Stêrk Mihemed/Qamişlo
Dîlgirtiyên ku hatine berdan diyar kirin ku berxwedaniya wan ji îşkenceyê mezintir bû û wiha gotin: “Di zindanên hikumeta demkî de şêwaz û îşkenceyên rêjîma Baas li dijî Kurdan xwe dubare dike.”
Di 18’ê Çileya 2026’an de hikumeta demkî a Sûriyê û komên çeteyan yên pêve girêdayî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Di encama van êrişan de kuştin, revandin, koçberî û dîlgiritin çûbû. Di heman demê de gelek şervanên QSD’ê ji ber rabûna êlan ji dijî wan û avakirina kemînan hatin dilgirtin. Di 29’ê çile de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî a Sûriyê de peymanek hate îmzekirin benda sereke ya vê peymanê serbestberdaba hemû dîlgirityan ji her du aliyan ve bû, di çarçoveya pêkanîna vê peymanê de haya niha nêzî 800 dîlgirtiyên QSD’ê hatin berdan û di demê pêş de wê grûpên dîtir werin berdan.
Di derbarê rewş û berxwedaniya dîlgirtiyên QSD’ê di zindana hikumeta demkî de dîlgirityên ku hatine berdan ji Rojnameya me re axivîn.
‘Di girtîgehan de terzê rêjîma baas xwe dûbare dike’

Dîlgirtiyê bi navê Hisên Hewas Mihemed ku li Dêra zorê ji aliyê çeteyên HTŞê ve hatibû girtin. Bi 400 hevalên xwe re hati bû berdan got ku : “ Ji 2013’an ve ji destpêka şoreşa Rojava heta niha ji bo parastina ax û welat xwe, li hemberî hemû çav sorên ku bazarê li ser axa me dikir, şer kir û tekoşiyam. Herê dawiyê dema ku em li ser erk bûn. Di şerê dawî yê de li Deyra zorê ji aliyê Çeteyên HTŞ’ê ve hatim dîlgirtin. Em li ser esas likevkirinê di navberê QSD’ê û hikumeta demkî a Sûriyê ji herêmên Tebqa, Reqa, Dêre Zor, Şedadê vedikşîn, lê belê ev lihevkirin ji aliyê hikumeta demkî ve pêknehat ji beriya dema ku ji me re hatiye diyar kirin da ku em derkevin êrişî me kirin herwiha êlên ereban yên li wan herêman jî li dijî me rabûn. Piştî ku em dîlgirtî ketin destê êlan em radestî komê çeteya kirin em sê rojan di pişta erebê de hiştin û êşkence li me kirin. laşê me ji ber êşkenceya zêde birînbû û ji bo ku hîn em biêşin benzîn jî li pişta me kirin ji bo ku bişewte. Piştî sê rojan ji êşkenceyê di erebê de komên çeteyan em radestî HTŞ’ê kirin wan jî em birin zindanê di zindanê de jî lêdan, peyvên ne ji rêzê û kêm xwarin hebû.
Herwiha hevalên jin jî di zindanê me de hebûn. Di nava sê mehan de hemû cûreyên êşkence û dijmirovî li ser me dihat meşandin. Pişt vê em derbasî zindana navendî kirin û pê wê bi du rojan li gorî lihevkirinê di navbera QSD’ê û hikumeta demkî de em derketin. Zindan û terzê wan mîna ya rêjîma baas bû tiştek nehatiye guhertin. Serdema rêjîma baas xwe dîsa dûbare dike. Di nava wan de komên çete yên hemzet û emşat hebûn herwiha senbola DAIŞ’ê li ser piyên wan hebûn di heman demê de leşkerên beyanî û misrî jî di nava wan de hebûn em radestî keseke bi navê Ebû Decenê kirin. Ne tenê hêzên leşkerî di wê zindana de jî hebûn lê belê sivîl jî hene ew jî rastî êşkenceyê dihatin. Ne tenê Kurd di wan zindana de bûn, lê belê ereb jî hebûn ew jî rastî lêdan û êşkenceyê dihatin. Hemû cûreyên kiryarên xerab her wiha di nav girtiyan de hijmareke jin û zarokên ku ji pêkhateyên Erebin jî rastê kiryarên xirab tên. Di girtîgeha ku ez têde bûm, 400 kes hebû hejmara zêde ji wan ereb bûn em neh kes Kurd bi hevre hatin girtin 8 derketin û yek di zindanê de ma.
Di wê zindanê de gelê Elewî, Kurdê kobanê, Dêrikê û erebên ji Heseke, Dêre Zorê û Şedadê de hene. Hevalên jin di zindana me de hebûn hemû derketin tenê yek ma ew heval jî ji pêkhateya Ereb bû. Di hundir zindanê de ji me re digotin bi kurdî neaxivin û eger em bi kurdî biaxivin em rastî lêdanê dihatin û ji ber lêdana zêde hevalek min perdê guhê wî qetiya. Çawa ku di dema rêjîma baas de bi gelê Kurd re digotin bi kurdî neaxivin û kesê ku biaxive wê rastî êşkenceya were niha jî ev kiryar gel hikumeta demkî dîsa dûbare dibe.”
‘‘Em bi fermandarî û gelê xwe bawer bûn’’
Hisên hewas mihemed diyar kir ku wan di zindanê de ji bo doza Kurdî liberxwe didan û wiha domand: “Di nava zindanê de li rûxmê hemû êşkenceyê me dîtiye, lê tu carî serê xwe li hemberî wan netewand. Lê belê em hîn xorttir bûne. Ji ber ku em bi fermandar û gel xwe ya Kurd li çar parçeyên Kurdistanl bawer bûn. Em niha hîn zêdetir bi kurdiyeta xwe û Kurdistanê ve hatine girêdan. Piştî em ji zindanê derketin moralên me lawaz nebûn, lê belê em hîn daha zêderit xorttir bûn. Em li zindanê de li ser Kurdiyata xwe danediket û qet em danakevin.
Di nava zindanê de şerê taybet û pîskolojîk li ser me dixwastin bidin meşandin digotin Rojava, mafê jinê, doza Kurdî nema û me hemû bajarên Kurdî serdest kirine, lê belê me bawer nedikir ji ber ku em bi heval, doza Kurdî, rêveber, fermadar û gelê Kurd bawer bûn ku dest ji dîlgirtiyan, doz û herêmên Kurdî bernadin. Heya ku dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê ji bo şehîd, dîlgirtiyên ku nehatine berdan û tevahî Kurdistanê liberxwe bidin.
Em sê mehan di zindana hikumeta demkî a Sûriyê de man baweriya me bi gelê me hebû, niha dixwazin di nava gelê Kurd û pêkhateyên Ereb de cûdahî û fitneyan derbixînin divê tevahî gelê me hişyar be û vê yekê bawer neke. Di şerê Rojava de gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistan bûn yek û bi hev ve hatin girêdan. Ev pêvajoya şerê ku li Rojava hatiye meşndin ji bo qirkirina tevahî kurdan bû di Rojava de radeniwestin daxwaz û armanca wan qirkirina tevahî Kurdan bû ji bo vê jî ez weke dîlgirtiyrk ku hatime berdan bang ji tevahî gelê Kurd re dikin ku nekevin van xefik û lîstokan ji ber ku em hemû ji bo doza Kurdî şer dikin.”
‘‘Berxwedaniya me ji êşkenceya wan mezintir bû’’

Dîlgirtiyê ku hatiye berdan yê bi navê Siyamed Îsmeîl da zanîn ku çi dibe bila bibe ew dest ji kurdiyeta xwe berdane û wiha got: “Em li Dêre Zorê ji heqil el omer vedikşîn di dema vekişandinê de hin êlên ereban ji me re kemîn amadekiribûn, lê me xwe jê rizdar kir, lê piştî berxwedaniyeke mezin em ketin çembereke giran û bi dehan erebe li derdor me kombûn û em dîlgirtin. Piştî em hatin dîlgirtin 3 rojan em di pişta erebe de hiştin û em êşkence dikirin. Em kesên ku êrişî me dikin û me dîldigirin ne ku ji bo maf û pîvanên xwe şer dikin, lê ji bo talankirin, dizî û wêrankirinê hatine. Ji ber ku navê min Siyamende û bi kurdî ye ez rastî gotin û lêdanê hatim. Çiqas hewildidan doza Kurdî rakin û axaftina Kurdî rakin nikarîbûn ji ber ku baş dizanin em dest ji Kurdiyata xwe bernadin. Berxwedaniya me ji êşkenceya wan mezintir bû.
Ji ber dîlgirtina min û belavbûna dîmenên min ji aliyê hikumetê ve û tirsa malbeta li ser min apê min astegdar bû xwişka min ji ber xemgîniya li ser me jiyana xwe ji dest da. Lê dîsa ji li gorî hemû êş û êşkenceyê me dîtiye dîsa ji em dest ji têkoşîn û berxwedaniya xwe bernadin. Ew nikarin me bişkînin em hîm zêderit xort bûne. Dema ku min gelê xwe dît û min piştgiriya wan ji dîlgirtiyan re dît bûyerên ku bi min re derbas bûne min jibîrkirin. Me moral ji gelê xwe girt, dîlgirtî rastî êşkenceyên giran tên em dixwazin ku hemû dîlgirtî bi lez bên berdan.”






