Ayşa Silêman/ Dêrik
Şêniyên bajarê Dêrikê ji bo zarokên wan ên dîlgirtî di destê hikumeta demkî de û çarenûsa wan nediyar daxuyaniyek dan têde daxwaza berdana zarokên xwe kirin.
Şêniyên bajarê Dêrikê li qada Azadî ji bo zarokên wan ên dîlgirtî di destê hikumeta demkî de û çarenûsa wan nediyar daxuyaniyek devkî dan têde daxwaza berdana zarokên xwe kirin. Di daxuyaniyê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.
Daxuyanî bi xulekek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan, paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Hisên Remezan anî ziman ku têkoşîn û berxwedaniya ku şervanên me kirîn gelê kurd pê serbilindin û wiha got: “Tevî rewşa av hewaya zehmet jî lê gelê kurd ê berxwedêr îro derketina kolanan û xwedî li zarokên xwe derdikevin. Hikumeta demkî bi destekdayîna Tombarak û dewletên hegemonîk pilaneke qirêj di derheqê şervanên me de pêk anîn. Şervanên ku li seranserî cîhanê bi lehengî û qehremaniya xwe dihatin naskirin, bi lîstokên qirêj ew dîlgirtin em vê îxanetê şermezar dikin. Dixwazin gelê me li hember fermandarên Rêveberiya Xweser û QSD’ê moralê wan bişkînin, bila baş bizanin ku gelê kurd tucarî moralê wan nayê şikandin û wê heya dawiyê xwedî li doza xwe derkevin.”
Di dawiya Daxuyaniyê de Hisên Remezan wiha got: “Em daxawaza zarok û hevalên xwe yên dîlgirtî dikin ku di demeke nêz de vegerin nav malbatên xwe de, di heman demê de cenazeyên hevalên me jî radestî Rêvebriya Xweser bikin. Em ê hertim li kolanan bin heya ku ev pilana qirêj a ku li dijî şervanên me kirî bidawî bibe. Em bang li dewletên navnetewî dikin ku îro garantiyê li Sûriyê dikin ku di demeke nêzîk de ciwanên me vegerînin û heya dawiyê gelê kurd wê têkoşîn û berxwedaniyê bikin.”







