Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo dixwazin careke din DAIŞ’ê zindî bikin?

19/04/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Gelo dixwazin careke din DAIŞ’ê zindî bikin?
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed

Çawa ku di sala 2014’an de bi destê hin hêzên herêmî û navnetewî DAIŞ bi serkêşiya Ebû Bekir Elbexdadî hat avakirin, niha jî heman sînaryo li Sûriyê û Iraqê bi sebestberdana çeteyên DAIŞ’ê û cihgirtina wan di nava artêşa Sûriyê de, tê dubarekirin.

Di sala 2014’an de bi piştgiriya hin hêzên herêmî û navnetewî, DAIŞ’ê xwe wekî xîlafet li Iraq û Sûriyê ragihandin û Ebû Bekir Elbexdedî ji zindana terorê ya Boca hat berdan û wekî serokê rêxistina terrorist hat tayînkirin û komkujiyên mezin li dijî mirovahiyê pêk anîn û li ser tevahî cîhanê bû xeter, ji xwe heta roja îro jî xeteriya çeteyên DAIŞ’ê berdewam e. Eger em serdema destpêka derketina DAIŞ’ê bi bûyerên ku niha li Sûriyê diqewimin hevrû bikin, wê xuya bibe ku planeke nû ji bo bihêzkirina çeteyên DAIŞ‘ê heye.

Piştî êrişên hikumeta demikî a Sûriyê li ser Rojavayê Kurdistanê, çekdarên girêdayî hikumetê yekser berê xwe dan girtîgeha Şedadê û kampa Holê û çeteyên DAIŞ û malbatên wan berdan, di heman demê de gelek serkirdeyên DAIŞ’ê cihê xwe di nava artêşa Sûriyê de girtin. Di vê dema niha de em dibînin ku sîneryoyên ku li Îraq û Sûriyê di 2014-2019’an  pêk hatin, niha tên dûbarekirin. Ji xwe di nava pilanê de hêzên navnetewyî cihê xwe digirin, lê pirsa girîng ew e; gelo xwasteka wan vegerandina serdema Ebû Bekir Elbexdedî ye?

Ebû Bekir Elbexdadî kî bû?

Ebû Bekir Elbexdadî navê wî yê rast Ibrahîm el-Bedrî ye, ew di sala 1971’an de li Samarra Iraqê ji dayik bûye. Di sala 2013’an de wî damezirandina DAIŞ’ê ragihand û di sala 2014’an de li Mizgefta El-Nûrî ya Mûsilê xwe wekî “xelifê” hemû misilmanan îlan kir. Beriya DAIŞ’ê, endamê El-Qaîde li Iraqê bû û di sala 2004’an de ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li Kampa Bucca hatibû girtin . Di 26’ê Cotmeha 2019’an de, di operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê de li gundê Barişa yê Idlibê ya Sûriyê hat dorpêçkirin û bi teqandina êleka xwe ya xwekujiyê hat kuştin .Piştî mirina wî, rêxistinê DAIŞ’ê Ebû Îbrahîm el-Haşimî el-Qureyşî wekî serokê nû hilbijart.

Ebû Bekir Elbexdadî di nava rêxistinên radîkal de gav bi gav bilind bû, lê çend kes û navendên sereke hene ku rê li ber wî vekirin û pêşengtî danê. Bexdadî di destpêkê de tevlî koma Zerqawî (El-Qaîde li Iraqê) bû. Zerqawî bingeha hovîtî û stratejiya şerê mezhebî ava kir ku Bexdadî paşê ew wek mîrat girt. Piraniya pispor dibêjin ku pêşengê rastî yê Bexdadî girtîgeha Bucca bû. Ew di sala 2004’an de li wir hat girtin. Di wê kampê de, wî bi efserên artêşa Sedam Husên weke (Hecî Bekir) û serokên din ên El-Qaîdeyê re peywendî danî. Tê gotin ku wî li wir fêrî rêbazên serkêşiyê kir.

Di  2014’an de bi pêşangtiya Ebû Bekir Elbexdedî fermana 74’an li ser gelê Şengalê pêkhat, li Şengalê gel di komkujî û qeyranan re derbas kirin. Jin, mêr, zarok û kesên bi teman mezin hatin kuştin û revandin. Di heman demê de jin hatin revandin û firûtin heya niha jî hin ji jinên êzidî ne xuya ne. Piştî Şengalê xwastin ku plane xwe ya qirêj û ji bo berfirehkirina rêxistina DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê ku ew jî bi feermana Ebû Bekir Elbexdedî bû. Xwastin ku Kobanê ji hemû aliyan ve tune bikin û din serweriya xwe herwiha armac dikirin ku navê wê bikin (Eyn El Îslem) çawa ku niha hikumeta demkî dixwaze bike (Eyn Ereb) lê Kurdan planên wan û xelîfeta wan têkbirin.

Dubarekira sîneryoya Ebû Bekir Elbexdedî li Sûriyê û Îraq

DAIŞ ku hêza herî xeter di cîhanê de ye li Rojavayê Kudistanê bi têkoşîna şervanên YPJ, YPG, QSD’ê û berxwedaniya gelê Rojava têkçûn. Bi salan hêzên QSD’ê karîbûn ku cîhanê ji hêzên terorîst biparêzin. Lê piştî hilweşîna Rêjîma Baas û hatina hikumeta demkî a Sûriyê li ser desthilatdariyê re rewş hate guhertin. Bi êrişên xwe yê di çileya 2026’an de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hin kamp û zindanan ku çeteyên DAIŞ’ê têdene ketin destê hikumeta demkî herwiha ew çeteyên di zindana de ku destê wan di qirkirina mirovahiyê de heye û kampa hole ku bi hezaran ji malbetên DAIŞ’ê têde hene ku weke kampa herî xeter piştî Bucca ya Ebû Bekir Elbexdedî têde bû hemû serbest hatin berdan. Ev malbet û çeteyên DAIŞ’ê ku di zindanê QSD’ê de bûn bi destê hikumeta demkî hatine berdan gelo ku de çûn anjî cihê di nava artêşa Sûriyê de girtine an na? Herwiha ew kesên ku ji kampa Holê hatine berdan li gorî dîmenên ku li ser dîjîyal medya hatine belavkirin daxwaza dewletek Îslamî dikin di heman demê de sembol û durişmeyên DAIŞ’ê li herêmên bin serweriya hikumeta demkî de hatin rakirin û ew kes di nava Sûriyê de niha jiyan dikin çawa û bi piştgirtiya kê? Kiwelisyona Navdewletî û Netewên Yekbûyî piştgiriya QSD’ê di operesyonên li dijî DAIŞ’ê dikir û bi operestona wan gelek serkirdeyên DAIŞ’ê hatin kuştin mînaka herî mezin xelîfeta DAIŞ’ê Ebû Bekir Elbexdedî bû. Herwiha wan QSD’ê weke hêza têkbirina DAIŞ’ê dîdît. Di heman demê de QSD’ê weke endamê fermî a kiwelisyona navdewletî li dijî DAIŞ’ê bû. Şerê harî dawî ya di navbera Hêzan Sûriya Demokratîk û hikumeta demkî a Sûriyê de li pêşiya kiwelisyona Navdewletî û netewên yekbûyî malbet  çeteyên DAIŞ’ê serbesr hatin berdan û helwesta xwe diyar nekirin gelo ev yek jî di plan di navbera Netewên yekbûyî û hikumeta Şamê de ye. Herwiha çeteyên DAIŞ’ê ku di zindana QSD’ê de bûn bi rêya netewên yekbûyî derbasî zindanên Îraql bûn gelo dixwazin dîsa Xelîfeya DAIŞ’ê zemîna Ebû Bekir Elbexdedî li Îraq û Sûriyê zindî bikin?

Em dîbînin çetetên DAIŞ’ê ku destê wan di hovîtî, kuştina sivîlan, revandina jinan û talankirina malên sivîlan mîna Mihemed el-Casim, ku bêtir bi nasnavê Ebû Emşê tê nakirin ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve jî ji ber binpêkirinên mafên mirovan di lîsteya sîstema sîzayan (Sancions) de hatibû bicihkirin, lê niha bi awayekî fermi ji aliyê hikumeta Sûriyê be weke Fermandarê lîwaya 62’an li parêzgeha Hama hatiye erkdarkirin. Di heman demê de Ehmed Îhsan Feyad el-Hayis ku bi Hatim Ebû Şeqra tê naskirin ku destê wî di şehîdxistin siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef (Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê) ku di sala 2019’an de li ser rêya M4 haye. Herwiha gelek binpêkirin û hovîtî bi sivîlan kir bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û girê spî kirine herwiha ji ber binpêkirinên mafên mirovan û tawanên şer, Ebû Şeqra ji sala 2021’ê ve di lîsteya sîzayan a DYA’yê (Amerîkayê) de ye ku ew jî niha ji aliyê Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ve wekî Fermandarê lîwaya 86’an hatiye erkdarkirin. Berpirsiyariya vê lîwayê li parêzgehên wekî Dêrezor û Reqa hatiye erkdarkirin. Herwiha ebû emşê û ebû şeqra herdu ji aliyê dewleta Tirk ve piştgirin. Lê li bermaberî wê serokê hikumeta demkî ya Sûriyê Ehmed El Şer di daxuyaniyek xwe de destnîşan kir ku Qaşo ew ê jî li dijî DAIŞ’ê şerbikin, lê em dibînim ku DAIŞ di nava hikumet û artêşa wan de cih digirin wê çawa şerê wan bikin û kengî?

Di dawiye de em dighêjin encamekê ku planek di nava Sûriyê, Tirkiyê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA, Ukrayna, Îsraîl, Kendava Erebistan û Qatar bû, ku bi alîkariya wan êrişên li ser şêxmeqûd, Eşrefiyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Armanc qirkirina Kurdan ji ber ku ku baş dizanim ew xwedî mafin dest ji doza Kurdî û herêmên Kurdî bernadin ev yek jî wê li pêşiya armanva wan bisekine. Ew dewlet dixwazin ku guhertina demokrafîk di Sûriyê de çêbikin her dewletek parçeyê xwe bibe ji berk u Sûriyê bi sererd û binerd dewlemende û di nava Sînora gelek dewletan de ye û bi taybet herêmên Kurdî. Ji ber vê belavbûna DAIŞ dûbarekirina sîneryoya xelîfeya îslamê ya Ebû Bekir Elbexdedî niha em dibînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.