Farûk Sakik
Pêvajoya aştî û civaka democratîk, bikaranîna hin peyv, têgeh, argumanan dewam dike. Komplesek wan heye. Hênjî aliyê Kurdan biçûk dibînin. Bi Kurdan re diyalog û destpêkirina hin muzekere her wek wan dibin çavê civaka Tirkiyê de biçûk dixîne, dibînin. Dema dest bi axaftinê dikin Kurd û Tirkan bi tenê nahêlin, Ereban jî lê zêde dikin. Erdogan di her axaftinên xwe de dibêjê biratiya Kurd, Ereb û Tirkan. Dibêjin yanî ev pêvajo ne tenê bi Kurdan re ye. Di heman demê de bi Ereb û netewên din jî re ye.
Piştî hevdîtina 27’ê Adarê ku mehek di ser re derbasbû, hên jî sozên ew roj li Îmraliyê dane pêk neanîne. Mîthat Sancar dibêje; me ji wan pirsî çima gav nayên avêtin? Pirsên me bê bersiv hiştin. Di demên wiha de divê têkoşînek çawa bikeve dewrê? Dive li ser vê yekê lêkûrbînek were kirin. Bi hin rêbazên nû werin îknakirin. Divê li benda wan neyê seknandin ka wê kîngî gav werin avêtin. Ev gav dive ku em bi wan bidin avêtin.
Ka me çek berdabû û dest bi siyaseta demokratîk kiribû. Li her qadên jiyanê siyaseta li dijî Kurdan didin meşandin were xitibandin. Dive em vegerin civaka Kurdan îkna bikin. Aha wan heroj peyva “Tirkiyeya bêteror” wek kanikek-benîşt di devê xwe de dibin û tînin. Her wek ji gelên Tirkiyê re bibêjin me li ser mafê Kurdan lihevnekiriye, bi tenê jib o dawîanîna terorê me ev pêvajo dayî destpêkirin.
Em ê jî peyva terorê bi civaka Kurdan bidin fahmkirin: “Dewlet bi peyva teror dibêje; Sed sal berê me li dijî Kurdan terorek ku wan tune bikin da destpêkirin. Kurd û PKK li dijî vê terorê îsyan kirin. Me jî dest bi qetlîma Kurdan kir. Me li heremê terorek mezin da destpêkirin. Kurd bi qirkirinek re rûbirû mabûn. Kurd ji bo xwe biparêzin çek girtin. Şer destpêkir û di vî şerî de me jî zahiyat da. Dema me zahiyat da me dozaja terorê zêde kir. Me 4 hezar gundê wan şewitand. Me li Yeşîlyurtê pîstî bi wanda xarin, me li Roboskî 35 zarokên bê sûc û guneh bi balefiran qetilkir. Me bi hezaran welatparêz bi nave “kiryar nediyar” terror kir. Me li Rojava pêşî li xwedî statubûna wan girt, me li Efrînê daren Zeytûnên wan dizî û hwd. Ji bo li Tirkiyê terorên bi vî rengî carek dinan pêkneyên, me muzekeren dane destpêkirin. Em terorê didin seknandin”.
Dewlet di dewsa ku van kiryarên xwe ji civaka xwe veşêre dive îtiraf bike. Civak bawer dike. Me ji gelek tiştên bi vî awayî re şahidî kiriye. Erdogan ji bo Îsraîl-Netanyahû, Beşar Esad û sawerokomarê Misirê Abdulfettah El-Sîsî haqaretên bi çi rengî bikardanî. Lê roj hat Erdogan ji bo berjewendiyên bi van kesan re carek dina bû dost û bira. Em behsa sonda ji bo keşeyê Amerikî û dewleta Swêdê dixwar jî em nakin. Erdogan vî aliyê civakê gelek baş kifş kiriye û bikar tîne. Lê çi dike bila bike Kurd êdî bi wî û gotinên wî bawrî naynin.
Ji bo vê yekê Kurd dive ji vî alî de li muzekereyan binêrin. Kurd bi peyvên ku ew pêkdînên tu caran neêşin. Hên jî ew dijberên me ne. Li hember vê dijminatî-dijbertiyê têkoşîna demokratîk wê bibe bersiv.
Kurdên ku siyaset dimeşînin divê bi cesaret bin. Nebêjin em li dijî siyaseta wan siyasetik demokratîk pêkbînin, ewê pêvajoyê bidin seknadin. Ji xwe pêvajo sekiniye. Şêlu ye, nayên zanîn wê sibe jî çi dibe. Ji bo vê yekê em li benda gav avêtin û pêşxistina hemleya wan nesekinin. Em bi siyaseta demokratîk wan bînin qada demokrasiyê.






