Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinan bi deng û pênûsa xwe rojnamegeriya Kurdî bipêşxist

22/04/2026
in JIN
A A
Jinan bi deng û pênûsa xwe rojnamegeriya Kurdî bipêşxist
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Edîtora Gîştî ya beşa Erebî ya Rojnameya Ronahî, Sûzan Elî diyar kir ku cûdabûna raghandina Kurdî ji rahgandina cîhanê ewe ku xweseriya rojnamegeriya jin diparêze û wiha got: “Em ji bo gel û jinan dengê rastiyê ne.”

22’Nîsana 1898’an Roja Rojnamegeriya Kurd hatiye îlankirin. Di salên dirêj yê rojnemegeriya Kurdî de rol û tecrûbeya jinan gelek girîng bû. Rojnamegeriya Kurdî ji rojnamegeriyên dîtir a cîhanê cûdatire ji ber xweserî, taybetmendî û cûdabûna Rojnamegeriyên jin diparêz e.

Di debarê rola jinan di Rojnamegeriya Kurdî de Edîtorê Gîştî ya Rojnameya Ronahî ya beşê Erebî Sûzan Elî ji Rojnameya me re axivî.

‘Rojnemevan bi pênûsa xwe dibin dengê  civakê’

Sûzan Elî destnîşan kir ku raghandina azad nirxên civakê û destkeftiyan diparêze û wiha got:” Ferqa di navbera Ragihandina kurdî û ya  dijber de rastiyan bê ku berovajî bike radighîne, parastina nirxên civakê, kevneşopî û destkeftiyan dike. Di heman demê de ferqa herê mezin û ber bi çav jî, di raghandina cîhanê de cihek taybet ji Ranghandina xweser a jinê re tune ye. Eger ku Rojnemevanên jin jî hebin dikevin bin siya raghandina gîştî ku berjewendiya dewletê diparêzin di vê demê de rola xweser a jinê namîne, bi van taybetmendiyan raghandina Kurdî cûda dibe.

Eger em vegerin dîrokê yên ku civak bi rê ve dibir jin bû, di civaka xwezayî de em dikarin bêjin ku dayîkê rola raghandinê dilîst ku parastinan zarok û derdora xwe dikir, tecrûbe bi giyayan çêdikir ku kesên nexwaş derman bike, ev yek jî rola wê di rojnemevantiyê de diyar dibe ku çawa nexwaşî û pirsgirêkên civakê çareser dike ev jî ji wê bingehê hatiye.”

‘Gurbetellî Ersoz bû mînak ji Rojnemevantiyê re’’

 

Sûzan Elî da zanîn ku yekemîn jina rojnemevan û editor  Gurbetellî Ersoz bû û wiha domand: “Gurbetellî Ersoz Şehîdê Tevgera Azadiya Kurdistan bû, li çiyayên azad gihaş asta Şihadetê. Gurbetellî Ersoz bû mînak ji Rojnemevantiyê re.  Ji ber ku dengê rastiyê bû ji aliyê dewleta Tirk ve gelek caran hate girtin û rastî êşkenceyê hat. Ji bo vê yekê û di biranîna Şahadeta Rojnemevan Gurbetellî Ersoz de RAJN li çiyayên azad hate demezrandin ku em jî îro wek YRJê di bin sîwana wê de kar dikin. Li Rojavayê Kurdistanê di sala 2020’an de di konfernasa duyemîn a RAJN’ê de Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) hate damezrandin.

Di dema niha de em dibînin ku di saziyên me yê raghandinê de hejmara herî zêde ji Rojnemevana jinin. Di saziyên me de jin pêşkêşvanin li ser ekranan derdikevin, weke nûçegihan derbasî qada şer dibin, cihê xwe di edîtortî, dîzayn û her beşê raghandinê de digirin. Di heman demê Tv û ajansên xweser heneku ku kar û xebatên xwe di çarçoveya jin û civakê de dimeşînin.”

‘‘Beriya Şoreşa Rojava jinê cihê xwe di qada raghandinê de nedigirt’’

Sozan Elî tekez kir ku beriya Şoreşa Rojava jinê di ware xebatkirina raghandinê de gelek zehmet didîtin û wiha pê de çû: “Berıya Şoreşa Rojava  jin rastî zayendperestiya civakî dihat. Di dema rêjîma Baas de xwandina fakûlteye raghandinê nedihat dîtin û bi taybet jin têde nedihat qebûlkirin û derfeta xabata di warê raghandinê de heba tenê mêr dihatin qebûlkirin ku mecbûrin xezmetî berjewendiya rêjîma Baas bikin. Lê piştî Şoreşa Rojava ev hişmendiya hate guhertin jinê cihê xwe di her warî girt û bû xwedî biryar. Derfeta beşdarbûna jinê ji beşa rahgandinê re hete vekirin û jinê di pêşkêşkirin dengê rastiyê, civak û jinê heya vê kêliyê roleke mezin dilîze. Raghandina jin di van çend salên dawiyê de rola xwe gelek lîstiye ji ber ku jinê rastiya xwe, civakê û şerê ku li ser herêma me tê meşandin naskiriye. Di vê demê niha de ne tenê pirsgirêka jin, mêr û sîstema desthilatdariya fikirî nîne, di heman demê de şerê qirkirinê û sîstemen hegemonîk li ser herêma me tê meşandin.”

‘‘Rojnemevanên jin di pêvajoya şer de bûn dengê gelê Rojava’’

Edîtorê Gîştî ya Rojnameya Ronahî ya beşê Erebî Sozan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro jina Rojnemevan ketiye wê baweriyê ku li ser gelê Kurd şerê esmîlisyonê û guhertina demokrafîk li ser herêmê heye û di bersivdayîna wê de her dem amade ye. Mînaka herî mezin di şerê dawî ya Rojava de ku li beramberî gelê Kurd a li Rojava şerê qirkirinê hate meşandin. Di vê pêvajoya şer de jinên Rojnemevan dikaribûn ku bibin dengê gelê Rojava û êşên jina. Em ji bo gel û jinan dengê rastiyê ne. Îro jin tekoşîna siyasî, fikrî û leşkerî dike, jina Rojnemvan bi pênûs xwe doza gelê Kurd radighîne ji raya gîştî re. ji bo mosogerkirina mafê Kurd û jin di destûra Sûriya nû de ked dide. Ji bo parastina destkeftiyên Yekîneyên parastina Jin (YPJ) jinên Rojnemevan têkoşîn dike.

Em weke Rojnemevanên jin zimana ku hertim jinê dike qurbaniye bikarnaynin, lê belê zimanê têkoşîna jin bikartînin. Bûyerên bi êş ku jin pê re rû bi rû meye em weke çîrokên ku jinê jê sûd wergirtiye didin. Ji ber ku dîroka jinê bi berxwedanî û têkoşînê tijî ye. Gelek mijarên girîng hene ku dikeve ser milên Rojnemevanên jin yek ji wan jî azadiya Fîzîkê ya Rêber Apo ye, bê guman ev erka herî mezin ji bo rojnemevanan e, ji ber ku Rêber Apo nexşerê ji bo hemû jinana re bû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.