Mihemed Seydî
Piştî şerê li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, pêvajoyekî nû ji bo Kurdan li rojava dest pê kir. Bi vê pêvajoyê re vekşîna ji Tebqa, Reqqa, Dêrazorê û bendava Tişrînê çêbû. Piştî wê, û bi yekgirtina gelê Kurd û helwesta wan, peymana 29’ê Çile hat îmzekirin û li gorî vê peymanê jî entegresyonê dest pê kir. Heta niha xalên vê peymanê nediyar in û nexuyaye ew ê rewş ber bi ku ve here. Tevî ku beriya wê peymana 10’ê Adarê jî hebû, lê me dît çawa êriş li ser Kurdan pêk hat. Gerentorên vê peymana 29 Çile û 10’ê Adarê ger ji hev cuda bin, dibe ku mirov bibêje peyman jî û nêzikbûna jê re cudan ne, lê ger yên serpereştî heman bin, ew ê çarenivîsa peymanan jî heman be.
Di nîvê meha Nîsanê de, Fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî û berpirsa Dîplomasiya Kurdan li Şamê bûn û bi serokê HTŞ’ê Ehmed El-Şerie ( Ebû Mohemed El-Colanî) re civiyan. Encamên vê civînê tiştek nehat gotin û tenê ji şiroveyên çavdêran re hat hiştin. Hinek şirove dibêjin ku ew ê hikumeteke nû çêbibe û wê wezîrên Kurd tê de cih bigrin û hinek jî dibêjin ew ê wezareta Karê derve bidin Kurdan û hwd. Lê li gorî agahiyan, tiştekî bi vî awayî nehatiye nîqaşkirin û mijarên zêdetir hatin nirxandin ew in dosiyên aliqî û bi astengî yên Êsîrên Kurd û vegera Kurdên bi darê zorê hatine koçberkirin bûn e. Serokê HTŞ’ê daxuyaniyek da ku mijara entegresyona leşkerî bi dawî bûye, lê ji rêveberiya QSD’ê heta niha tiştek derneketiye. Gelo pêvajo gihiştiye ku û çawa bi rê ve diçe, ji bo xelkê ne diyar e û agahî tune. Ew ê pêşeroj çi be û ew ê rû bi rûyî çi bin, ew jî ne zelale. Lewma, wê baştir bibe ku ne şirove, lê agahî bi milet re werin parvekirin ka rewş ber bi ku ve diçe.
Herwiha dosiya ku Kurd niha herî zêde pê hestiyar in, ew e dosiya bi sedan zarokên wan ên dîl ketibûn destê desthilata demkî ya Şamê de. Mirov dema bala xwe bide vê dosiyê û meşandina wê, dibîne ku di derengxistina berdana ciwanên Kurd e, niyeteke ne zelal heye. Ew dixwazin li beranberî van Êsîran, zêdetir tawîzan ji Kurdan bistînin. Yanî, ne wekî ku dibêjin ew û Kurd di welat de şirîk in, lê dibînin ku ew û Kurd di welat de dijmin in. Ger niyet û fikir ne ev e, wê demê çima ev herdû dosiyên sereke yên Êsîran û vegera Koçberên ji Efrîn û Serê kaniyê hîne çareser nebûne û çima ciwanên Kurd ên vegeriyane Efrînê di bin navê lêpirsînê de tên binçavkirin? Ji bo miletê Kurd zanibe çawa tevbigere û ji bo rewşê tedbîran bigre, divê haya wî ji naveroka civîn û peymanan çêbibe û ev jî ne şerte bi riya ragihandinê be, dikare bi riya tevgerên Civakî pêk bê.






