Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Salih Muslim di Çilrojiya xwe de hat bîranîn

19/04/2026
in NÛÇE
A A
Şehîd Salih Muslim di Çilrojiya xwe de hat bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

 Solîn Mihemed/ Qamişlo

Bi boneya Çilrojiya şehadeta têkoşer û endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD’ê Salih Muslim, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo merasîmeke bîranînê li dar xist.

Ji bo bîranîna Şehîd Salih Muslim, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê merasîma 40 rojiyê Şehîd li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di bîranînê de şêneyên bajarê Qamişlo, endamên PYD’ê, endamên sazî û dezdgehên Rêveberiya Xweser û kesayetên civakî û siyasî amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin.

Piştire sînvizyonek li ser jiyana şehîd Salih Muslim hat pêşkêşkirin.

Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Cemîl axivî û wiha got: “40 roj di ser şehadeta Salih Muslim re derbas dibe, em tu carî tekoşîn û keda wî jibîr nakin û heya dawiyê em ê li ser şopa wî bin.”

Piştire li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Silêman Ereb axivî û wiha got: “Em di 40 rojiya Şehîd Salih Muslim de wî bibîr tînin. Îro roj şehîd Salih Muslim bi keda xwe, xwe da pênasekirin û bû xwedî cihekî taybet di nava civakê. Ji bo wê em ê heya dawiyê şopedarê riya wî bin.”

Li ser navê Meclisa Sûriya Demokratîk jî Xebat axivî û wiha got: “Îro em jî wek Meclisa Sûriya Demokratî Salih Muslim bibîr tînin û em dibêjin ku bi saya wî gelek tişt di nava civakê de hatin guhertin û bipêşxistin. Ew ne tenê kesayetek bû lê belê ew wek fermandarekî û kesayetekî xuya di tevahiya Cîhanê de bû.”

Paşê jî li ser navê Kongra Star Gulîstan Gulo axivî û got: “Di şexsê Salih Muslim de bavê Welat û tevahî şehîdên Tevgera Azadiyê wan bibîr tînin û bejina xwe li hember ked û tekoşîna wan ditewînin. Ji bo çilrojiya Salih Muslim em careke din sersaxiyê ji malbat, heval û kesên hazir re dixwazin. Salih Muslim ji bo civak û doza Kurdî tekoşîn kiriye. Ji bo em doza Salih Muslim û tevahî şehîdan bişopînin gerek tişta ku bikeve ser milê me em bikin.”

Paşê jî li ser navê Tev-Çandê Kurdiyar Dirayî wiha got: “Şehîd Salih Muslim xwedî cihekî xwe yê pir mezin di nava şoreşa Rojava de bû. Ji bo wê em îro têkoşer û kesayetê mezin Salih Muslim bibîr tînin û em sipasiya her kesekî ku di bîranîna wî de hazir bû dikin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.