Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi deng û saza xwe dibe dengê civakê

19/04/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Bi deng û saza xwe dibe dengê civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed / Qamişlo

Sazvan û stranbêjê ciwan, Mihemed Ebdo ku bi navê “Huner” tê naskirin, bi rêya muzîkê û stranên xwe hestên xwe derdixe. Ew bi taybet stranên Kurdî dibêje û bi amûrên cuda yên muzîkê weke tembûr, ûd û gîtarê stranan saz dike.

Di demekê de ku li tevahî Kurdistanê, bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, huner û stranbêjî di nava ciwanan de bûye hêzek ji bo parastina nasnameya gelê Kurd, dengê Mihemed jî wek beşek ji vê xebatê tê dîtin. Ciwan bi dengên xwe ne tenê huner diafirînin, lê herwiha dibin dengê civakê û di ber xaka welatê xwe de têdikoşin.

Mihemed Ebdo 26 salî ye û ji Kobanê ye, ji zarokatiya xwe ve hezkirina wî ji muzîkê re mezin bû. Wî di dawiya sala 2018’an de dest bi fêrbûna amûrên muzîkê kir û bi hewldanên xwe û alîkariya malbata xwe bi taybet birayê xwe, fêrî tembûrê bû.

Di malbata wî de 6 kes hene û hemû ji muzîkê hez dikin. Ev atmosfera hunerî bûye sedema ku Mihemed bi lez nêzî muzîkê bibe. Wî xwendina xwe ya refa 12’an di sala 2019’an de qedand, niha jî li zanîngeha Kobanê di beşa mafnasiyê de xwendina xwe didomîne.

Her çend Mihemed heta niha negihîştibe daxwazên xwe yên mezin, lê ew bi domdarî li ser xwe dixebitîne. Niha ew zêdetir li ser stranbêjî û lêdana amûrên muzîkê dixebite da ku bi dengê xwe û berhemên xwe yên Kurdî bêtir balê civakê bikêşe.

Mihemed ji hunermendên navdar wek Teyar Elî, Seyda Perînçek, Mem Ararat û Ciwan Haco îlhama xwe digire, û ji zarokatiya xwe ve bi guhdariya stranên wan mezin bûye. Ew hêvîdar e ku rojekê bibe yek ji wan dengên ku di dîroka muzîka Kurdî de cih digirin.

Di gotinên xwe de, Mihemed Ebdo wiha dibêje :”Daxwaza min e ku ez rojekê bigihêjim asteke bilind û berhemên xwe yên taybet biafirînim, û xwe bi awayekî cuda di mûzîkê de nîşan bidim.”

Bi vê armanca xwe re, Mihemed di rêya hunerê de gav bi gav pêşve diçe, bi hêvîya ku rojekê dengê wî ne tenê li Kobanê, lê li hemû Kurdistanê were bihîstin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.