Remezan Olçen
Xwendin, ne tenê çalakiya têgihîştina peyv û ristan e; ew deriyê cîhanên nû, nasnameyên cuda û azadiya ramanê ye. Di dîroka mirovahiyê de tu şaristanî bêyî xwendin û nivîsandinê bi pêş neketiye. Ji bo takekesekî, xwendin xwarina herî bingehîn a hiş e. Lê dema ev xwendin ji sînorên kesane derdikeve û dibe çalakiyeke kolektîf, hingê bandora wê ya li ser civak û ziman dibe xwedî hêzeke veguhêz.
Xwendin, şiyana rexnekirin û analîzkirinê dide mirov. Kesê ku dixwîne, ne tenê agahiyan werdigire, di heman demê de hîn dibe ku pirsan bike. Di serdemeke ku agahiyên qirêj û propagandayên vala her der dorpêç kirine de, pirtûk dibin mertalê hişê me. Xwendin empatiyê pêş dixe; em bi xêra pirtûkan daxwaz, êş û şahiyên mirovên ku me qet nedîtine fam dikin. Ev yek jî bingeha civakeke demokratîk û mirovdost diafirîne.
Dema em qala xwendina bi Kurdî dikin, mijar hîn kûrtir dibe. Ji bo zimanekî mîna Kurdî ku bi salan di bin zextan de maye, xwendin ne tenê hînbûn e, di heman demê de parastina hebûnê ye. Li vir, giringiya avakirina komên xwendinê derdikeve pêş.
Xwendina bi komî, ziman ji çarçoveya pirtûkan derdixe û dixe nav jiyana rojane. Dema çend kes li hev dicivin û li ser pirtûkekê nîqaş dikin, ew zimanê nivîskî dibe zimanê axaftinê, zimanê ramanê û zimanê hestan. Komên xwendinê dibin dibistanên xwebexş. Di van koman de şêwezar, peyvên jibîrbûyî û qonaxên rêzimanî ji nû ve zindî dibin.
Yek ji feydeyên herî mezin ên komên xwendinê, pêşxistina çanda tahlîl û rexnegiriyê ye. Xwendina tenê carna dikare bibe xwendineke pasîf. Lê di nava komê de, dema mirov pirtûkekê tahlîl dike, ew neçar dimîne ku li ser struktur, karakter û peyama nivîskar hûr bibe.
Bi rêya tehlînê; Em fêr dibin ka nivîskar çima ev peyv hilbijartiye? Çima çîrok bi vî rengî bi dawî bûye?
Bi rêya rexnegirî jî gelekî muhîme em jib o xwe gihandinê me jî jib o xwed-dîtina nivîskêr. Rexne ne tenê dîtina kêmasiyan e. Rexneya durust, nîşandana cihê pirtûkê yê di wêjeyê de û nirxandina bandora wê ya li ser xwendevan e.
Ev pêvajo, hişê mirov ji dogmayan rizgar dike. Di komên xwendinê de, her endam bi nêrîneke cuda li pirtûkê dinêre. Nêrîna yekî dibe ronahî ji bo tarîtiya hişê yekî din. Bi vî rengî, pirtûkek dibe sedema bi sedan ramanên nû.
Ger em dixwazin zimanê me bibe zimanê zanist, huner û wêjeyê, divê em xwendinê bikin bingeha jiyana xwe. Avakirina komên xwendinê li taxan, li gundan, li zanîngehan û li ser platformên dîjîtal, erkeke neteweyî û mirovî ye. Xwendin, berxwedan e; xwendina bi komî jî, avakirina paşerojê ye. Werin em her pirtûkekê bikin hinceta hevdîtinekê û her hevdîtinekê bikin dibistana ziman û ramana azad. Ji bîr nekin, civaka ku naxwîne, nikare çîroka xwe bi xwe binivîse; lê civaka ku bi hev re dixwîne û nîqaş dike, tu carî nakeve bin nîrê tarîtiyê.






