Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Asayîş: Hisên El Hiso ku destdirêjî li ala kurdî kiribû, hat girtin

19/04/2026
in NÛÇE
A A
Asayîş: Hisên El Hiso ku destdirêjî li ala kurdî kiribû, hat girtin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi daxuyaniyekê ragihand Hisên El Hiso yê li Qamişlo destdirêjî li ala kurdî kiribû, hat girtin.

Duh kesê bi navê Hisên El Hiso li bajarê Qamişlo gule avêtin ala Kurdî. Li gelek bajarên Rojava gel hat gel hev û nerazîbûnên xwe nîşanî bêrêziya li al û sembolên Kurdî dan. Herwiha xwest ku kesê destdirêjî li alê kiriye, were lêpirsînkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê (Asayîş) daxuyaniyek da û ragihand ku Hisên El Hiso hat girtin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Asayîşê wiha ye:

“Ji bingehê pabendîbûna me bi parastina aştiya navxweyî û parastina sembol û destkeftiyên civaka xwe, em ji raya giştî re radighînin ku hêzên me kesê bi navê Hisên El Hiso yê Qamişloyê êrişî sembolên kurdî kiribû, girt. Piştî ku cihê Hiwên El Hiso hat diyarkirin û tevgera wî hat şopandin, hemahengî bi dezgehên têkildar ên girêdayî hêzên ewlehiya giştî yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hat çêkirin. Li gorî agahiyên îstîxbaratî operasyoneke bi balder pêk hat. Di operasyonê de ku saet 03.00’an de hat pêkanîn, hêzên me bi ser cihê El Hiso de girt û ew girt. Lêkolînên pêşîn ên li ber destê me destnîşan dikin ku sedema sereke ya li piştî van kiryarên xiraber têkbirina istiqrarê, belavkirina fitine û tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê yên bi hev re dijîn de ye.

Em teqez dikin ku kesê hatî girtî dê bi kurahî û berfirehî bikeve ber lêpirsînê da ku doz bi giştî were aşkerakirin û El Hiso sewqî edaletê were kirin, da ku li gorî qanûnê cezayê xwe bistîne. Herwiha em diyar dikin ku Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê dê derbarê hurgulyên din ên rêveçûna lêpirsînê de daxuyaniyekê bide.

Em Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) careke din soza xwe bi gelê xwe re nû dikin ku em ê hesab ji çi kesên destdirêjiyê li ewlehî û silametiya gelê me dikin, bixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.