bû, lê wekî me di gelek raporên xwe yên beriya niha de jî diyar kiribû, ew êriş bi komployeke navneteweyî hatibûn plankirin. Lê plan û komploya navneteweyî neçû serî, ji ber hêza Kurdan a berxwedanê ji wê planê xurtir bû. Gelê Kurdistanê li seranserî cîhanê bû piştgiriya Rojava rabûn ser piyan, Herwiha keç, xort, kal, pîr û zarokên Kurdan tevlî seferberiyê bû. Fermandar jî di nava gelên xwe de, li kêleka şervanên xwe, tevlî çengê bûn. Bertek, berxwedanî, deng û hêza Kurdan hişt ku rê li ber çeteyan û hikumeta demkî were girtin, tenê rêya diyalogê li pêşiya wê bimîne, fermandar û gelê Kurd jî ew bi xwe her tim aliyê diyalogê hildibijêrin. Di encamê de şer û êriş hat rawestandin, lihevkirinek pêk hat.

Berxwedana zindana ji Bakurê Kurdistanê heya Rojavayê Kurdistanê dewam dike

Di êrişên hikumeta demkî û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, binpêkirina peymanan hat kirin. Ji ber piştî êriş ber bi Dêr Hafirê ve hatin, li wir lihevkirin di navbera QSD’ê û hikumeta demkî da hat kirin ku wê şervanên QSD’ê xwe ji wir vekşînin beyî ku şer berdewam bike. Lê di dema vekşînê de, şervan rastê êrişan hatin. Di encamê de gelek şervan dîl hatin girtin û ew birin zindanên Heleb, Himis, Hema, Dêrazorê û hwd… Di van zindanan de jî işkence li şervana û her kesê/î girtî tê kirin. Li hemberî wê jî berxwedana ku ji Mezlûm Doxan û hevalên wî li Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû, şervanên QSD’ê ew berxwedanî di zindanên hikumeta demkî ya Sûriyê de berdewam kirin, heta niha jî ev berxwedanî berdewam dike.

Têkbirina komploya li ser Rojava û pêkanîna lihevkirinê

Piştî domandina sereke dijwar, bi yekbûn û  zexteke mezin ji berxwedana gelê Kurd yên çar parçeyên kurdistanê agirbest hat ragihandin û lihevkirineke di navbera fermandarê QSD’ û hikumetê de pêk hat. Lihevkirin di 29’Çileyê de hat îmzekirin û di 30 Çileyê de hat ragihandin. Ev lihevkirin li ser bingeha ku çareserî bi diyalogê ne bi şer û rijdandina xwînê ye. Herwiha lihevkirin rêgirtina li ber windahiyên mezin bû. Di nava vê lihevkirinê de gelek xalên girîng ên ji bo berjewendiyên gel û parastina mafê wan, bi taybet gelê Kurd, hene. Yek ji xalên sereke jî azadkirina hemû dîlgirtiyên ku li gel hikumeta demkî ne. Li ser bingeha vê lihevkirinê jî, danûstandin û entegrasyona demokratîk pêk tê. Lê dîsa jî şerê taybet û pravakasyon ji gelek aliyan ve tê meşandin, bi taybet li ser mijara dîlgirtiyan, sedema vê yekê jî ew e ku şerekî nû li herêmê rû bide.

Bikaranîna malbatên dîlgirtiyan di nava şerê taybet de

Rêbazeke nû ya simsariya li ser hêviya ne. Vê carê di bala wan de hêviyên malbatên dîlgirtî heye. Êş û hêviyeke rastîn a malbatan heye. Li pêşberî vê jî nasnameyeke qirêj a sextekaran jî heye. Piştî şerê meha Çile li herêmê rû da û gelek şervan dîl hatin girtin. Meh derbas bûn, lê hîna jî malbat li benda agahiyekê ji zarokên xwe ne. Tevî ku piştî pêkanîna lihevkirina 29’ê Çileyê pevguhertina dîlgirtiyan dewam dikin. Lê ji bo hin malbatan nezelalî bidawî nebûye û niha ew hêvî bûye beşeke ji lîstika qirêj a hin kesan. Ji ber hin kes lêkolîn dikin, malbatekê dixin bala xwe û li ser wê malbatê hunera xwe ya simsariyê bikar tînin. Destpêkê çend agahiyan li ser zarokên wan didin û dixwazin baweriyê çêbikin. Piştî vê xefika pereyan dest pê dike, dema dibîne malbatan hîna tam bawer nekir ne, vê carê xwe weke xizmên kes û malbatên tên naskirin, didin nasîn.Lê belê ew malbatên naskirî, piştrast dikin ku ew wan kesan nas nakin û dixwazin hemû malbat li ser vê yekê hişyar bin.

Lê sextekarî li wir jî nayê rawestandin. Ji ber ev kesên sextekar belgeyeke nasnameyê û wêneyeke ji malbatê rê dişînin û dixwaz dikin ku pere li ser vî hesabî yan jî belgeyê bê şandin, ew belge jî ya niştecihbûna Sûriyan li Tirkiyê ye. Girêdaneke sexte niha bi rêya nasnameyeke gumanbar, daxwaza pereyan dike. Derbarê van bûyeran de jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û rêveberiya herêmê her kesî/ê bi taybet malbatên dîlgirtiyan hişyar dikin ku ew baweriya xwe bi tu agahiyên nehatine piştrastkirin, neyînin. Ji ber ev kes dixwazin van malbatan bikşînin nava şerê taybet de û hestyariya wan bikar bînin, pereyan ji wan bistînin. Di heman demê de wan li hemberî rêveberiya wan û QSD’ê sor bikin ku li dijî wan derkevin. Lê helbet pevgirêdana gel a bi hêza wê re, nikare van lîstokan bide meşandin.

Xebatên ji bo azadkirina hemû dîlgirtiyan dewam dike

Heya niha çend kom a dîlgirtiyan hatiye berdan. Herwiha danûstendin û xebat ji bo azadkirina hemû dîlgirtiyan tê kirin. Ji bo koma çaremîn a pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de jî, amadekarî hatine dest pê kirin. Li gorî agahiyan, di koma çaremîn de nêzî 200 kes hene.

Beriya niha 3 kom ên dîlgirtiyan hatine berdan

– Qonaxa yekem a serbestberdana dîlgirtiyan di 10’ê Adara 2026’an de pêk hat ku 100 kesên ku ji aliyê hikumeta demkîya Sûriyê ve dihatin girtin li beramber 100 kesên ku ji aliyê QSD’ê ve dihatin girtin, hatin berdan.

– Qonaxa duyem ku di 19’ê Adara 2026’an de hate pêkanîn, 300 kesên ku ji aliyê hikumeta demkîya Sûriyê ve dihatin girtin li beramber 300 kesên ku ji aliyê QSD’ê ve dihatin girtin, serbest hatin berdan.

– Di qonaxa sêyem de jî ku di 11’ê Nîsana 2026`an de pêk hat, 400 kesên din ên ku ji aliyê hikumeta demkî ve dihatin girtin li beramber 91 kesên ku ji aliyê QSD’ê ve dihatin girtin, hatin berdan.

Ev qonaxên azadkirina dîlgirtiyan piştrast dikin ku tenê dîlgirtî di rêya rêveberiya xwe de wê bên berdan û hemû hewldanên kesên simsar nerastin, ev kesên han dixwazin malbatan bişînin nava xefikên şerê taybetî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.