Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Kurdî bi dawî bû

20/04/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Sêyemîn Festîvala Fîlman a Kurdî bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Kurdî  ku di navbera 17-19’ê Nîsanê de li bajarê Dosildorfê Almanyayê, li Sînemeya Ufa Palast û Metropol hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Sêyemîn Festîvala Fîlmên Kurdî hebûna sînemaya Kurdî wekî dengekî çandî yê zindî ku nasname, dîrok û xeyalên gelê xwe nîşan dide, ji nû ve piştrast dike. Di heman demê de ev festîval bûye yek ji navendên herî girîng ên ku fîlmên Kurdî pêş dixin û hunermendên Kurd lê dicivin. Festîvala îsal ji bo nîşankirina sembola porê jineke şoreşger, ku rûyê wê ber bi nexşeya Kurdistanê ve ye, hat hilbijartin.

Di Festîvalê de 3’ê fîlmên dirêj, 8 belgefîlm û 17 fîlmên demkurt beşdar bûn. Herwiha 3 fîlm ji Rojava, 11 Fîlm ji Başûrê Kurdistanê, 5 fîlm ji Rojhilatê Kurdistanê, 7 fîlm ji Bakurê Kurdistanê û 3 fîlm ji sînemeya navneteweyî hatin hilbijartin.

Fîlm û belgefîlmên beşdar bibûn li ser Şoreşa Rojava, kolber li Rojhilatê Kurdistanê, qedexekirina zimanê Kurdî û zextên dewleta Tirk li ser bajarên Kurdan, koçberkirina gelê Kurd ji Bakurê Kurdistanê û qedexeyên li ser stranên Kurdî ne. Piraniya fîlman li ser rewşa civaka Kurd disekinin.

Bernameya Festîvala Fîlma a Kurdî wiha bû:

Di roja yekem de: Festîval bi Fîlmê Heval Birako hate destpêkirin ê ku ji 90 deqeyan pêk tê li sînemeya Ufa Palast.

Roja Duyemîn: simînerek bi beşdarbûna çalakvan Lîsa Çalan tê de li ser sînemeya Kurdî axivî li Sînemeya Metropol. Di heman rojê de 12 fîlmên demkurt hatin pêşkêşkirin, ew jî wiha bûn:

Threads of a Revolution, Belgefîlmek 54 deqe ji derhînana Danî Mîtşel û Ros Domonî, li Sînemeya Metropol.

Sibê Derenge: Fîlmek dirêj 65 deqe ji derhînana Mezlûm Dêmîr, li Sînemeya Metropol.

Kardeş Turkuler: Belgefîlmek 108 deqe ji derhînana Çayan Dêmîrîl û Ayşa Çêtîn Baş li Sînemeya Ufa Palast.

Mugarik Gabe-No Borders: Belgefîlmek 68 deqe ji derhînana Borîs Cîvara li Sînemeya Metropol.

Rootless Resident: Belgefîlmek 62 deqe ji derkînana Rida Uylom li Sînemeya Metropol.

All The Mountains Give: Belgefîlmek 91 deqe ji derhînana Araş Rexşa li Sînemeya Ufa Palast.

Di heman rojê de li Sînemeya Metropol 12 fîlmên demkurd hatin pêşkêşkirin, ev bûn:

Rojava Rûmeta Me Ye: 7 deqeya berdewam dike, ji derhînana Dilcan Ezo.

Take Our Photo: 13 deqeyan berdewam dike hi derînana Êlîn Gîzîl.

Eclipse: 18 deqeyan berdewam dike ji derhînana Dîlan Toftîk.

One In a Million: 8 deqeyan berdewam dike ji derhînana Şaxwan Ebulrehîm.

Gisoan Darya:10 deqeyan berdwam dike, ji derhînana Kemal Borî.

A Different Perspective: 8 deqeyan berdewam dike, ji derhînana Şaro Mihemed

Zarand: 13 deqeyan berdewam dike, ji derhînana Tirîfa Hesen.

Home Made: 15 deqeyan berdewam dike, ji derhînana Rojda Oral.

The Slope:  15 deqeyan berdewam dike ji derhînana Cemal Îşnas.

Death Between Life: 24 deqeyan berdewam dike ji dehînana Rêkar Berzan.

Manli: 9 deqeyan berdewam dike, ji derhînana Edîb Hebîbî.

Morî: 18 deqeyan berdewam dike, ji derhînana YaQûP Tangaç.

Di roja dawiyê de:

The Memory Of Sur: Belgefîlmek 36 deqe ji derhînana Azad Altay, li Sînemeya Metropol.

Arzela From Amed: Belgefîlmek 65 Deqe ji derhînana Êlîf Yêgît û Yohans Bax, li Sînemeya Metropol.

Hemo: Belgefîlmek 45 deqe ji derhînana Dicle Arjîn, li Sînemeya Metropol.

Whisper With The Wind:  Fîlmeke Dirêj 77 deqe ji derhînana Şehram Elêdî, li Sînemeya Metropol.

Di heman rojê de 5 Fîlmên demkurdt hatin pêşkêşkirin li Sînemeya Metropol, ev bûn:

Triangle: 15  deqe ji derhînana Cîno Hesen.

The Watcher:  8 deqe ji derhînana Rêbaz Ismaîl.

Manuscript: 12 deqe ji derhînana Ciyar Ferid.

Safoora: 19 deqe ji derhînana Biroyz Ristimî.

Our Name Is Foreign: 20 deqe ji derhînana Sêlîn Bosîlî.

Di dawiya Festîvala Fîlman a Kurdî de, pêşbirkek fîlmên kurt di çarçoveya festîvalê de hate lidarxistin û çar xelat hatin dayîn, ji her perçeyek Kurdistanê xelatek ji bo fîlmek kurt hate dayîn. Ji bo fîlmên dirêj, çar xelatên rûmetê hatin dayîn.

Ev Festîval di çapa xwe ya sêyemîn de, komek derhêner, hilberîner, digel temaşevanên ku ji bo berhemên ku xwedî şopa herêmî û cîhanî ne, dicivîne. Rola wê ji tenê pêşandana fîlman wêdetir diçe, ew wekî cihek ji bo diyalog û danûstandina ezmûnan û ji bo piştgiriya jêhatiyên ciwan ên ku hewl didin dengê xwe li navneteweyî bidin bihîstin, xizmet dike. Ev festîval ne tenê bûyerek hunerî ye, lê belê qonaxek çandî ye ku pêşveçûna sînemaya Kurdî nîşan dide û şiyana wê ya pêşbazî û nûjeniyê di qada sînemayê ya herêmî û navneteweyî de piştrast dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.