Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Meraş û Rihayê dibistan veguherîn cihê kuştin û tundiyê

21/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Meraş û Rihayê dibistan veguherîn cihê kuştin û tundiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen

Li Mereş û Rihaya Bakurê Kurdistanê dibistan ji cihê fêrkirinê veguherî cihê kuştin û tundiyê. Fîlim û lîstikên ku kuştinê pêşkêş dikin xwendekar û ciwanan teşwîqî kuştin û tundiyê dikin.

Di hefteya dawî de li Bakurê Kurdistanê bi taybet li Mereş û Rihayê ji aliyên xwendakaran ve êriş bi çekan li ser dibistanan, xwendekar û memosteyan hatin kirin. Ev bûyera dubarekirî ku ji aliyê xwendekaran ve pêktê ji ber bandorbûna bi sîneryoya Fîlmên Tirkî û lîstoka babcî ku ciwana teşwîqî bikaranîna çekan û kuştinê dikin.

Li Meraş û Rihayê dibistan veguherîn cihê kuştin û tundiyê

Di van hefteya dawiyê de li Mereşê ya bakurê kurdistanê li hember dibistaneke navîn êrîşa çekdarî pêkhat. Piştî êrîşê gelek ambulans hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku êrîş ji hêla xwendekarê pola 8’an Î.A.M. ve hat kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Wezîrê Karê Hundir Mustafa Çîftçî da zanîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 9 kes bûn. Di dema êrîşê de 13 kes, 6 jê bigiranî birîndar bûn. Herwiha careke din êriş ji aliyê xwendekaran ve li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu ya navçeya Sêwereg a Rihayê, pêkhat ku di encamê de 16 kes birîndar bibûn. Li Meraş û Rihayê dibistan ji cihê fêrkirin û perwerdeyê veguherîn cihê kuştin û tundiyê.

Ev bûyer rastiya ku li Bakurê Kurdistanê tê meşandin radighîne

Di dema dawî de bûyerê bi vî rengî li Bakurê Kurdistanê gelek pêşketiye, aramî û ewlehiya sivîlan di nava metirsiyê de ye. Li Bakurê Kurdistanê dibistan li şûna cihê fêrkirin û xwendinê bûye cihê kuştin û komkujiyan. Civak û xwendekar di nava tirs û rewşa pîskolijîk de jiyan dikin. Ev bûyer bû sedem ku xwendekar ji dibistanên xwe dûrbikevin da ku ewlehiya xwe di malê de qezenc bikin, vê yekê bandoreke neynî li ser pêşaroja xwendinê ya zarokan bike, ji ber ku wê her di nava wê piskolojiyê de jiyan bikin ku ev rewş li tevahî dibistana dûbare bibe. Vê bûyerê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê neqebûlkirin û gaziyên malbetan mezin avakiriye. Herwiha malbet û hevalên qurbaniyan di nava hestekî bi êş û giyan de jiyan dikim ku her dibistanekl bibînin wê ev sîneryû di pêşiyê çavê van re derbas bibe. Di heman demê de memosteyên ku di van dibistana de xebat dikirin rastî êriş û kuştinek bê sebebek xuya hatin. Ev bûyera ku di dibistanên meraş û Rihayê derketiye pêş rastiya zihniyata veşartî a ku di nava civak û ciwana de tê maşanidn derxist ji raya gîştî re.

Lîstok ababcî û film ciwanan teşwîqî rakirina çekan dikin

Di nava malbet û civakê de tê gotin ji ber bandorbûra xwendekar û zarokan bi fîlim û lîstok babcî ev bûyer derket pêş. Li bakurê Kurdistanê êrişên ji aliyê xwendakar ve li ser dibistanan ku têde dixwandin hatin, ev bûyere ku di vê hefteya dawî de dûbare dibe, ciwanên ku di tememê sîpertiyê de bi her tiştî bandor dibin û teşwîq dikin ku ew jî bikin bi taybet bi fîlim û lîstoka bobcî ku wan ciwan û zarokan teşwîqî rakirina çek û kuştinê dikin. Fîlmên ku li Bakur derdikevin ser tv piraniya sîneryûya wan girêdayî bikaranîna çek û teşhîrkirina MAFYAYÊ ye. Ciwan û xwemdekarên di temena sîpertiyê de teqlîdî rastiya ku li pêşiya wan tê kirin dikin û hewaldidin ku teqlîdî fîlmên ku li pêşiya wan tê pêşkêş kirin bikin da ku mîna wan kesan binav û deng bibin. Herwiha lîstoka babcî ku di nava civakê de gelek pêşketiye bandoreke wê ya mezin li ser ciwan û xwendekaran heye çarçoveya vê listika babcî di naveroka kuştin û qezenckirina pereyan de dibîme kê baş lîst ewqas biserdikeve û dikare bi baceke mezin bifrûşe keseke din ev yek jî ciwanan teşwîqî wê lîstikê dike. Ev yek jî bandore li ser mêjî, tevger û pîskolojiya lîstokvanan dike ku di pratîka xwe de pêktînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.