Navenda Nûçeyan
Serokê Ajansa Enerjiyê ya Navdewletî, Fatih Birol, îro got ku şerê di navbera Îran, Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê bû sedema derketina mezintirîn qeyrana enerjiyê ya ku cîhan tê re derbas dibe. Di encama êrişan de zêdeyî 90 stasyonên hilberîna enerjiyê hatine rûxandin.
Di encama êriş û armancgirtina binsaziya enerjiyê ya Îranê ku ji hêla Amerîka û Israîlê ve hat pêkanîn, nêzîkî 90 stasyonên hilberîna enerjiyê yên Îranê hatin rûxandin, vê yekê jî hişt encamên xirab ji bo sivîl û aboriya herêmî nîşan bide.
Birol di hevpeyvînekê de li gel radyoya France Inter got, “Encama şerê ku derket bi rastî krîza herî mezin e di dîrokê de. Eger em bandorên krîza petrolê û krîza gazê ya girêdayî Rûsyayê bînin cem hev, kirîz ji xwe bi heman giraniya xwe ve mezin in.”






