Navenda Nûçeyan
Her sal di 18’ê Nîsanê de Roja Mîrateya Cîhanî tê pîrozkirin, ev roj derfeteke girîng e ji bo zêdekirina hişmendiya li ser cihêrengiya mîrata çandî ya gerdûnî, herwiha pêwîstiya parastina wê.
Roja Mîrateya Cîhanî, di sala 1982’an de ji aliyê Konseya Navneteweyî ya Abîdeyan û Cihên Dîrokî (ICOMOS) ve hate destnîşankirin û di sala 1983’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve wekî derfetek ji bo pîrozkirina mîrateya dewlemend a neteweyî û cihêrengiya çandî, bi armanca xurtkirina nasnameya neteweyî, nasandina nifşên nû bi mîrateya wan a çandî û bilindkirina hişmendiya civakê li ser girîngiya mîrateya çandî û xwezayî û parastina wê, ku berpirsiyariya ji bo pêwîstiya hevkariya navneteweyî û herêmî di parastina mîratê û misogerkirina têgihîştin û danûstandina çandî di navbera gelan de zêde dike, hate pejirandin.
Mîrateya Cîhanî
Roja Mîrateya Cîhanî balê dikşîne li ser zehmetî, dijwarî û gefên ku cih û abîdeyên mîratî pê re rû bi rû ne, ji karîsetên xwezayî bigire heya pevçûnên ku bi destê mirovan tê kirin di heman demê de girîngdayîna rêbernameyên ku di Peymana Venedîkê de ji bo parastin wan hatine destnîşankirin.
Pîrozkirina Roja Mîrateya Cîhanî şahidiyek e ji bo naskirina gerdûnî ya girîngiya parastina mîrateya çandî ya hevpar e, herwiha bîranîneke ku şûnwar û abîdeyên Mîrata Cîhanî ne tenê xezîneyên herêmî an neteweyî ne, lê beşek ji mîrata hevpar a mirovahiyê ne.
Şer û pevçûn dibin gef li ser Mîrata Cîhanî
Şer, şoreş û pevçûn di her zemanekî de gef li ser cihên mîrateya neteweyî çêkirine, wekî ku vê dawiyê li Îran, Ukraynayê û Sûriyê hate dîtin. Lê niha xeterek cidîtir derketiye holê ew jî guherîna avhewayê ye.
Cihên Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê, ji (Îhramat) Pîramîdên Misrê yên temenê wê vedgere 4 hezar sal berê bigire heta Peykerên navdar ku temenê wan dighêje hezar û 500 sal berê yên li Girava Îster, her ku diçe tên hilwişandin û li ber xerabûnê ve diçin.
Germahiya bilind, bahozên bihêz û hişkesalî bandorek neyînî li ser madeyên avahîsaziyê dikin. Li gorî lêkolînekê ku sala 2025’an hatiye kirin, nîşan dide ku ji sedî 80’ê cihên Mîrateya Cîhanî di bin zexta avhewayê de ne, ji ber ku madeyên avahîsaziyê yên pir kevn wekî dar û kevir nikarin li hember germahiyên bilind li ber xwe bidin.
Ji hin cihên ku mîrate li ber xeteriyê ne:
Xaka Şaristaniyê…Zîgurata Urê li Iraqê
Li naveresta herêmeke çolê, Zîgurata navdar a Urê heye, perestgeheke ku temenê wê 4 hezar sal berê ye, ku ji bo xwedawenda heyvê Nana hatiye avakirin. Avahî her ku diçe hildiweşe; qûmên guherbar û bayên bihêz gefan li bingehên wê dikin.
Di heman demê de, ji ber germahî û ziwabûnê ava binerdê her ku diçe şor dibe. Ev yek bandorek neyînî li ser kelpîçên heriyê yên vê perestgeha Mezopotamyayê dike(Welatê di navbera her du çeman de). Ev yek ji ber guhertina avhewayî tê pêkanîn, ku libên xwê dikevin nava madeyên avahiyê û di encamê de dibin sedema ku ew gav bi gav berfireh bibin û di dawî de wan hilweşînin.
Herwiha kavilên bajarê kevnar ê Babilê li ser Çemê Firatê jî di bin gefê de ne, ji ber ku asta bilind a şorbûnê zirarê dighîne bingehên avahiyê. Zanistên Arkolojîk hewl didin ku vê yekê, wekî nimûne kelpîçên heriyê yên kêm xwê yên ku bi rêbazên ku dîroka wan vedigere hezarên salan hatine çêkirin, bi kar bînin û pirsgirêkê çareser bikin.
Mizgeftên Esfehanê li Îranê
Di dema heyî de, şer gefek girîng li ser cihên dîrokî yên li Îranê çêdike. Lêbelê, guherîna avhewayê jî şopa û bandora xwe dihêle. Di nav cihên bandorbûyî de mizgeftên dîrokî yên Esfehanê hene. Mizgefta Înê (Masjid Jameh Atiq) pêşketina mîmariya mizgeftê di nav 12 sedsalan de nîşan dide.
Avakirina vê mizgeftê di sala 841’an de PZ dest pê kir û gelek caran hatiye sererastkirin û berfirehkirin. Li gorî UNESCO, ew wekî “Muzexaneya mîmariya Îranî” tê hesibandin. Bi saya qubbê wê yê bêhempa û xemlên xwe yên dewlemend, ev mizgeft wekî modelek ji bo avahiyên olî û perwerdeyê li seranserê herêmek fireh, ji Îran heta Iraq û Sûriyê, xizmet kiriye.
Li nêzîkî wê Meydana Îmamê heye, ew meydaneke mezin û berfireh e ku dîroka wê vedigere sedsala 17’an. Ji bilî tiştên din, Mizgefta Îmam a navdar, bi qubeya xwe ya şîn û xetnivîsa xwe ya hunerî heye.
Lêbelê, hemû avahiyên li Esfehanê ku li jor hatine behs kirin li ser erdeke nearam in, ji ber kêmbûna domdar a asta ava binerdê ya ji ber ziwabûnê, di bin avê de dimînin. Wekî din ji ber germahiya zêde û guherînên dijwar ên şilbûna atmosferê jî zextek zêde li ser avahiyan çêdikin.
Di vî derbarî de UNESCO’yê hişyariyê dide û piştrast dike ku ev xirabûna hêdî, eger neyê kontrolkirin, dikare bibe sedema şikestin, bêîstîqrarî û di rewşa herî xirab de jî, hilweşînê.
Peykerên Moai li Girava Îster ya Tişîliyê
Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Hawaî, peykerên moaiyê yên navdar ên li Girava Îsterê ya Tişîliyê dibe ku di nav çend dehsalan de bêtir di bin avê de bimînin. Cihê Ahu Tongariki, ku 15 peykerên mezin lê hene, wekî cihekî bi taybetî li hember xeteriyê ye tê hesibandin. Ji ber ku bilindbûna asta deryayê pêlên bihêztir û lehiyê tehdît dike, ku li gorî lêkolîna 2025’an, dikare ji nîvê zêdetir xezîneyên çandî yên giravê bixe xeterê.
Nivîskarê sereke yê lêkolînê, Noah Bawa, dibêje ku ev yek dê ji bo çanda zindî û debara xelkê li (Rapa Nui) wêranker be. Herwiha diyar dike ku ev cih ji bo nasname û kevneşopiyên wan tiştekî bingehîn in. Wekî din, geştiyariya li giravê pir bi wan ve girêdayî ye. Di heman demê de tekez kir ku heta bi statuya giravê wekî Cihê Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê jî dikare di demek dirêj de bikeve xetereyê.
Sûrê Çînê ê Mezin
Sûrê Çînê ê Mezin ku dirêjahiya wê zêdetirî 21,000 kîlometre ye, yek ji nîşaneyên mîmarî yên herî berbiçav ên cîhanê ye. Sûrê Çînê ê Mezin ev zêdetirî du hezar salan e hatiye avakirin û berfireh kirin û ji sala 1987’an û vir ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCO’yê de ye. Lê ew jî di xetereyê de ye.
Piraniya Sûrê Çînê ê Mezin ji axa zexm pêk tê, ku wê li hember ba, baran û depoyên xwêyê di xeteriyê de ye. Ev dibe sedema şikestin û hilweşîna muhtemel. Îro, nêzîkî ji sedî 6 dîwar di rewşek baş de ye, lê hema hema nîvê wê bi giranî zirar dîtiye an jî winda bûye. Lêkolîner ji bo parastina vê abîdeya cîhanî banga tedbîrên lezgîn dikin.
Ji ber vê yekê guherîna avhewayê ne tenê xwezayê, lê di heman demê de mîrata çandî ya mirovahiyê ku beşek ji dîroka gelan a hevpar tehdîd dike.






