Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 286 jin jiyana xwe ji dest dan

21/04/2026
in JIN
A A
Di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 286 jin jiyana xwe ji dest dan
Share on FacebookShare on Twitter

Di xwepêşandanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yê 2026’an de 286 jin û 172 zarok û ciwan jiyana xwe bi guleyên rêjîma Îranê ji dest dan. Her çiqas geşedanên dawiyê li Îranê hatibin rûdan jî, lê kiryarên rêjîmê li ser xwepêşanderan hê didomin.

Navenda Nûçeyan

Jinan di serhildana 2026’an a li Îranê û Rojhilata Kurdistanê de roleke sereke û wêrek lîstin, mil bi mil li hember zihniyeta desthilatdaran sekinîn û pir caran di pêş de bûn. Ji kesên ku temenê wan 13 heta 66 salî beşdarî serhildanê bûn di heman demê de tevahî saziyên sivîl, xwendekar û xebatkar tevlî serhildanê bûn û qêrîna azadî û neqebûlkirinê bilindlirin. Jinan li her derê bi hemû ol, bawerî, pêkhate û etnîke bi zarok û malbatên xwe re tevlî vê serhildanê bû.

Jinan car bi car pêşengiya xwepêşandanan kirin û dirûşmeyên “Mirin ji bo Xameneyî”, “Mirin ji bo dîktator” û “Îsal sala xwînê ye; Xameneyî dê bikeve” qîr kirin. Wan gelek caran bi Pasvanên Şoreşê yên Kirmaşanê û hêzên din ên zordar ên rejîmê re rûbirû bûn û ew neçar kirin ku paşve vekişin. Li hember topên avê li ber xwe dan, kolan girtin û red kirin ku paşve gav bavêjin, gelek ji wan ji bo wêrekiya xwe bedela herî mezin dan.

Serhildana qehremanî ya jin û mêran li Îranê bi hovîtiyeke zêde re rû bi rû ma, ji ber ku xwepêşanderên ku li seranserê welêt kolan tijî kirin rastî komkujiyeke tirsnak hatin. Bi fermana Elî Xameneyî, hêzên ewlehiyê bi niyeta kuştinê gule reşandin û nîşangiran serî, dil û çavên xwepêşanderan hedef girtin. Ji ban û pirên peyayan, bê cudahî gule li ser sivîlên bêçek, ciwan û pîr, barandin.

Girêdayî kuştina jinan di xwapêşandanên li îranê yên 2026’an de me berê jî hejmara jinên ku bûne qurbanî diyar kiribûn ku wê demê zêdetirî 200 jin bûn, di meha Nîsanê de hejmara jinên ku bûne qurbanî gihaştiye zêdetirî 286.

Li gorî îtîrafên Xameneyî bi xwe, çend hezar kes hatine kuştin. Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê (PMOI/MEK) radigihîne ku zêdetirî 50 hezar kes hatine girtin. Rêxistinê her wiha navên 2 hezar 572 kesên ku di dema serkutkirina tund a rejîmê ya li ser serhildana 2026’an de jiyana xwe ji dest dane, belge kiriye û weşandiye, di nav wan de 286 jin û 172 zarok û ciwan hene.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê lîsteya navên jin û keçên ku di serhildana 2026’an a li Îranê de di têkoşîna azadî û wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane, belav dike. Ew îradeya gelekî ku ji bo azadiyê rabûye ser piyan temsîl dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.