Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şadeyek ji hikumeta demkî serdana nevenda gîştî ya PYD’ê li Qamişlo kir

21/04/2026
in NÛÇE
A A
Şadeyek ji hikumeta demkî serdana nevenda gîştî ya PYD’ê li Qamişlo kir
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê û pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê de, îro Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda xwe ya li Qamişloyê, bi şandeyeke siyasî ya hikumeta demkî re civiya.

Îro li bajarê Qamişlo li Navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şandeyek ji rêveberiya xweser, hikumeta demkî ya Sûriyê û berpirsyarên PYD’ê re civiyan.

Şandeya hikumeta demkî ji serokê Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê Oseme Şêx Elî, hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Viviyan Beho û Hesen Şero û şêwirmenda Rêveberiya Xweser Jiyan Hesen pêk tê. Şande ji hêla hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsiv û hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê Sema Bekdaş û Silêman Ereb ve hat pêşwazîkirin. Hejmarek ji malbatên dîlgirtiyan derbasî gel şandeyê bû. Kombûna vê şandeyê di çarçoveya nîqaşkirina dosya hilbijartina Meclîsa gel de bû.

Piştî civîna di navbera şandeya hikumeta demkî a sûriyê, Rêveberiya Xweser û nûnerên PYD’ê de bi dawî bû, daxuyanî ji aliyê Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso û Rêveberê  Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê Oseme Şêx Elî hat dayîn.

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku cara yekemîne ku serdanek bi vî rengî pêk tê ji aliyê heyete siyasî a hikumeta demkî a Sûriyê de. “Em vê gaveke erênê dibînin, cara yekemîne ku di dîroka Sûriyê de ev gav tê avêtin. Em hêvî dikin li ser esasê vê gave hîn gavên zêdetir werin avêtin. Me di nîqaşa xwe de li ser rewşa Sûriyê, pirrengiya di hundirê Sûriyê û aliyê zagonî bibîrxist. Herwiha wê sardana tevahî partiyên siyasî were kirin û zagonên partiyan derkevin da ku bi awayekî rast karê xwe bimeşînin. Ji bo hilbijartinê komîteyên hkumeta demkî hene, ev heyeteke siyasî bû ji bo pêşeroja Sûriyê wê di emê pêş de daxuyanî were dayîn. Mîjarê hilbijartinê hate nîqaşkirin wê di demê pêş de were amadekirin. Herwiha bi malbetê dîlgirtiyan re jî tevdîtin kirin da ku di demê pêş de werin berdan.”

Herwiha Rêveberê Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê Oseme Şêx Elî axivî û wiha got: “ Ev cara yekemîne em weke Rêveberê Nivîsgeha Siyasî ya Parêzgeha Hesekê sardana partiyê siyasî PYD’ê dikin, em hewaldidin ku pêvajoyeke nû li Sûriyê û parêzgeha Hesekê destpêbikin. Ev pêvajo bi navê avakirina çandek nû, siyaseteke nû li ser esasê diyaloq, nîqaşa ji bo tevahî girîngiya gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyan. Ev sardana yekemîne û wê berdewam bike. Ev ê bingehek jo bo avakirina Sûriyek nû û dest bi dest.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.