Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

19/04/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsiv

Helbestvan Anahîta Sîno ; Sembola jina Kurd a azad û xweragir

Tevî ku nivîskar û helbestvanên jin ên Kurd bi dijberiyên civakî, siyasî û çandî re rûberû bûn, lê karîn navên xwe di bîrdanka wêjeya Kurdî de bikolin û bi kûrahî beşdarî parastina ziman û nasname û dewlemend kirina çanda neteweyî bibin, bi helbestên ku derbirîna pirsgirêkên jinê, welat û azadî dikin.

Nivîsarên wan ne tenê qîrînên derbasbûyî bûn, lê serpêhatiyên mirovahî yên bi hişmendiyê zindî bû ku dilê mirov digirin xem û hêviyên wî ji bo azadiyê digirin dest  û bi wêrekî daxwaza şikandina qeyd û bendên ku hatine ferzkirin Ii ser jin û civakê dikirin , gelek ji wan hevrêzî dikirin di navbera peyv û helwestê û di navbera wêje û têkoşînê de, wan nivîsarên xwe kirin neynikek ji bo jina Kurd û dengê azadiyê.

Di vê çerçovê de, helbestvana Kurd Anahîta Sîno wek dengek cûda xwe nîşan dide, ku dîmena çanda Kurdî dewlemend kir bi têkilhevkirina wê di navbera azmûna kesayetî û nasnameya neteweyî de, helbestên wê bûn berdewamîya bîra gel û bangek helbestî ye ku ziman û nasname ji heladin û bîrbirînê diparêze.

Helbestvan û nivîskara Kurd Anahîta Sîno di 21’ê Sibata 1972’an de, li bajarê Serêkaniyê a li Rojavayê Kurdistanê, ji dê û bavek Kurd (Sîno û Sultanê) hatiye dinyayê, ew di nav malbatek Kurdperwer , welatparêz û evîndarê azadiyê mezin bûye ku ji pênc zarokan (çar keç û Kurdekî ) pêk tê .

Kariyera wê ya wêjeyî di temenek piçûk de dest pê kir, di sala 1988’an de, dema ku li dibistana amadehiyê dixwend, dest bi nivîsandina helbestan kir, di despêkê bi zimanê Erebî , dest bi nivîsandina bîranînên xwe kir , lê paşê guherî ber bi nivîsandina zimanê Kurdî, wekî beramberîyek li dijî bendên ku hêzên hêkûmetê Sûriyê li ser bikaranîna ziman û çanda Kurdî ferzkirîn, evê rewşê ew neçar kir ku bi hevalên xwe re komek veşartî ava bike da ku di nav malan de bi zimanê Kurdî fêr bibin؛ bi vê şêwazê wê serîhilda li dijî siyasetên zordestiyê yên ku armanca wan jêbirina nasnameya Kurdî û pijavtina zimanê Kurdî bû.

Nivîsarên xwe di gelek kovarên wêjeyî û çandî de weşand, wek: (Mewasim – Zevî – Zanîn – Sorgul – Rojda – Zengel – Babîsok û hwd), di bin navên nediyar de, ku pişt wê nasnameya xwe ya rastî diveşart ji ber tirsa şopandina ewlehiyê û astengiyên siyasî.

Anahîta bi dijberiyên giran re rûberû bû, bi taybetî ji ber ku nasnameya Sûriyê ji wê hatibû girtin, ev yek bû astengiyek mezin ji bo berdewamkirina perwerdehiya wê ya zanîngehê.

Tevî siyaseta zordest û xumûtkir a hêzên desthilatdar a Sûriyê di ser Kurdan di wê demê pêk dianî, Anahîta bi zimanê dayikê xwe ve girêdayî ma, wê xwe fêrî zimanê Kurdî kir û bi wî zimanî gelek helbest, gotar û çîrok nivîsandin.

Di wê demê de, Anahîta bi komek heval û hogirên xwe re wek: ( Dîlan Şewqî, Teymûr Efdekî, Mizgîn Tahir, Hesan Ayû, Ebdulwehhab Pîranî û yên din ) beşdarî  damezrandina komeleyek wêjeyî ku navê wê Ronak bû. Paşê navê wê hate guhertin û bû Rewange.

Ev komele ji hêla çandî û wêjeyî ve çalak bû û di sala 1992’an de kovarekî edebî ya bi zimanê Kurdî bi navê Babîsok weşand.

Lê mixabin, tenê sê hejmar jê hatin weşandin, paşê çalakiyên komeleyê rawestiyan û dergehên wê jî ji bo xwendekaran hatin girtin.

Helbestvana Kurd Anahîta di sala 2000’an de zewicî û ew niha dayîka çar zaroka ye (sê keç û kurek), piştî ku ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bû, ew bi hevjîn û zarokên  xwe re li bajarê Qamişlo rûniştine. Li wir jiyana xwe di nav germahiya dayîtiyê û ronahiya gotinê de didomîne.

Helbestvana Kurd Anahîta helbestên xwe bi şêwazekî edebî û bedew, bi hemû cûreyên helbestê nivîsandiye ( helbesta klasîk a terazû , helbesta nûjen û azad û pexşan), wê gelek berhemên edebî bi zimanên Kurdî û Erebî weşandine, bi taybet li ser mijarên jin, evîn, azadî û nasnameya neteweyî.

Ji berhem û xebatên wê yên wêjeyî , çar pirtûkên wê hatine çapkirin: sê dîwanên helbestan û berhevokek ji çîrokan folklorî:

  1. Dîwana helbestê bi zimanê Kurdî ( Hestên ji Damarên Xabûr) di 2002’an de hate weşandin, ku hest û serpêhatiyên wê yên kesane di bin zordestiya çandî de nîşan dide.
  2. Dîwana helbestê bi zimanê Erebî ( Min nivîst ji ber ku ji te hezdim), di 2018’an hate weşandin , ku mijarên evîn, jin, û welat di nav de tên vegotin.
  3. Dîwana helbestê bi zimanê Erebî ( Li ser bextê Zeyzefûnê), li ser şehîdan, şoreşgeran û hesreta welatê diaxive, di 2024an hate weşandin.
  4. Berhevokek ji çîrokan folklorî bi zimanê Kurdî, di 2018’an de hate weşandin bi mebesta tomarkirin û parastina mîrasa gelêrî ya Kurdî.

Hunera wê ya wêjeyî û çandî bi nivîsandina helbest û çîrokan  sînordar nema, lê di heman demê de wê gelek gotarên edebî, çandî û siyasî jî nivîsandin.

Nivîsarên wê zêde bandor girtin ji serpêhatiya koçberiya wê ya bi zorê ji bajarê wê Serêkaniyê, piştî êrîşên Tirkan û çeteyan li ser wan. Ev rêwîtiya koçberbûnê bû mijarek sereke di xebatên wê yên torevanî de, di nivîsên xwe de tekezî li ser rewşa jina Kurd kir, êşên wê, hêviyên wê û bêdeng kirna wê nîşan dike, vê yekê hişte ku Anahîta bibe yek ji sembolên wêjeya jina Kurd.

Wê di helbest û çîrokên xwe de, mijarên girêdayî bi nasnameya Kurdî, sirgûn, têkoşîn û bêparbûn îfade kirine, hişte ku naverokek siyasî û mirovahîyeke girîng nivîsên wê bistînin.

Di nav helbestên wê de mijarên nasname, azadî û jinê bi rûmet û ronahî xuyang dibin, dihêle ku ew bibe sembolek ji bo afirînerî û berxwedana çandî li herêmê.

Herwiha wê gelek reşnivîsên edebî hene li benda çapê ne, di nav wan de :

  1. Berhevojek çîrokên li ser şehîdên Serêkaniyê
  2. Dîwanek helbest bi zimanê Kurdî
  3. Dîwanek helbest bi zimanê Erebî

Zêdetir ji vê jî, piştî dagirkeriya Serêkaniyê, wê li dû xwe reşnivîsên sê pirtûkan jî hiştin, ku yek ji wan pirtûkan derbarê rola jinê di şoreşa Rojava de bû.

Gelek helbestên klasîkî ên stranbêjiyê jî, li ser bingehê kêşe û rêzbend nivîsandine û bi xêzên evîn û bîrhatinê hûnandine, gelek hunermendên navdar ên Kurd, wekî (Mehmûd Ezîz Şakir, Ronîcan Heso, Mihemed Elî Şakir, Mehsûm Şikakî û hunermendên din,) awaz ji wan re çêkirine, û gelek hunermend û komên hunerî yên Kurd  gotinên helbestên wê di albûmên xwe de strandine , ji wan yên navdar :

  1. Efrîn – Mahmûd Êzîz Şakir
  2. Lê Heyvê – Ûmîd Silêman
  3. Gul Firoş – Ronîcan Heso
  4. YPJ û Dayê _ Sumeya Mihemed
  5. Kî dile te li min hişek kir – Xidir Silêman
  6. Dînê Dilê Min – Muntesir Salih
  7. Şoreşa Kezya – Koma Şehîd Sakîne
  8. Di hundirê Şoreşê – Koma Şehîd Welat.

Anahîta Sîno di qada çand û hunerê de xebitîye, û karê rêveberiya Navenda Çand û Huner a Wêşokanî bi hemû şaxên wê yên hunerî û şanoyî zêdetir ji çar salan kiriye. Piştî vê, ew çûye nav karê Yekîtiya Rewşenbîran û ew  bûye hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran ya şaxê Serêkaniyê heta roja dagirkeriya wê ji alîyê dagirkerên Tirk û çeteyên wê ve.

Li vir trajediya mezin di jiyana wan de dest pê kir, dema ku ew bi darê zorê ji malên xwe derketin û li pey xwe her tişt hiştin, malên xwe , xaka xwe , bîranînên xwe, wêneyên xwe û her tiştên ku bi zarokatiyê û jiyana wan ve girêdayî, ev ê trajediyayê birînek kûr hêla ku di giyanê wê de qemûşk nagire.

Piştî dagirkeriya bajarê wê Serêkaniyê, ew veguhêziye bajêrê Qamişlo û bûye hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê, wê xebat kir bo bilindkirina çanda Kurdî, bi taybetî di nav jinan de ,her weha, ew beşdar bû di damezrandina baxçeyên xwendekaran li Qamişlo û Hesekê, bi armanca teşwîqkirina xwendinê û rêveberiya çalakiyan û bûyerên çandî.

Herweha, ew beşdarî gelek şevbuhêrkên edebî û festîvalên çandî û wêjeyî bûye, wek festivala heştê ya çîroka Kurdî, ku li wir çîrokeyek bi navê “Şehîd Orhan” pêşkêş kir, tê de diyar kir qurbaniyên gelê Kurdî li hemberî terorê, ew beşdarî çar dewrên Festîvala wêje û Huner Jinê bûye, û di hemû çar dewran de wê xelatên rûmetê wergirtine. Di dewra şeşemîn de, xelata duyemîn û di dewrên hêftemîn û heştêmîn de, xelata yekemîn wergirte.

Di Nîsanê sala 2025 de, Anahîta beşdarî dewra dehêmîn a Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Qamişlo bû, li wir xelata duyemîn ya helbestê bi zimanê Kurdî di gel helbestvan Sulava Ararat wergirt, wek rêzgirtinek ji bo afrîneriya wê ya wêjeyî.

Tevî koçberiya bi darê zorê bi serde qewimî  piştî dagirkirina bajarê wê, Serê Kaniyê, ji hêla Tûrkiye ve, di sala 2019’an de, wê  berdewam kir di nivîsandin û vegotina êşên gelê xwe de, û tekezî li ser giringiya zimanê Kurdî di veguhastina kelepûr û rastiya Kurdî de di kir.

Anahîta dibîne ku wêjeya jinan beşek bingehîn e ji tevna çanda Kurdî , her wiha bawer dike ku ew amûrek ji bo parastin û nûkirina mîrateya Kurdî ye, û wek rêgeyek ku jina Kurdî mafê xwe bidest bixe da ku bi azadî derbirîna hest û serpêhatiyên xwe bike, û dengê xwe ji wê bêdengîya serdestan azad bike.

Helbestvana Kurd Anahîta di wêjeya Kurdî ya hevdem de yek ji dengên jinan yên herî navdar tê nasîn û roleke girîng di dewlemendkirina wêje û çanda Kurdî de lehîstiye ,bi bilind kirina dengê jina Kurdî di rêya helbestên xwe re, ku di nav de mijarên jin, azadî, nasname û jiyana rojane tên ronîkirîn , wê wêneyek rast û hestyar ji serpêhatiyên jinên Kurd pêşkêş kir,  vê yekê cihekî taybetî da wê di nav girsiya xwendekar û baldarên wêjeya jin a Kurdî de, di helbest û çîrokên xwe de , wê mijarên girêdayî nasnameya Kurdî şîrove kirine, Helbestvan û nivîskara Kurd Anahîta nişaneke zelal û bi bandor di qada çandî û edebî ya Kurdî de hişte ,bi riya karên xwe yên afirînerî û beşdariyên çandî yên cuda,

Anahîta Sîno ew nimûneyek e ji bo jina Kurd ya rewşenbîr û torevan ku bi pirsgirêkên gelê xwe pabend dimîne û serî hildide li hemberî astengiyên sîyasî û civakî da ku ziman û nasnameya çandî ya xwe biparêze, û cih û rûmeta jinê di civaka Kurdî de bilind bike, bi riya  karên xwe yên edebî û beşdariyên xwe yên çandî , wê rolek girîng lehîst di dewlemendkirina  wêjeya Kurdî , û bilindkirina statûya jinê di civakê de, vê yekê hişte ku ew bibe yek ji kesayetanê herî navdar di dîmena çandî ya Kurdî ya hevdem de.

Daxwaza min ji bo wê tenduristîyek domdar,  serkeftin û afirîneriyek zêdetir.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.