Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevserokê Komîteya Nangehan ya kantona Cizîrê Rondar Salih destnîşan kir ku gerên wan ji bo şopandina nangehan û kalîteya nan berdewam dike û got, “Mekenîzmeya proseya çêkirina nan di bin çavdêrî û şopandinê de ye, da ku li gorî pîvanên ku tê xwestin bighêje ber destê gel.”
Nan yek ji xizmetguzariyên herî sereke yên jiyana rojane ya gel e. Wekî beşek ji hewldanên berdewam ên komîteya firneyan, Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê hewl dide ku hilberîna nan a berdewam û peydakirina wê bi kalîteyek baş ji bo welatiyan misoger bike. Di çarçoveya hêsankirina rewşa jiyanî ya gelê herêmê de, Komîteya Nangehan a girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê kar û xebatên xwe yên rojane ji şopandina û çavdêriya nan ji destpêka proseya çêkirina nan heya gihaştina ber destê gel, berdewam dike.
Di dema dawî de, ji ber rewşa şer a ku herêm bi giştî tê de derbas bû, nemaze li kantona Cizîrê ku jimareke mezin ji koçberan berê xwe danê, zehmetiyeke mezin di aliyê jiyanê de derket pêş, nemaze kêmbûna madeya nan ya herî serke ye di nava civakê de.
Di vir de Komîteya Nangehan a kantona Cizîrê ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê, bi hemû hewildanên xwe karîbû heya astekê vî barî li ser milet sivik bike. Hejmareke nangeh hatin vekirin wekî rewşeke tavilê ji bo dabînkirina nan. Gelek zehmetî derketin lê bi rêxistinkirina rast hatin derbas kirin.
Rewş û xebitandina nangehan ya heyî jî, bi awayekî baş û rêkûpêk ji bo dabînkirina nan û belavkirina wê li ser gel berdewam dike.
Derbarê berdewamiya hewldanên misogerkirina dabînkirina nan û belavkirina wê li ser gel, herwiha têkildarî xebatên nangehan, hevserokên Komîteya Nangehan a kantona Cizîrê Rondar Salih ji rojnameya me re axivî.

Hevserokên Komîteya Nangehan a kantona Cizîrê Rondar Salih di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku xebatên Komîteya Nangehan wekî berê bi awayekî rojane berdewam e û wiha got: “Mekenîzmeya belavbûna nan û gihaştina wê ber destê welatiyan jî wekî berê ye, tu guhertin tê de çênebûye. Madeya ard û madeyên girêdayî çêkirina nan yên piştgirî li ser hemû nangehên giştî, nîvotomatîk û nangehên kevirî yên kantona Cizîrê tê belavkirin.”
‘Rojan e 520 ton ard li nangehan tê belavkirin’
Rondar Salih wiha berdewam kir: “Rojane nîzîkî 520 ton ard li ser hemû nangehên giştî û nîvotomatîk herwiha yên kevirî tê belavkirin. Canran rêjeya ard li gorî bîlançoyên ku ji meclisên bajaran û komînan dighêje me ku pêwistiya wan pê heye, zêde dibe, ji ber ku her bajarek rêjeya nan lê diyarkirî ye.”
Hêjayî gotinê ku hejmara nangehên ku niha li kantona Cizîrê dixebitin wiha ne: 14 Nangehên giştî, 100 nangehên nîvotomatîk û 20 nangehên kevirî. Ev nangeh bi awayekî rojane ji bo çêkirina madeya nan dixebitin.
Mekanzîmeya kar berdewam e
Rondar Salih diyar kir ku mekenîzmeya xebitîna firneya jî wekî berê berdewam e û wiha anî ziman: “Komîteya Firneyan madeyên temwînê yên piştgirî û pêwistiyên girêdayî çêkirina nan li firneyên nîvotomatîk û giştî belav dikin wekî medeyên(ard, mazot, xemîrê, xwê û kîsên nan), ji xwe buhaya nan wekî berê ye bi 3 hezaran dighêje ber destê gel û tu guhertin dê tê de di pêşrojê de çênebe. Ev buha li hemû bajarên kantona Cizîrê tê firotin.”
Belavkirina nan di rêya meclisên bajaran, komîn û belavkerên ku ji hêla komînên hatine bilbijartin da ku bi awayekî dademnd li gel belav bike.
Çavdêrî û şopandin
Komîteya Firneyan ji seat 3’ê sibehê ji dema destpêkirina proseya çêkirinan nan, di nava şopandin û çavdêriyê de ye, her roj komîteyên şopandinê tên avakirin, da ku çavêdêriya nan û belavkirina wê bê kirin, Rondar Salih wiha diyar kir: “Gerên me bi armanca şopandina kalîte, rêjeya xemirandinê, madeyên çêkirina nan da ku li gorî pîvanê ku tê xwestin derkeve herwiha jî nelîstina bi graniyê, belavkirina bi dadmendî û nelîstina bi buhayê nan, pêk tên.”
Hişarî û muxalefet
Komîteya Firneyan giliyên gel werdigre û gavên pêwîst ji bo çareserkirina wan davêje. Herwiha komîte belavkerên nan dişopîne da ku piştrast bike ku nan bi dadperwer û rêkûpêk digihêje gel di heman demê de dema ku xwediyên nangehan pebendî bi perspektîfên ku têne derxistin nebin an pîvanên ku hatin dayî, hişyarî ji wan re tê dayîn û di dawî de jî muxalefe, hevserokê Komîteya Firneyan Rondar Salih ev yek piştrast kir û wiha gotina xwe qedand: “Me hewil da ku seatên nangehan rêxistin bikin da ku di seatên dereng ê êvarî neyê belavkirin. Em gilî û gazinên milet jî li ber çavan derbas dikin û bersiva wan didin ji bo çareserkirina pirsgirêkan herwiha ji bo çareserkirina her zehmetiyek têkildarî belavkirin an jî kalîteya madeya nan gilî û pêşniyarên welatiyan werdigire.”






