Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Êrişa li ser ala Kurdî, êrişa li ser rûmeta şehîdan e’

19/04/2026
in NÛÇE
A A
‘Êrişa li ser ala Kurdî, êrişa li ser rûmeta şehîdan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed-Lîloz Hisên

Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava piştrast kir ku êrişa li ser ala Kurdî pêk hat, êrişeke rasterast li ser giyanê şehîda ne, herwiha jiyana hevbeş û vîna gelên herêmê ya ji bo azadî û rûmetê, hedef digre.

Duh li ser ala Kurdî ku li Çerxerêya Zorê ya bajarê Qamişlo hatiye hildan, ji aliyê kesê bi navê Hisên El Hiso rastî êrişeke gulebaranê ku tijî kîn, hat. Ev êriş rasterast nirxên gelên Kurd ên pîroz, armanc kir. Meclisa Malbatên Şehîdan a Rojava jî, ji bo şeremzarkirina vê kiryarê, daxuyaniyek li nêzî çerxerêyê da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayî.

‘Êrişa ala kurdî êriş li ser giyanê şehîda ne’

Meclisa Malbatê Şehîdan di daxuyaniyê de diyar kir ku ev êriş hewldanên bêhêvî ye ku rûmeta gelê Kurd û sembolên wê yên neteweyî dikin armanc û wiha got: “Ew êrişa qirêj û gulebarana ku li Çerxerêya Zorê li dijî Alaya Kurdî pêk hat, ne tenê kiryareke xerabkar a asayî ye, lê belê êrişeke rasterast e li ser giyanê şehîdên me. Bi xwîna şehîdên me, ev al hatiye hildan, da ku di ezmanê azadiyê de her dem hildayî be. Ew guleyên ku li “Çerxerêya Zorê” ber bi ala me ve hatine teqandin, guleyên kînê ne ku jiyana hevbeş û vîna gelên herêmê ya ji bo azadî û rûmetê dikin armanc.”

Di daxuyaniyê de ji bo raya giştî hin xal hatin raghandin û wiha ne:

Yek: Alaya Kurdî ne tenê sembolek neteweyî ye, lê belê ew kefenê pîroz e ku laşê kur û keçên me hembêz kiriye. Êrişa li ser alayê, êrişa li ser rûmeta şehîdan û pîroziya bîranînên wan e.

Du: Em bi tundî destên xerabkar ên ku ev kiryar pêk anîne şermezar dikin. Em vê yekê wek hewldaneke bêhêvî dibînin ku dixwazin herêmê bikşînin nav fitneyê û aramiya ku bi xwîna bi hezaran kur û keçên me pêk hatiye, têk bibin.

Sê: Em piştrast dikin ku ev kiryarên tirsonek, wê malbatên şehîdan û gelê Rojava hîn bêtir bi destkeftiyên şoreşê ve girê bidin. Tu hêz nikare wan alayên ku bi fedekariya kur û keçên me û hevalên wan hatine hildan, bîne xwarê.

Çar: Em bang li aliyên peywendîdar û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ku bi destê pola li dijî her kesê ku dixwaze destdirêjiyê bike ser sembolên neteweyî bisekinin û xerabkeran radestî dadgehê bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat tekez kirin: “Em soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê her tim bibin keleha parastina sembol û nirxên xwe. Alaya Kurdî dê bi saya berxwedana dayikan û vîna têkoşeran her bilind li ba bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.