Navenda Nûçeyan
Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê peşmergeyên jin ên ku li herêma Kurdistanê bûne hedefên êrişên rejîma Îranê; Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyari bi rêzdarî bi bîr anî, herwiha ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxî xwestin û êriş bi tundî şermezar kir.
Koordînasyona Kongra Star, peşmergeyên jin ên li herêma Kurdistanê ku bûne hedefên êrişên rejîma Îranê; Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyari bi rêz û hurmetdarî bi bîr anî, ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxî xwestin. Herwiha ev êriş bi tundî şermezar kir.
‘Êrişên li ser pêşmergeyên jin, êrişên li dijî îradeya jinê ye’
Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Ji beriya her tiştî weke Koordînasyona Kongra Star, peşmergeyên jin ên li herêma Kurdistanê ku bûne hedefên êrişên rejîma Îranê; Xezal Mewlan, Nada Miri û Samira Allahyari bi rêz û hurmetdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin û van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Ev êrişe ne tenê êrişên leşkerî ne, di heman demê de êrişên li dijî îradeya jinê, îradeya civakê û yêkbûyîna gelê Kurd hatiye kirin. Jinên ku dixwazin jiyana xwe a birûmet biparêzin, civaka xwe biparêzin bi zanebûyîn tên hedef girtin. Zihniyeta ku naxwazî têkoşîna jin qebûl bike, bi van êrişan ve di nava gel de dixwaze tirs ava bike, berxwedana jinan bişkêne. Di heman demê de ev êriş li hemberî hewldana yekîtiya gelê Kurd e. Di dîrokê de, her carê ku gelê Kurd xwestiye yekbûna xwe pêk bîne û li ser bingeheke siyasî ya hevpar civakî û rêxistinî biafirîne, bi wê re reaksiyona zext û êriş jî zêde bûye. Hewldanên partiyên siyasî yên Kurd ku di bin yêk sîwanê de kombûne, her car ji aliyê hêzên herêmî û navnetewîve derbe lê tê xistin.”
‘Armanca êrişan lewazkirina statuya siyasî a Herêma Kurdistanê ye’
Daxuyanî wiha domand: “Di demên dawî de, tê dîtin ku hewldanên hevbeşbûyîna partiyên Kurd, ji aliyê taybetî Îranê ve wek rewşekî xetereyê ya ewlehiyê ye. Di meha Sibat 2026’ê û heta niha êrişên Îranê û hêzên girêdayî wan li Herêma Kurdistanê pir zêde bûne. Ji destpêka 2026’ê de, herêmên Hewlêr, Silêmanî û Duhok bi drone û mûşekan hatine hedefgirtin. Li gor raporên fermî û qadan, di navbera Sibat û Adarê de zêdetir ji 200 êriş, bi tevahî jî zêdetir ji 450 êrişên drone û mûşekê hatine tomarkirin. Di vê demê de, herî kêm 14–17 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmareke mezin jî birîndar bûne. Hin êriş rasterast cihên sivîlan hedef girtine. Armanca van êrişan lewazkirina statuya siyasî a Herêma Kurdistanê ye. Dîsa bi van êrişan ve, Îran dixwaze hevsengiyên heremî di bin kontrola xwede bigire. Herwiha di nava civakê de tirs û bê ewlehiyê kûr bike. Ev êrişên leşkerî yên wiha, ne dikarin pirsgirêkên siyasî çareser bikin û ne jî dikarin aramî û ewlehiyê li herêmê peyda bikin. Ji ber vê yekê, ji bo Îranê gav avêtina ber bi demokrasî, diyaloqa siyasî û qebûlkirina daxwazên rewa yên gelan, dibe hewceyeke bingehîn. Heke ev rêbazên ewlehiyê û zextê bidomînin, wê herêmê ber bi qrîzeke berfirehtir ve bibe.”
‘Gelê Kurd di her şert û mercî de, xwedî li pêşmerge û gerîlayên xwe derketine’
Di daxuyaniyê hate tekezkirin ku nêzîkatiyên li hemberî pêşmergeya jina hate kirin nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Di vê pêvajoyê de rastiyeke bi êş jî derkete holê ku jina peşmerge Xezal ku bi giranî birîndar bibû, ji aliyê hîn nexweşxaneyan ve nehate qebûlkirin û tedawîkirin. Heta piştî şehîdbûyîna wê jî, ji aliyê hîn mizgeftan ve nehate qebûlkirin. Ev nêzîkatiye di wijdana gelê Kurd de birînên kûr vekirine. Jineke ku ji bo gelê xwe serî li vê rêyê dayî, jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd bexşandî, ji mafê xwe ê herî bingehîn tê mehrûmkirin û ev rewşe teqez nayê qebûlkirin. Ev rewşe ne bi nirxên olî ve û ne jî bi exlaqê civakê ve lihev nayê. Cewhera baweriyê rehm, xwedî lêderketin û rûmeta insan parastin e. İnsanek an ku jineke ku ji bo gelê xwe berdel dayî, dema ku muameleyên bi vî rengî re rûbirû tê, ev ne tenê şermeke civakî ye, di heman demê de ezmûneke wicdanî a mirovatiyê ye. Di dîrokê de jinên Kurd, di demên herî zehmet ên ku civaka wê tê de derbas dibe de, bûye sembola berxwedan û fedakariyê. Tenê hiştina jineke ku xwedî hilgirên mîraseke berxwedayîna gelê xwe, bi van nirxanre nakokiyeke mezin îfade dike. Ev bûyere, di heman demê de nîşana pirsgirekên civakî û siyasî ye jî. Di Kurdistanê de perçebûyîna ku hatî çêkirin, atmosfera siyasî a ku hatî avakirin, lewaziyên di nava avahiyan de, nahêle ku nirxên insanî bi rasteqîn werin parastin. Mudaxaleyên derve û nakokiyên hindirîn, tenê ewlekariyê na, lê exlaqa civakê jî têxe xeteriyê. Lê gelê Kurd di her şert û mercî de, xwedî li gerîlayên xwe, peşmergeyên xwe derketine. Pêwîst e ev kaosa heyî nebe sebeb ku nirxên civakê lewaz bikevin.”
‘Divê hemberî van êrişan helwesteke vekirî bê girtin’
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Em weke Kongra Star dibêjin tu êrişên ku destkeftiyên jinan û gelan hedef digire, em qebûl nakin û jineke ku ji bo gelê xwe têkoşîn kiriye dema di şehîdbûyîna xwede jî bi vî rengî muamelekirin, em teqez qebûl nakin. Ji bo tevahî civakê bangawaziya me ew e ku heta gelek xwedî li nirxê xwe derbikeve, wê li ser lingan bimîne. Her nirxeke ku îro em xwedî lê dernekevin, wê sibe rê li ber windabûyînên mezintir veke. Em bang li raya giştî a navnetewî dikin, dîsa rêxistinên jinan û parazvanên mafên mirovan, gelê her çar aliyên Kurdistanê bila li hemberî van êrişan helwesteke vekirî bigirin, bila mafê jiyana gelan û jinan biparêzin û ji bo hevgirtina gelê Kurd piştgir bin û xurt bikin.”






