Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hevgirtina partî û gelê Kurd hêza parastina mafên rewa xurtir dike’

19/04/2026
in POLÎTÎKA
A A
‘Hevgirtina partî û gelê Kurd hêza parastina mafên rewa xurtir dike’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Siko da zanîn ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn roleke girîng dilîze û hevgitina Kurdan wê bingeha bidestxistina mafê netewî, siyasî û çandî be, herwiha hevgirtina partî û gelê Kurd wê hêza parastina mafê rewa xurt bike.

Doza Kurdî û yekrêzî di berdewambûna geşedanên siyasî li Rojhilata Navîn de, mijareke sereke ye, yek ji her sê aliyan ango doza Kurdî, yekrêziya partiyên Kurdî û geşedanên herêmê ber bi riyên çareseriyê ve naçin, derbarê heman mijarên serborî sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Siko bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Wekî tê zanîn Rojhilata Navîn di nava agirê şer de ye, ev rewşa tevlîhev çawa bandorê li Kurd û Kurdistanê dike û gelê Kurd roleke çawa dilîzin di vê derbarê de?

Gelê Kurd li Rojhilata Navîn roleke girîng û dîrokî dilîze, ev herêm jî bi pirrengiya, ol, çand û netewan, hem jî pevgirêdaneke erdnîgarî û siyasî naskirî ye. Kurd ji netewên resen ên vê erdenîgariyê ye û li beşekî vê herêma ku li nava çend dewletan de dijîn, vê yekê jî hişt doza wan bi awayekî rast bi geşedanên siyasî û ewlehiyê yên qonaxên dîrokî yên cuda ku herêm tê re derbas dibin. Di nava deh salên dawî de Kurd wekî netewên din ketin bin bandora pevçûnên herêmî û navxweyî, vê yekê hişt ku doza Kurdî berz bibe weke dozeke siyasî û dîrokî ku bi mafê niştîmanî, çandî û siyasî ve were girêdan. Lêkolîner û şîrovekar dibêjin ku ev doz bi rengekî mayinde û wekhev heya roja îro nehatiye çareserkirin, vê yekê jî hişt ku bibe dozeke domdar û li dengeyên herêmî bandorekê ava bike. Li ser vê bingehê tê dîtin ku aramiya herêma Rojhilata Navîn bi hemû rengan pêknayê heya ku doza Kurdî bi awayekî adil û bi giştî neyê çareserkirin, ev çareserkirin jî bi mercê ku mafê Kurdan di çarçoveyeke aştiyane de, li gorî xwestekên gelê Kurd yên rewa bin, hem jî yekrêziya gel û welatan û aramiya wan bên parastin. Bi hebûna çareseriyeke adil û giştî ji bo doza Kurdî ya dîrokî vê yekê destnîşan dike ku ev doz dibe faktoreke sereke di warê tevlîheviyan de û dibe sedemeke sereke ji bo xurtkirina asta baweriyê di nava gelên herêmên yên cuda de. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî pêdivî bi nêzîkbûneke rasteqîn heye ku li ser bingeha diyaloga siyasî û têgihiştina hevpar, dûrî tundûtûjiyê û paşguhkirinê be û li gorî pêşketinên herêmî û navnetewî be. Ezmûnên dîrokî yên li Rojhilata Navîn nîşan didin ku çareseriyên domdar ne bi hêz an pevçûnan tên, lê bi rêya çareseriyên siyasî yên ku mafên hemû aliyan li ber çavan digirin û di rêvebirina cihêrengiyê de hevkariyek rasteqîn ava dikin. Di vê çarçoveyê de, mirov dikare bibêje ku rola Kurdan di pêşeroja Rojhilata Navîn de ne tenê bi aliyeke ku ji bûyeran bandor dibe, lê ew dikarin di avakirina aramiyê de jî bibin hêmanekî çalak eger şert û mercên siyasî yên guncaw werin peydakirin û mafên wan bi wekhevî û dadwerî werin naskirin. Qebûlkirina cihêrengiya neteweyî û çandî û birêvebirina wê ya rast yek ji bingehên sereke ji bo her projeya aramiyê ya rastîn li herêmê ye. Ji ber vê yekê, çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî adilane û aştiyane li gorî vê nêrînê beşeke girîng a berfireh a ku armanc dike aramiyê li Rojhilata Navîn pêkbîne, li gel pirsgirêkên din ên siyasî, aborî û ewlehî yên ku li herêmê rû bi rû ne, tê hesibandin.

-Li cem Kurdan stratejiyeke bêhempa heye ew jî yekrêzî ye, dîrok şahidê vê yekê ye nemaze yekrêziya ku berî demekê li hember êrişên Rojava çêbû, çi dibe asteng li pêşiya paşveçûna hestên yekrêziya Kurdî bi taybet li nav partiyên Kurdî?

Yekîtî û hevgitina gelê Kurd yek ji stûnên herî bingehîn ji bo bidestxistina daxwazên xwe yên netewî, siyasî û çandî tê hesibandin, bi taybetî di ronahiya qonaxa hestiyar a ku herêm bi giştî û Sûriye bi taybetî tê de ye. Dîrok îsbat kiriye ku her destkeftiyeke siyasî an jî îdarî ya ku ji bo gelê Kurd pêkhatiye, rasterast encama têgihiştin û hemahengiya di navbera pêkhate, partî û hêzên cuda de ye. Xurtkirina girêdana di navbera Kurdan de li herêmên cuda û dîasporayê pêwîstiyeke ku divê bi awayekî bi lez çêbibe, ji ber ku diyalogê û hêza parastina mafên rewa xurt dike, hem jî rê li ber parçebûnên navxweyî ji aliyê aliyên din ve digire. Tecrûbeya li herêmên wekî Rojava jî nîşan dide ku piştgirî û çalakiyên hevbeş dikare rewşa siyasî û ewlekariyê bi rê ve bibe tevî hebûna zehmetiyên mezin. Di vê çarçoveyê de, pêwîstiya lezgîn bi xebateke cidî û berpirsiyar derdikeve holê ji bo avakirina lêvegereke yekgirtî ya Kurdî ku wek bingeheke netewî be û hêzên siyasî û civakî yên cur bi cur di nav xwe de bigire û îradeya gelê Kurd bi rengekî hevgirtî nîşan bide, bi taybetî piştî guhertinên ku Sûriya nû derbas bû. Hêjayî gotinê ye ku tecrûbeya sîyasî ya Kurdan di deh salên borî de nîşan dide ku meylên hizbayetî yên teng gelek caran li pêşiya bidestxistina pêşketinên rastîn ên di mijara yekîtiyê de asteng bûne, ji ber ku fikrên rêxistinî carinan ji berjewendiyên neteweyî yên giştî girantir in. Nakokiyên navxweyî jî ji bandorên herêmî û navneteweyî yên tevlihev nehatine veqetandin, bûne sedema kûrbûna nakokiyan di navbera partiyên siyasî de û hişt hin hêz ji bo berjewendiyên xwe û ajandeyan derkevin pêş. Berevajî vê, derbaskirina van pirsgirêkan hewceyî hişmendiyeke siyasî ya bilind û îradeyeke rastîn e ji bo berjewendiyên gelê Kurd bibin li ser hemû berjewendiyên teng. Herwiha pêwîstî bi xebateke heye ji bo parastina biryardayîna Kurdan da ku nekeve bin bandorên derve, ev yek jî bi rêya serxwebûna biryardariyê û pêşxistina çanda diyalog û hevkariyê pêkan e. Di encamê de qonaxa niha daxwaz dike ku diyalog û têgihîştin di ser her tiştî re be û berjewendiyên neteweyî yên bilindtir li ser hesabên teng ên hizbî danîn û bi hestekî berpirsiyariya dîrokî xebat ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya Kurdî ku hêjayî qurbanî û daxwazên rewa yên gelê Kurd be.

-Di nav van geşedanên xeternak de, hevgirtina Kurdî rêya xelasiya gelê Kurd ji komkujiyan e, heya ku ev yek pêkwere, mafê gelê Kurd û destkeftî werin parastin pêwîst e partiyên siyasî çi gavan bavêjin?

Li gorî nêrandina Kurdî ya berfireh ya ku bûye rojeveke siyasî û fikrî ya hin aliyên ku guhdanê bi rewşa giştî ya herêmê dikin, em dikarin bêjin ev qonax qonaxeke hestyar e û ji qonaxên herî hesas a ku gelê Kurd tê re derbas dibe, hem li Sûriyê û hem jî bi tevahiya herêmê. Ji ber ku di vê qonaxê de astengî, arîşeyên navxweyî û guhertinên herêmî-navdewletî rastî hev tên, di heman demê de derfet û xeter bi hev re tên, ev yek jî berî niha di dîrokê de dubare nebûye. Di heman çarçoveyê de parastina destkeftiyan ne tenê bi hin gavên biçûk an jî kiryarên demkî pêkan dibe, lê bele bi nerandineke siyasî ya berfireh li ser bingeheke tekûz tê bidestxistin. Yek ji xalên herî girîng ên ku di vê çarçoveyê de pêkanîna wê divê were misogerkirin, mijara yekkirina îradeya siyasî ya Kurdî di nav çarçoveyeke berfireh de ye, çi weke lêvegera Kurdî, çi weke encûmena siyasî ya yekbûyî an jî formuleke din a lihevhatinê be da ku ev yek bikaribe di navbera hêz û tevgerên cuda de îfade bike. Ev mijar wekî pêwîstî tê dîtin û ne vebijarkeke ku mirov hilbijêre, ji ber ku parçebûna siyasî bi gelemperî dibe sedema qelsbûna şiyana danûstandinan û dihêle destkeftî rastî xeteriya hilweşînê werin. Ji aliyê din ve, hişmendiyek mezin heye dibêje mafên biçûk an gavên îdarî çi qas erênî bin jî eger ew di destûra bingehîn de neyên wergerandin, nikarin garantiyeke mayînde pêkbînin. Ji ber vê yekê, divê li ser girîngiya derbasbûna ji qonaxa “hêsankirin an biryarnameyan” ber bi qonaxa misogerkirina destûra bingehîn ve bê sekinandin, ji ber ku destûr tekane çarçoveya ku mafan misoger dike ye û li gorî şert û mercên siyasî wan ji guhertin an betalkirina wan diparêze. Di vê çarçoveyê de, her gavek erênî, wekî hin biryarname an peymanên beş bi beş, wekî destpêka pêvajoyê tê dîtin, lê heta ku di nav destûrê de neyê temam kirin, ew wekî serkeftina dawîn nayê hesibandin. Di encamê de, nêrîna Kurdî ya ku di vê çarçoveyê de pêktê, xwe dispêre wê fikra ku pirsgirêka Kurdî li Sûriyê gihîştiye qonaxeke ku pêwîst e ji rewşa belavbûn û perçebûnê ber bi dewleteke rêxistinbûyîna sazûmanî ya yekbûyî, ji destkeftiyên demkî ber bi mafên destûrî yên mayînde û ji bersivên reaktîf ên plansaziya stratejîk a demdirêj were veguhestin. Di çarçoveya vê têgihiştinê de lêvegera Kurdî wek amûreke siyasî ya yekbûyî tê pêşniyarkirin, destûr weke garantiya dawîn tê pêşniyarkirin û reforma navxweyî jî weke şertekî bingehîn tê pêşniyarkirin, ev her sê hêman di projeyeke yekane de bi armanca parastina hebûna siyasî, çandî û neteweyî ya gelê Kurd û berdewamiya wê di pêşerojê de misoger dibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.