Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî 7 salan vegera koçberên Serêkaniyê rojev e

19/04/2026
in ROJEV
A A
Piştî 7 salan vegera koçberên Serêkaniyê rojev e
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Hesekê

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna Peymana 29’ê Çileyê de, vegera koçberan yek ji rojevên sereke ye, ji bo vegera koçberên Serêkaniyê jî, divê tiştên bingehîn ji koçberan re bên dabînkirin, çete û malbatên wan ji bajêr bên derxistin, hêzên ewlekariyê ji bajêr bi xwe bin û nabe kesên ji derve bi rê ve bibin. 

Derbarê rewşa Serêkaniyê berî dagirkirinê û piştî wê, herwiha vegera koçberên wê bi rengekî ewle di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê de, endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Rewşa bajarê Serêkaniyê bi giştî berî dagirkirinê û rewşa wê niha piştî dagirkirinê çawa ye?

Rewşa bajarê Serêkaniyê berî dagirkirinê gelek baş bû. Cara yekem di dîroka Serêkaniyê de, bajar ji aliyê ewlekarî, pêşketin, bazirganî û di hemû aliyan de bi sîstem hatibû avakirin û karekî gelek baş di hundirê bajêr de hatin kirin. Heta mirov dikare bibêje ku tu kes di bajêr de bêkar nema bû. Di aliyê pêşesaziyê de jî gelek gavên mezin hatin avêtin, taybetî piştî şerê yekem ê sala 2012’an ku li Serêkaniyê çêbû. Piştî ku herêm hate rizgarkirin, di hundirê bajêr de jiyaneke nû dest pê kir, jiyaneke ku yekem car di tevahiya Sûriyê de hemû pêkhateyên wê bi hev re meclis, hêzên xwe yên parastinê, saziyên perwerdeyê û hwd, ava kirin. Her kesî jî xwe di nava xwerêvebirina xwe de cih girt. Ji sala 2012’an heta 2019’an, di navbera 7 salan de, ev pêşketin hatin bidestxistin. Dibe ku di bajarên din de ev pêşketin di deh salan de jî neyên bidestxistin, lê li Serêkaniyê ev pêk hat. Di heman demê de, ew wekî bajarekî bi pêkhateyên xwe yên cihêreng hat naskirin. Her çendî berê rejîma Baas xwestibû ku di navbera Kurd û Ereban de fitnê ava bike, ev hewl pêk nehat. Bi rastî, Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê ya bajêr ev planên Baasê pûç kirin.  Berovajî wê cûdahî di navbera pêkhateyan de nehat çêkirin, beramberê wê, gel bi hev re parastin Bajarê Serê Kaniyê kirin. Di Serêkaniyê de şaristaniya ku em behsê wê dikin ku ji Til Helefê dest pê kiribû, beriya dagirkirinê dihate dîtin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirk û komên  çeteyên wê ev pêşketin wekî metirsî li ser xwe dîtin, ji ber ew naxwazin deverek pêşketî û jiyaneke ewle ava bibe. Li ser vê bingehê, piştî rizgarkirina yekem a Serêkaniyê, dewleta Tirk bi gelek awayên veşartî xwest tevliheviyê di bajêr de çêbike, lê ev hewl nediçûn serî, ji ber hişmendî û pêşketina gelê hebû. Ji bo vê yekê, di sala 2019’an de bi rengekî leşkerî û bi piştevaniya gelek komên çeteyan, êrişî Serêkaniyê kir. Di encamê de, ji sedî 80 gel koçber bû. Piştî dagirkirina Serêkaniyê, gelek guhertinên çêbûn. Li wir jiyan bi temamî hate rawestandin. Êdî dizî, talan, xirabî, destdirêjî, şewat û metirsî bi awayekî rojane di navbera xelkê de belav bûn. Herwiha piraniya xelkên li wir ne yên resen bûn.  Serêkaniyê bû bajarekî ku bi hovîtî dihate jiyankirin, ewlehiya wê qet nedihate dîtin. Rojane nûçeyên li ser destdirêjî û zordariyên çeteyan li ser xelkê têne belavkirin. Jin dihatin kuştin, revandin û destdirêjî li wan dihat kirin, ev tişt li ber çavên her kesî çêdibû. Di heman demê de, ew bajarê ku berê bi rengê xwe yê xwezayî dihate naskirin, êdî ne hat pêşxistin. Berovajî wê bi awayekî mezin hate xirabkirin. Navên taxan û dibistanan hatin guhertin ku ev yek bû tiştekî gelek balkêş. Bi taybetî taxên Kurdan hatin tunekirin wêrangandin. Li Serêkaniyê piştî dagirkirinê gelek pirsgirêk û xerabî çêbûn. Kesên temenmezin ên li wir mayîn, pir caran digotin: “Xwezî em vegerîna rojên berê.” Di demên Rêveberiya Xweser de, rewşa bajarê Serêkaniyê baştir bû. Ji ber yên hatine Serêkaniyê birêve dibin giropên çete ne û bi dewleta Tirkiyê ve girêdayî ne, hişmendiya wan ne ji bo avakirin, ji bo xerabkirin û tunekirina hevbeş li vî bajarî ye. Ev yek ne tenê li ser Kurdan, lê li ser xelkê Ereb jî hatiye dîtin û isbatkirin. Kesên ku niha diçin Serêkaniyê û bi çavên xwe dibînin, dibêjin ku di van 7 salan de tu gav ji bo avakirina wê nehat avêtin. Berî dagirkirinê rewşa wê pir baş bû, lê piştî dagirkirinê, bajar bi destê çeteyan hate vegerandin weke ku sed sal paşve çûye.

Gelo zemînekî vegereke bi ewle ji bo koçberên Serêkaniyê hatiye dayîn, bi taybet di çarçoveya peymana 29’ê Çileyê ku pêwîst e hemû koçber vegeriyabana cih û warê xwe, lê ji bo koçberên Serêkaniyê çima ev zemîn nehatiye dayîn?

Ji bo vegerê bi rengê ku kî bixwaze vegere, ev yek ne pêkan e. Em dizanin ku di destpêka sala 2026’an de li Rojavayê Kurdistanê gelek guhertinên siyasî û leşkerî çêbûn. Di nav van guhertinan de, di encama wan şer û pevçûnên ku li herêmê çêbûn, di 29’ê Çileyê de peymanek di navbera Hêza QSD û hikumeta demkî ya Sûriyê de hat çêkirin. Di vê peymanê de gelek xal hatin diyarkirin, yek ji wan jî ew bû ku hemû koçber vegerin cih û warên xwe. Niha zêdetirî 3 mehan li ser wê peymanê derbas bûne, lê heta tu amadekariyên rastîn ji bo vegera xelkê nehatiye kirin. Hîn jî ew komên çete li wir hene, ew kesên ku li dijî xelkê komkujî kirine. Herwiha ew kesên ku berê bi navê DAIŞ li dijî Kurdan şer dikirin û hem jî bargehên Tirkiyê li bajêr hene. Di peymana 29’ê Çileyê de hat gotin ku divê xelk vegerin, lê di rastiyê di hundirê Serêkaniyê de hikumeta demkî ya Sûriyê ne xwedî biryarek serbixwe ye. Biryar bi temamî di destê dewleta Tirk û komên çete yên pê ve girêdayî de ye, heger Tirkiye bixwaze, ew dikarin jê vekişin û heger naxwaze, venakişin. Ji ber vê yekê hîn jî gef li gelê Kurd tê xwerin.  Xelkê me jî dizane ku ger vegerin, mal û milkên wan hatine dizîn û talankirin, heta di gelek cihan de mal ji binî ve hatiye hilweşandin an jî şewitandin. Lewma ji bo vegera xelkên Serêkaniyê, hîn tu zemînekî rastîn û berbiçav nehatiye amadekirin.

Niha gelek malên li gundewarên Serêkaniyê û bajêr bi xwe bûne kavil, heya çi astê ev binpêkirin hatine belgekirin û bi destê kê ev yek tê kirin?

Di demên dawiyê de hinek Erebên ku gundên Serêkaniyê dagir kiribûn, vegeriyan cihên xwe li Tebqa, Reqa û Dêrazorê. Di çûna van malbatan de, hinek malbatên Kurd xwestin herin herî kêm rewşa gundên xwe bibînin. Lê dema çûn, bi çavên xwe dîtin ku ji sedî 30 malên Kurdan hatine şewitandin, bîrên avê birine û erdên çandiniyê hemû hatine xirabkirin. Ev xelk ji bo ku rastî vegere bajar û gundên xwe, bi salan dem ji wan re pêwîst e. Heta ku vegera Serêkaniyê pêk were, ev hemû pirsgirêk wek astengên mezin li ber vegerê dimînin. Ev tiştên ku di hundirê Serêkaniyê de çêbûn jî em wek komîte dişopînin, hem ji bo ragindandinê em parve bikin û hem jî weke dosya em dixin destê kesên peywendîdar. Herwiha me ev dosyayên belgekirî radestî berpirsên hikumeta demkî ya Sûriyê û parêzgarê Hesekê kirine. Wan jî gotiye ku ew ê vê mijarê bişopînin û binêrin çawa ye. Lê heta niha tu gavên pratîkî di derbarê wan kesên ku sûc li hemberî malên Kurdan û gelê Kurd kirine de, nehatine avêtin, tu biryarekî di derbarê wan de jî nehatine girtin. Ev jî tirsê dixe dilê gel, dibe sedem ku baweriya me bi vê rêkevtinê li gel hikumeta demkî ya Sûriyê kêm bibe. Ji ber ku di dawiyê de ev komên çete bi giştî bi hikumeta demkî ve girêdayî ne, lê biryarên wan dewleta Tirkiyê didin.

Rewşa koçberan di Kampê de çi ye û çiqasî zor û zehmetiyan dikşînin?

Di encama êrişên ku li ser Serêkaniyê çêbûn de, zêdetirî 35 hezar koçberên me niha di kampan de jiyan dikin. Piraniya wan li Kampên  Waşokanî û Serêkaniyê hatine belavkirin, beşek jî li Kampa Newrozin. Zêdeyî 7 hezar û 500 kes jî li dibistanên Hesekê, Til Temir û gundewarên wan jiyan dikin. Ev 7 sal in ku di nava rewşekê zor û zehmet de jiyan dikin. Havîn gazinca gerimbûnê dihat kirin, ji ber ew konê wan 7 salan nehatine guhetin. Îsal jî bi sedema barîna barana zêde av ket nava konan, herwiha hinek koçberên me yên di kampan de xaniyên biçûk ava kirin, lê ev barana zêde bû sedem ku wan xaniyan hilweşîne. Lewra xelk bêçare bûn ku careke din ji kampê derkevin û berê xwe bidin dibistanan, da ku li wir bi cih bibin. Her kesî jî dît ku koçber di çi şert û mercan de jiyan dikin. Bi taybetî, piştî wan êrişên li ser herêmê, alîkariya ku ji bo koçberên Serêkaniyê dihate pêşkêşkirin, qut bûye. Ji ber vê yekê niha rewş gelekî zehmet e û xelk êdî nikarin debara xwe bikin. Gelek kes dixwazin rojekê vegerin bajarê xwe, da ku ji van şert û mercên dijwar xilas bibin. Di heman demê de zehmetiyên xelkê gelek in, kar tune ye, dorpêçeke aborî li ser herêmê heye û her tişt bûha bûye. Ji ber vê yekê, gelek kes bêçare dibin ku alîkariya ku tê pêşkêşkirin bifroşin, da ku bikaribin tiştên herî pêwîst ji xwe re bikirin. Hin kes jî di kampê de avê ji xwe re dikirin, ji ber ku rewşa avê li Hesekê pir xerab e û ev yek bi taybetî li ser koçberan bandoreke mezin dike. Ji ber xizmetên tenduristiyê yên ku berê dihate pêşkêşkirin, ji destpêka 2026’an vir ve kêm bûne.

Xebatên we ji bo vegera koçberan di çi astê de ye?

Di sala 2021’an de  komîteyek bi navê Komîteya Koçberên Serêkaniyê hat avakirin. Komîteya me jî, di van salan de karîbû gelek dosya û binpêkirinên ku di hundirê bajêr de hatine kirin berhev bike û radestî berpirsan bike. Heta niha gelek raporên navdewletî jî sûcên li Serêkaniyê li ser bingeha belge û raporên me tomarkirin û ji bo raya giştî parve kirin. Niha rojeva herî sereke ji bo me ev e ku em xelkê xwe vegerînin. Em civînan bi parêzgarê Hesekê, şandên hikumetê û rêxistinan re lidar dixin, ji bo ku şertên vegerê werin çêkirin. Xelk bê alîkarî nikare vegere, herî kêm divê tiştên bingehîn bên dabînkirin. Me ji berpirsên ewlekariyê daxwaz kiriye ku rêyên Serêkaniyê bêne vekirin û mayînên hatine çandin bên rakirin. Herwiha, em daxwaz dikin ku komên çeteyan û malbatên wan, ji herêmê bên derxistin. Ez bawerim ku di van rojan de jî dê hin gavên erênî ji bo xelkê Serêkaniyê werin avêtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku ew ê herin bajêr û rê vekin, da ku gav bi gav xelk vegere. Lê daxwaza sereke ya xelkê ev e, dibe ku hêzeke ewlekariya nû bê avakirin, lê divê ev hêz ji xelkê wî bajarî be, nabe ku kesên ji derve bên û herêmê rêvebibin. Daxwazên me jî wek komîte ev e tu kes bi serê xwe neçe Serêkaniyê. Ji ber çarenûsa me yeke, divê em bi hev re  berê xwe bidin Serêkaniyê. Salên dirêj çû û demên pir kêm mane, em bi hêvine ku bi awayekî destpilîn bi hev re vegerin ji bo misgorkirina mafê xwe yê rewa pêk bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.