Ronahî Sadûn
Li Sûriyê guhertin di hikumet an jî desthilatdariyê de hat kirin, lê di aloziya wê de nehat kirin, berovajî wê kirîz û aloziya Sûriyê hîn kurtir û mezintir bûye. Rewşa hemû waran çi siyasî, civakî, aborî û hwd… be mîna serdema Baasê bi rengê hîn tundtir xwe dewam dike. Li hemberî wê daxwazên gelên Sûriyê yên demokratîk û guhertinan zêde bûne.
Ji sala 1946’an ve Sûriyê bê aramî dijî
Piştî serxwebûna Sûriyê û bidawîbûna desthilata Fransayê di 17’ê Nîsana 1946’an de, Sûriyê serdemeke bêîstiqrariyê derbas kir. Herwiha piştî sala 1949’an çend derbeyên leşkerî çêbûn. Di heman demê de li ser desthilatdariyê şer û nakokî derketin û gelek bûyerên din jî rû dan, di nav de jî guhertina partî û desthilatdariyê bû.
Serdema Baasê
Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriyê veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê rakiribû û hemû derfetên welat xistibûn destê çend kesan. Rejîma Baas a totalîter di 8’ê Kanûna 2024’an de hilweşiya û qonaxeke nû li Sûriyê dest pê kir.
Di pêvajoya desthilatdariya Partiya Baas de ku bi dehan salan dom kir, rejîmê nekarî xwestekên gel bi cih bîne, ji ber gendelî û her tiştê li welat di destê komeke nêzîkî desthilatdarê û Partiya Baas de bû, ev yek bû sedema gurbûna aloziyên aborî û civakî. Bi pêla Bihara Gelan re ku di sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û derbasî Lîbya, Misir û welatên din ên Ereban bû. Di Adara 2011’an de li dijî rejîma Partiya Baas xwepêşandanên mezin dest pê kirin. Lê rejîmê li şûna pêkanîna reforman, bi bikaranîna hêza leşkerî li dijî xwepêşandêran bersiv da ku bû sedema mîlîtarîzekirina (eskeret) şoreşê bi destên hêzên derve, nemaze Tirkiyê û Qeterê ku pere, çek û tundrawên ji her deverên cîhanê şandin vî welatî. Bi berdewamiya krîzê re, piştî ku rejîma Baasê qadên berfireh ên welat ji dest dan, Sûriyê veguherî qada pevçûnên navneteweyî û herêmî. Hêzên mezin ên wekî Rûsya û Îranê ji bo piştgiriya rejîmê destwerdan kir, Tirkiyê jî rasterast ji bo piştgirîkirina komên çete yên girêdayî xwe, destwerdan kir.
Guhertinên bi lez li Sûriyê
Piştî geşedanên herêmî û navneteweyî yên sala 2024’an li Sûriyê guhertinên mezin çêbûn, hevsengiya hêzan hate guhertin û bû sedema hilweşîna desthilata rejîma Baasê. Şerê 7’ê Cotmeha 2023’yan ku bi alozbûna di navbera Hamas û Îsraîlê de dest pê kir, bû qonaxeke girîng, ji ber ku hêzên Hizbullahê ji bo şerê li dijî Îsraîlê ji nû ve hatin bicihkirin û piştgiriya wê ji bo rejîma Baasê li Sûriyê lawaz kir. Herwiha di encama zêdebûna êrişên Îsraîlê de, ziyaneke mezin li jêrxaneya Îranê ya leşkerî ya li Sûriyê bû, vê yekê jî bandora Îranê ya li Sûriyê kêm kir. Di vê pêvajoyê de Heyet Tehrîr El Şam HTŞ’ê bi piştgiriya derve, ji vekişîna qismî ya Rûsyayê û mijûlbûna wê bi Ukraynayê re û kêmbûna piştgiriya Îranê, sûd girt. Di 27’ê Mijdarê de êriş bir ser rejîma rejîma Baasê û bi lez bajarê Helebê desteser kir ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e. Ev yek bû sedema rûxandina bilez a hêzên rejîmê, ji ber hêza wan bêyî piştgiriya Îran û Rûsyayê
tune bû û nikarîn li ber xwe bibin. Lewra di sibeha 8’ê Kanûna 2024’an de rûxandina rejîma Bass bi fermî hate ragihandin.
Sûriyê piştî rejîma Baasê
Rewşa Şamê û Sûriyê piştî hilweşandina rejîma Baasê (Beşar Esad) di 8’ê Kanûna 2024’an de, ketiye qonaxeke nû ya bi aloztir û guhertinên mezin. Li gorî geşedanên heta Nîsana 2026’an, xalên sereke yên vê rewşê ev in:
Rêveberiya nû
Piştî hilweşîna rejîmê, hikumeteke demkî li Sûriyê hat avakirin.
Rewşa Jinan
Di bin rêveberiya nû de, fikarên mezin li ser mafên jinan hene. Rexne hene ku hikumeta nû rola jinê sînordar dike an jî tune dike, hem jî zagonên ku mafên wan kêm dikin, pêşkêş dike. Di heman demê de li seranserê Sûriyê, jin rastî revandin, tundiya cînsî û rewşa xirab a jiyanê tên. Herwiha rewşa jinan li Sûriyê di bin bandora şerê navxweyî, rewşa aborî û cûdahiya navçeyan de ye. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê, jin bi pêşengiya YPJ’ê û Rêveberiya Xweser di warê siyasî, leşkerî û civakî de roleke aktîf dilîzin, lê li herêmên din zehmetiyên mezin pêşberî wan tên. Li hemberî hemû şert û mercên heyî, bertekên mezin ên jinan bi taybet jinên Kurd derktine pêş ku daxwaza mafê xwe di destûr de dikin ku rola wan di hemû waran de berbiçav were girtin û mafê wan bi edalet were dayîn.
Alozî û rewşa nediyar
Her çend rejîma Baas a 60 salî hilweşiya be jî, Sûriye hîn di nava qeyran û rewşa nediyar de ye. Pêvajoyeke nû ya şer û guhertinên siyasî berdewam dike.
Bandora herêmî
Rola Îranê bi girîngî kêm bûye, lê bandora Tirkiyê, Qeter û Siûdiyê zêde bûye. Ji ber di hemû danûstendin û biryarên hikumetê de destên herî zêde yê dewleta Tirk tê xuykirin ku beyî erêkirina wê, tu biryar nikare were pêkanîn. Ev jî rasterast bandoreke neyînî li ser avakirina Sûriya nû kiriye.
Rewşa siyasî û îdarî
Hikumeta demkî piştî hilweşîna saziyên dewletê yên berê, danûstandin ji bo avakirina rêveberiyeke demkî dest pê kir, da ku welêt birêve bibe. Lê hikumeta nû ew jî mîna rejîma berê siyaseta navendîbûneke tund li Sûriyê dide meşandin. Herwiha ew biryarên ku ne ji mafê wê ye li gorî xwe derdixe û pêk tîne, mîna nivîsandina destûr. Destûrê ku hikumeta demkî ragihand, bêyî beşdarbûna hemû Sûriyan, pêk hat, bi tayber di wî destûrî de mafê pêkhateyên cihereng ên Sûriyê nehate dayîn û parastin. Herwiha siyaseta ku hikumeta demkî xwe li ser digre, siyaseteke mezhebperestî, olperestî û nijadperestî ye. Ev siyaset jî berovajî xwestekên gelên Sûriyê yên ku li dijî vê yekê bi şoreşê rabûn. Lê niha heman şêwaz xwe dûbare dike.
Rewşa giştî ya ewlehiyê
Sûriyê di nava desthilatdariya hikumeta demkî de şahidiya gelek bûyerên xirab û bi êş kiriye, ji wê rewşa ewlehî ya ne baş. Komkujî rêbaza sereke ya vê hikumetê ye ku li dijî pêkhateyên Sûriyê pêk anî û tîne. Herwiha hikumeta demkî ya Sûriyê ji ber ku gelek komên çete xwe di nav de digere, displîneke wê li ser wan tune ye û ev jî dihêle ku ev komên çete li dijî gelên Sûriyê binpêkirinên mezin pêk bîne, gengeşê mezin bike, tirsê û rewşa ne aram belav bike. Ev rêbaz jî hîn li tevahî Sûriyê dewam dike, lê bi gotinên berpirsyarên hikumetê rewşa ewlehiyê bi aramî nîşan dide, lê rastiya li ser erdê van rastiyan piştrast dike û giraniya rewşê dide diyarkirin.
Rewşa aborî
Salên şerê navxweyî yê Sûriyê, hiştiye ku gelê Sûriyê rûbirûyî krîza aborî, darayî, birçîbûn, metirsî, bêkarî û hwd… bibe. Ji ber welatek ku di bin barê şerekî zêdeyî 12 salan de be, tiştekî normal e ku rûbirûyê hilweşîneke aborî bibe, lê helbet encamên wê yên mezin û xirab hene. Îro Sûriye rastî krîzeke mezintir tê ku rewşa jiyana xelkê roj bi roj aloztir û xirabtir dibe. Bi taybet lîreya Sûrî li ber dolar û diravên dîtir her ku diçe bê nirx dibe û êdî kirîna pêdiviyên debarî û bi taybet kirîna xwarinê kêlî bi kêlî buha dibin û heqdest jî li gor van buhabûyînan pir kêm e. Mûçeyên her karkerekî têra bûhayê tiştekî nake, kesên belengaz jî ew hîn bêtir êşê ji vê yekê dikşînin. Di vê çarçoveyê de jî nerazîbûn û bertekên gel derketiyê pêş û li Şamê bi taybet xwepêşandan bi navê “Qanûn û Rûmet” tên lidarxistin, tê de jî ev daxwaz hatin rêzkirin.
Her zêdebûna nû ya biha, xerc û tarîfan berî sererastkirina mûçeyan tên rakirin.
Fatoreyên ceyran, av, sotemenî û veguhastinê li gorî hêza kirînê ya welatiyan, ne li gorî mentiqa berhevkirina dahatan, li ber çavan werin girtin.
Rê li ber keysbaziyê û lîstina bi buhayan were girtin û welatî ji krîza bilindbûna buhayan werin parastin.
Xizmetên giştî yên sereke; av, ceyran, tenduristî, perwerde û nan werin parastin. Taybetkirina wan an firotina wan bêyî lêkolîn û hesabpirsîn û şefafiyetê were redkirin.
Lênihêrîna tenduristiyê ya bi kalîte, perwerde û karê baş bi rêya baştirkirina mûçeyan were mîsogerkirin û piştgirîkirina hilberîna herêmî, pîşeyên serbixwe û karsaziyên biçûk û navîn were kirin.
-Divê dawî li nepotîzmê û kaosa dadweriyên hevbeş were anîn.
-Divê ji bo kesên kêmdahat, teqawîdbûyî, kal û pîr û malbatên herî hewcedar toreke ewlehiya civakî ya dadperwer were avakirin.
-Divê mafên takekesî û giştî, azadî û mafên destûrî neyên binpêkirin.
-Divê biryarên neheq û ku cudakariyê di navbera herêman de çêdikin û dabeşbûna li ser bingehê mezhebî pêş dixin, werin îbtalkirin.
-Divê karmend li ser bingeha asta jêhatîbûna wan werin tayînkirin.
-Divê meclisên xwecih ku berjewendiyên welatiyan temsîl dikin werin hilbijartin û rayeyên wan werin zêdekirin.
-Divê parêzer ji şêniyên bajar bin û bi pakbûn û jêhatîbûna xwe di nava xelkê de hatibin naskirin.
Divê dozên derxistina keyfî yên karmendên sektora giştî ji kar careke din werin nirxandin û kesên ku di sûcên rejîma berê de beşdar nebûne, vegerînin kar.
Redkirina desteserkirina erd û milkan.
-Divê hikumeta demkî rola xwe di aktîvkirina rêgeha edaleta demkî de bi cih bîne û amadekariyan ji bo pêvajoya siyasî bike.
-Divê di dayîna biryaran de rêgeza şefafiyetê esas were girtin.
-Divê hilbijartinên azad ên sendîqe û odeyên aborî werin çêkirin.
-Divê dadgeheke serbixwe, pak û şefaf were avakirin.
-Divê piştgiriya pîşesaz û bazarên Sûriyê were kirin.
Hêviyê pêşerojê
Piştî rejîma Baasê hilweşiya di nav gelên Sûriyê de kêfxweşiyek serdest bû û ew li benda avakirina siberojek nû bûn. Lê siberoja Sûriyê hîn jî di navbera îhtîmala pêkanîna dewleteke yekgirtî û metirsiya parçekirinê de ye. Sûriye di heyameke veguhêz a dijwar re derbas dibe, ji rejîmeke otorîter a navendî ber bi rewşeke nû ve diçe ku ji aliyê gelek hêzan ve tê nîqaşkirin û xwedî xwestekên gel ên berfireh e ji bo avakirina dewleteke demokratîk a aram e.






