Esma Mistefa/Qamişlo
Rêvebera Ofîsa Jin a Kombenda Ehil El Beyît li Rojava, Xilûd Şêx Îsa û rêvebera Meclisa Jin li kantona Hesekê, Foza Ehmed dan zanîn ku bihêzkirina jinan û piştgiriya diyalogan ji bo avakirina baweriyê û pêşxistina civateke demokratîk a hevgirtî, girîng e.
Di vê pêvajoya taybet a ku Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe de, balkişandina li ser girîngiya hevgirtina civakî, girîng e. Ev yek bi hevgirtina gelan, pêkhate, ol û baweriyan biser dikeve. Da ku avakirina civakeke hevgirtê û demokratîk di hemû warên civakê de bê avakirin, bê ku neqebûlkirin û li hember hev derketin çê bibe, pêwîst e ev mijar bi hemû aliyên civakê re were ronî kirin. Kongreya Îslama Demokratîk di gotûbêjkirina vê mijarê de bi drûşmeya “Bi hev re ji bo avakirina civakeke demokratîk û hevgirtê”. Panelek di 18’ Nîsanê de organize kir. Di vê panelê de jinên di sazî, partî, tevger û rêxistinan jî beşdar bûn ku tê de rola jin bi girêngî hate nîqaşkirin.
Têkildarî mijara ku di panelê de hatiye nîqaşkirin jinên beşdarvan nêrînên xwe parve kirin. Rêvebera Ofîsa Jin a Kombenda Ehil El Beyît li Rojava, Xilûd Şêx Îsa û rêvebera Meclisa Jin li kantona Hesekê, Foza Xalêd Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.
Hevgirtina civakî stûna bingehîn ya avakirina aramiyê ye

Xilûd di destpêka axaftina xwe de ev anî ziman: “Bê guman, hevgirtina civakî yek ji stûnên herî girîng e ku aramiya her civakê li ser wê ava dibe, û pêşveçûna wê asta girêdayîbûn û entegrasyonê di navbera endam û saziyên wê de di ronahiya veguherînan de nîşan dide. Helbet, veguherînên siyasî û aborî yên bilez ên ku em niha dibînin girîng in, û hewcedariyek berdewam û zêde heye ku ev yekîtî were xurt kirin da ku yekîtiya civakê û hêza wê ya rûbirûbûna bi pirsgirêkên ku dibînin re, misoger bibe.
Hevgirtina civakî di komek nirx û pratîkan de xwe nîşan dide, bi taybetî bawerî û rêzgirtina hevbeş di navbera kesan de, û hesta aîdiyeta yek axê. Ev girêdana nêzîk bi xwezayî bi pergalek dadperwerane ku mafan garantî dike, xurt dibe.”
‘Jin li ser nirxên hevkariyê, aştî û aîdiyetê de roleke girîng dilîzin’
Xilûd di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û wiha got: “Girîngiya jinan wekî kevirê bingehîn di xurtkirina girêdanên civakî û xurtkirina nirxên hevpar de tê destnîşan kirin. Jin di perwerdekirina nifşan de li ser nirxên hevkariyê, aştî û aîdiyetê de roleke girîng dilîzin. Bê guman, em her tim dibêjin ku rola jinan hêza erênî ya sereke di civakê de ye, ji ber ku ew zayendeke ku nayê paşguhkirin di avakirina civakan de. Jin di avakirina civakeke hevgirtî, demokratîk û aram de, xwedî hêza sereke ne. ev yek jî me di tecrûbeyên ku me dîtine de, tekez kirin.”

Foza di destpêkê de wiha got: “Girîngiya bihêzkirina jinan û piştgiriya diyalogan ji bo avakirina baweriyê û pêşxistina civatek demokratîk a hevgirtî bi rêya nîqaşên vekirî hate tekez kirin. Her wiha rola jinan di avakirina malbatan û mezinkirina nifşên pêşerojê, parastina nasnameya çandî û beşdarbûna çalak di tevgerên sivîl de ji bo bidestxistina aramî û jiyana hevbeş hate destnîşankirin. Bihêzkirina jinan ji hêla civakî, aborî û qanûnî ve ji bo parastina hevgirtina civakî pir girîng e.”
‘Jin di avakirina û hevgirtina civakan de erkeke xwezayî digre’
Foza di domdariya axaftina xwe de da zanîn ku rola jin di avakirin û hevgirtina civakê de, roleke wî ya xwezayî ye û wiha got: “Bi ya min, nihêzkirina jinan di warê civakî, aborî û qanûnî de ji bo xurtkirina hêza wan a parastina hevgirtina civakî, bi taybet di demên krîz û pevçûnan de, û ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê bi rêya beşdarbûna di hilberînê de, birêvebirina budceya malbatê û dabînkirina hawîrdorek aram, pir girîng e. Bi her awayî di nava hemû beşên civakê de hebûna jin mijareke ku nayê nîqaşkirin. Em bala xwe bidinê jin ji ber xwe ve di avakirin û rêxistinkirina civakê de rola sereke dilîze. Bi anîna zarokan, mezinkirin û xwedîkirina wan, her wiha di hevgirtin û rêxistinkirina malbatê de erka xwe pêk têne. Têkiliyên di navbera malbatê de di aliyê çawaniya xwedîkirin û birêvebirina malbatê de, roleke xwezayî dilîze.”
‘Divê jinên Sûriyê xwedî li rola xwe ya hezar salan derkevin.’
Foza di dawiya axaftina xwe ev yek anî ziman: “Niha divê ev têkilî û erk ji asta malabatê derkeve û derbasî qada hikumetê bibe, çawa ku jin di avakirin û rêxistinbûna têkiliyên malbatê de roleke sereke dilîze divê ev yek di qadên rêxistinî, qanûnî, sazî û destgehên hikumetê de jî bi fermi were qebûlkirin. Ger em dixwazin avakirina civakeke hevgirtî li ser bingeha demokrasiyê bikin, wê demê divê em rola jin di hemû qadên civakê de bihêztir bikin. bi taybet di vê pêvajoyê de hebûna jin ji her demê zêdetir di avakirina hevgirtin û demokrasiyê de, pêwîst e.
Ev yek erkeke li ser hemû jinan, divê xwedî li rola xwe ya hezar salan derkevin. Çawa ku em niha di nava xebatên giştî de qala rol û misyona jin di avakirina civakeke demokratîk bi hemû pêkhate, ol û baweriyan re, dikin. Jinên Sûriyê jî divê di dema niha de ji bo xwedîderketina li mîrasa xwe, bi hêz bin, derkevin qadan û hebûna xwe di nava pêvajoya nû de misoger bikin.”






